KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • rq ders 6 r. 12-13
  • Padîşahiya Xwedê Çiye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Padîşahiya Xwedê Çiye?
  • Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Mizgîna Xwedê
  • Hukûmeta Ku Dîsa Cenetê Bîne
    Hukûmeta Ku Dîsa Cenetê Bîne
  • Armanca Xweda di riya pêkhatinê de ye
    Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
Zêdetir Bibîne
Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
rq ders 6 r. 12-13

Ders 6

Padîşahiya Xwedê Çiye?

Padîşahiya Xwedê li kuderê ye? (1)

Padîşahê wê Kî ye? (2)

Bi padîşah re wekîdin kî hukûm dajon? Eger wisa be çend kes? (3)

Çi îsbat dike ku em di rojên dawî de dijîn? (4)

Padîşahiya Xwedê wê di pêşhatiyê de ji bo mirovan çi bike? (5—7)

1. Dema Îsa li ser rûyê erdê bû, wî şagirtên xwe hîn kir, ku ji bo padîşahiya Xwedê dua yan lava bikin. Padîşahî hukûmetek e ku padîşahek li ser text rûdine û hukûm dajo. Padîşahiya Xwedê hukûmetek taybetî û xas e. Ew li ezmanan hatiye avakirin û wê li ser rûyê erdê giştî hukûm bajo. Ewê navê Xwedê pîroz bike. Wê encam bide ku daxwaziya Xwedê wekî li ezmanan e li ser rûyê erdê jî be.—Metta 6:9, 10.

2. Xwedê wad kir ku wê Îsa bibe Padîşahê Padîşahiya wî. (Lûqa 1:30-33) Çaxa Îsa li ser rûyê erdê bû, wî îsbat kir ku ewê biba Hukûmdarekî dilovan, adil û kamil. Dema ew zivirî çû ezmanan, ew hema di wê gavê de nebû Padîşah ku li ser textê Padîşahiya Xwedê rûne. (Îbranî 10:12, 13) Yahowa di sala 1914’an de qudreta ku ji Îsa re wad kirî bû da. Ji wê demê peyve, Îsa li ezmanan bi destê Yahowa hukûm dajo.—Danîêl 7:13, 14.

3. Wekî din jî, Yahowa hindik mêr û jinên dilsoz ku herin ezmanan ji erdê hilbijart. Ewên li ba Îsa bi unwanên padîşah, hakim yan qazî û kahîn li ser mirovatiyê hukûm bajon. (Lûqa 22:28-30; Peyxam 5:9, 10) Îsa van hemhukûmdarên di Padîşahiya xwe de, bi navê “keriyê piçûk” nîşan da. Hejmarên wan 144,000 in.—Lûqa 12:32; Peyxam 14:1-3.

4. Dema Îsa bû Padîşah, wî Şeytan û ferîşteyên wîyên xirab bilez ji ezmanan avêt jêr derdora erdê. Lewma halê dinê ji sala 1914’an peyve evqas xirab dibe. (Peyxam 12:9, 12) Ceng, xela, nexweşî û bêtirbûna bêqanûnî—ev hemû perçeyek ji “nîşan”ê ne ku Îsa hukûm dajo û dawiya rojên vê sîstem yan sazûmana îro hatî ye.—Metta 24:3, 7, 8, 12; Lûqa 21:10, 11; 2. Tîmotêyos 3:1-5.

5. Wê zû Îsa li mirovan hukûm bike û wan ji hev veqetîne, wekî şivanekî mêşîn yan mîyan ji bizinan vediqetîne. Wê “mî” ew kes bin, ku ewên îtaetkarî û dilsoziya xwe bo girêdayîbûnê îsbat kirî bin. Wê ew li ser zemîn bi jîyana herheyî berxudar bin. Wê “bizin” jî ew kes bin ku ewên padîşahiya Xwedê red kiribin. (Metta 25:31-34, 46) Di demek nêzîk de wê Îsa hemû mirovên wekî bizinin tune bike. (2. Selanîkî 1:6-9) Eger hûn bixwazin di nav “mîyên“ Îsa de bin, gerek ku hûn guhdariya peyama Padîşahiya ezmanan bikin û li pey gotinên ku hûn hîn bûnin bimeşin.—Metta 24:14.

6. Di vê gavê de dinya di nav pir welatan hatî parvekirin. Her welat xwediyê hukûmata xwe ye. Pircaran ev welatan bi hev re cengê dikin. Lê belê Padîşahiya Xwedê wê cîhê hemû hukûmetên mirovan bigre. (Danîêl 2:44) Wê çaxê ewê ne ceng, ne tawankarî û mêrkûjî ne jî zordarî hebe. Hemû mirov wê bi hev re di aşitî û yekîtiyê de bijîn.—Mîka 4:3, 4.

7. Di dema Hukûmdariya Hezarsala Îsa de, wê mirovên dilsoz kamil bin, û erd gişt bibe bihuşt. Di dawiya hezar salî de wê Îsa her tiştî ku bo wan ji Xwedê destûr girtîbû bibe serî. Pişt re ewê Padîşahiyê dîsa bide bavê xwe. (1. Korîntî 15:24) Lazim û pêwîst nîne ku hûn ji heval û malbata xwe re tiştên Padîşahiya Xwedê dike bibêjin?

[Wêneyê li rûpela 13]

Di bin hukûmdariya Îsa de wê nefret yan pêşrexne tune bin

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne