Ders 4
Îblîs Kîye?
Eslê Îblîsê Şeytan ji ku ye? (1, 2)
Şeytan mirovan çawa dixapîne? (3—7)
Çima gerek e em li hemberê Îblîs bisekinin? (7)
1. Bêjeya “Îblîs” ji yekî re tê gotin ku ewê li kesekî din buhtanan dike. Mana “Şeytan” dijmin yan jî muxalîf e. Bi van gotinan ew bi unwanê serneyarê Xwedê tê nasandin. Di destpêkê de ew li ezmanan li ba Xwedê ferîştekî kamil bû. Lê belê pişt re ew pir pozbilind bû û xwast perestina ku tenê heqê Xwedê bû, wekî heqê xwe bibîne.—Metta 4:8-10.
2. Ev ferîşte, yanî Şeytan, bi Hewayê re bi devê marekî axaft. Wî ji Hewayê re gotinên derew kir û bû sebeb ku ew ji Xwedê re serkêş be. Şeytan bi vî dezgehî êrişî ser “desthilatiya” yan meqama Xwedê ya herî bilind bû. Şeytan ji şiklê hukûmdarî û ji şiklê îderekirina Xwedê ya baş, li ser tebayên wî şik peyda kir. Wekî din jî wî guman peyda kir ku gelo wê hîç mirovek ji Xwedê re dilsoz bimîne yan na. Bi vî şiklî Şeytên xwe kir dijminê Xwedê. Ji bo vê yekê ye çire ji wî re Şeytanê Îblîs hat gotin.—1. Mûsa 3:1-5; Eyûb 1:8-11; Peyxam 12:9.
3. Şeytan bi fenan xîret dike ku mirov peresdarên wî bin. (2. Korîntî 11:3, 14) Wekî nimûne ew bikaranîna dîn yan olê sexte mirovan şaş dike. Eger dîn yan olek li ser Xwedê derewan belav bike, bi rastî ew xulamê armanca Şeytên e. (Yûhenna 8:44) Kesên ayidên olê sexte, dikarin bi dilpakî bawer bikin ku ew peresdarên Xwedê rastin. Lê belê bi rastî ew xulamtiya Şeytên dikin. Ew ‘xwedê vê cîhanê’ ye.—2. Korîntî 4:4.
4. Şeytan bi riyek din, ku jê re spîrîtîzma yan pêwendî bi ruhan yanî ruhdarî tê gotin, mirovan dike bin bandora xwe. Hindik kes serî li ruhan dixin ku ew bi destên wan werin parastin yan jî ku ew ziyanê bidin kesên din, pêşhatiyê bizanibin yan jî mucîzeyan bikin. Hêza xiraba Şeytên li paş van hemû tiştan e. Eger em bixwazin Xwedê dilxweş bikin, gerek hîç têkiliyên me bi ruhdariyê tunebe.—5. Mûsa 18:10-12; Karên Şandiyan 19:18, 19.
5. Şeytan bi destê pozbilindiya nijadperstî û perestina bo dezgeh û rêxistinên siyasî mirovan şaş dike. Hindik mirov difikirin ku milet yan nijada wan ji yên din baş tir e. Lê belê ev ne rast e. (Karên Şandiyan 10:34, 35) Kesên din bi rêxistinên siyasî bawer dikin û hêvîdarin ku ew bikaribin pirsgirêk û meseleyên mirovan hal bikin. Bi vê yekê ew Padîşahiya Xwedê ya Ezmanî red dikin. Tenê ev Padîşahî dikare pirsgirêkên me çereser bike.—Danîêl 2:44.
6. Riyek din ku çawa Şeytan mirovan dixapîne ev e ku di dilê me mirovan de xwastinên gunehkar bihesîne. Jiber ku gunehkarî ziyanê dide me, Yahowa şîretan li me dike ku em ji van tevgerên gunehkar dûr bimînin. (Galatî 6:7, 8) Belkî hindik kes dixwazin em jî wekî wan bikin. Lê belê pêwiste ku em jibîr nekin ku bi rastî Şeytan dixwaze ku em tiştên wisa bikin.—1. Korîntî 6:9, 10; 15:33.
7. Ku em Yahowa terk bikin, Şeytan zordariyê yan jî muxalefetê bikartîne. Jiber ku hûn Pirtûka Pîroz vedikolin, wê hindik kesên hûn ji wan hez dikin, pir biqehirin. Belkî jî wê hindikên din henekên xwe bi we bikin. Lê belê di aliyê jîyanê de em deyndarê kê ne? Şeytan dixwaze me bitirsîne, ku em li ser Yahowa bêtir hîn nebin. Destûrê medin Şeytên ku ew zora we bibe! (Metta 10:34-39; 1. Petrûs 5:8, 9) Eger em li hemberê Şeytên tekoşer bin, em dikarin Yahowa dilxweş bikin û bi vê yekê em şanî wî didin ku hurmetkarên hukûmdariya wî ne.—Methelokên Silêman 27:11.
[Wêneyên li rûpela 9]
Olê sexte, ruhdarî yan spîrîtîzma û welatperestî mirovan şaş dike
[Wêneyê li rûpela 9]
Eger em li ser Yahowa herdem hînbin, em dikarin li hemberê Şeytên tekoşer bin