Ders 3
Îsa Mesîh Kîye?
Çima Îsa Mesîh bi kurê Xwedê yê ‘nûxurî’ tê binavkirin? (1)
Çima ew bi ‘Peyiv’ tê binavkirin? (1)
Çima Îsa bi şiklê mirovî hat ser erdê? (2—4)
Çima wî mucîze kir? (5)
Wê Îsa di pêşhatiya nêzîk de çi bike? (6)
1. Berî Îsa hatibû ser erdê, ew li ezmanan bi şexsekî ruhî dijîya. Jiber ku Xwedê wî pêşîn afirandibû, ew bi kurê Xwedê yê ‘nûxurî’ tê binavkirin. (Kolosî 1:15; Peyxam 3:14) Îsa yekane kurê Xwedê ye, ku Xwedê ew tenê bi serê xwe afirandiye. Yahowa ji bo afirandina hemû tiştên li ezmanan û li ser erdê, Îsa yê berî mirovî “serhoste” bû, bikaranî. (Methelokên Silêman 8:22-31; Kolosî 1:16, 17) Wekî din wî ji Yahowa re bi unwanê serpeyiv xulamtî kir. Seba viya ye ku Îsa bi “Peyiv” tê binavkirin.—Yûhenna 1:1-3; Peyxam 19:13.
2. Xwedê jîyana kurê xwe neqlî koşa Meryemê kir, bi vî awayî ew şand ser rûyê erdê. Ji vê yekê bavê Îsa yê mirovî tune bû. Lewma wî ne guneh girt, ne jî warisê nakamiltiyê bû. Xwedê ji bo sê sebeban Îsa şand ser rûyê erdê: (1) ku me li ser Xwedê bi rastiyê hîn bike (Yûhenna 18:37), (2) ku ew temamiyeta xwe bêsînor biparêz e û bi vî awayî ji me re bibe mînakek (1. Petrûs 2:21) û (3) ku jîyana xwe ji me re bike qurban û bi vî şiklî ew me ji guneh û mirinê azad bike. Çima ev gerek bû?—Metta 20:28.
3. Mirovê pêşîn Adem, li ber fermanên Xwedê rabû, wekî Pirtûka Pîroz dibêje “guneh” destpêk kir. Li ser vê yekê Xwedê wî mehkûmê mirinê kir. (1. Mûsa 3:17-19) Jiber ku ew ne li gor pîvan yan standartên Xwedê bû, êdî ew kamil nebû. Hêdî hêdî ew pîr bû û mir. Adem gunehên xwe derbazî hemû zaroyên xwe kir. Lewma em jî pîr û nexweş dibin, û dimirin. Gelo wê çawa mirovatî bifelite?—Romayî 3:23; 5:12.
4. Îsa eynî wekî Adem mirovekî kamil bû. Lê belê ferqa Îsa ev bû ku di bin ceriboka herî mezin de ew ji Xwedê re îtaetkar bû. Ji vê yekê wî dikaribû jîyana mirovî ya kamil qurban bike ku biha gunehên Adem bide. Ev di Pirtûka Pîroz de bi “fidye” yan kefaret tê binavkirin. Bi vî awayî zaroyên Adem ji mehkûmkirina mirinê hatin serbestkirin. Herkesê ku bi Îsa îmanê tîne, dikare were bexşandin û jîyana herheyî bistîne.—1. Tîmotêyos 2:5, 6; Yûhenna 3:16; Romayî 5:18, 19.
5. Dema Îsa li ser rûyê erdê dijîya, nexweş sax dikir, birçî têr dikir û bager disekinand. Tewr heta wî mirî jî radikir. Çima wî mucîze kir? (1) Dilê wî bi mirovên bêçare dişewitî û dixwast alîkariya wan bike. (2) Mucîzeyên wî îsbat bûn ku ew kurê Xwedê bû. (3) Mucîzeyên wî nîşan bûn ku çaxa Îsa li ser erdê padîşah be û hukûm bike, wê ji mirovên îaetkar re çi bike.—Metta 14:14; Marqos 2:10-12; Yûhenna 5:28, 29.
6. Îsa mir, Xwedê wî bi sûretê mexlûqe ruhî rakir û dîsa vegeriya ezmanan. (1. Petrûs 3:18) Pişt re Xwedê ew kir padîşah. Di demek nêzîk de wê Îsa hemû xirabiyê û êşan ji erdê dûr bike.—Zebûr 37:9-11; Methelokên Silêman 2:21, 22.
[Wêneyên li rûpela 7]
Xulamtiya Îsa ev bû ku hîn bike, mucîzeyan bike heta jîyana xwe ji bo me qurban bike