Ders 5
Armanca Xwedê Ji Bo Erdê Çiye?
Bo çi Yahowa erd afirand? (1, 2)
Bo çi vê gavê erd ne bihuşt e? (3)
Wê çi were serê mirovên xirab? (4)
Di paşerojê de wê Îsa ji bo nexweşan, pîran û miriyan çi bike? (5, 6)
Çi gerek e em bikin ku em bibin xwediyê nîmetên li ber me ne? (7)
1. Yahowa erd wisa afirand ku mirov di jîyanê de herdem li ser rûyê wê dilşad bibin. Wî dixwast ku erd herdem bi mirovên adil û dilşad bihata warandin yan rûniştin. (Zebûr 115:16; Îşaya 45:18) Wê erd hîç xira nebe; ewê herdem hebe û bisekine.—Zebûr 104:5; Waiz 1:4.
2. Berî afirandina mirovan Xwedê herêmekî piçûk ji erdê helbijart ew kir bihuştek pir xweş. Û wî navê baxçê Adenê lê kir. Ew cîh ji bo mêr û jina pêşîn, Adem û jina wî Hewayê hatibû amadekirin. Xwedê dixwast, ku ew xwediyê zaroyan bin û bi vî awayî temamê rûyê erdê tejî bikin. Wan wê hêdî hêdî erd bikirîbûyan bihuşt.—1. Mûsa 1:28; 2:8, 15.
3. Adem û Hewa bihemd pey li qanûnên Xwedê kirin, bi vî awayî wan guneh kirin. Lewma Yahowa Xwedê ew ji baxçê Adenê derxist. Bi vî awayî bihuşt winda bû. (1. Mûsa 3:1-6, 23) Lê belê Yahowa armanca xwe ya ji bo zevî û erdê ji bîr nekir. Ew wadê dide ku ewê erdê bike bihuşt, cîhê ku wê mirov li ser wê herdem bijîn. Wê Xwedê viya çawa bike?—Zebûr 37:29.
4. Berî bihuştbûna erdê, pêwîste ku mirovên xirab werin tunekirin. (Zebûr 37:38) Wê ev di cenga Xwedê, di Armagedonê de bibe, ewê dawiya hemû xirabiyan bîne. Pişt re wê Şeytan 1,000 salî were girêdan. Ev tê vê maneyê ku wê hîç kesekî xirab tunebe ku dinê xirabe bike. Tenê qewmê Xwedê wê bifelete.—Peyxam 16:14, 16; 20:1-3.
5. Pişt re wê Îsa Mesîh 1,000 salî li ser rûyê erdê bi unwanê Padîşah hukûmdariyê bike. (Peyxam 20:6) Ewê hêdî hêdî hiş û bedena me ji guneh azad bike. Emê wekî Adem û Hewa mirovên kamil di dema ku wan hê guneh nekiribûn dilgeş bin. Wê çaxê wê nexweşî, mirovên pîr û mirin tunebe. wê mirovên nexweş sax bin û pîr dîsa ciwan bin.—Eyûb 33:25; Îşaya 33:24; Peyxam 21:3, 4.
6. Di dema hezar salê hukûmdariya Îsa de, wê mirovên dilsoz mijûl bin ku erdê giştî biguherin bikin bihuşt. (Lûqa 23:43) Herweha, wê bi milyonan mirovên ku mirî ne bo jîyanê werin ser rûyê erdê, ji miriyan werin nûvejînê. (Karên Şandiyan 24:15) Eger ew daxwaziya Xwedê, ewên ji wan tên xwastin bikin, wê bikaribin herdem li ser rûyê erdê bijîn. Lê belê eger ew nekin, wê herdem werin tunekirin.—Yûhenna 5:28, 29; Peyxam 20:11-15.
7. Bi vî awayî daxwaziya Xwedê ya di destpêkê de wê li ser erdê were cîh. Gelo hûn dixwazin li ser bereket û adaniyên pêşhatiyê dilgeş bin? Wê çaxê li ser Yahowa zanyariya xwe bêtir bikin û îtaetkarê daxwaziyên wî bin. Têkiliyên we yên bi civatên Şahidên Yahowa, ewên di salon yanî Dîwanên Padîşahiyê de kom dibin, wê di vê hêlê de ji we re alîkariyê bikin.—Îşaya 11:9; Îbranî 10:24, 25.
[Wêneyê li rûpela 10]
Bihuşt ji dest çû
[Wêneyên li rûpela 11]
Piştî Armagedonê wê erd were guhartin bibe bihuşt