KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • rq ders 7 r. 14-15
  • Xwe Bi Duayê Nêzîkî Xwedê Kirin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xwe Bi Duayê Nêzîkî Xwedê Kirin
  • Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Dua – Keremeke Mezin
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Bi Alîkariya Duayê Nêzîkî Xwedê Bibe
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Qisim 11
    Guh bidin Xweda
  • Ecêba Yehowa Guh Dide Me?
    Guh Bide Xwedê û Her Bijî
Zêdetir Bibîne
Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
rq ders 7 r. 14-15

Ders 7

Xwe Bi Duayê Nêzîkî Xwedê Kirin

Çima bi rêkûpêk dua yan dua kirin girîng e? (1)

Divê em ji kê re û çawa dua bikin? (2, 3)

Mirov dikare di dua xwe de çi bibêje? (4)

Divê em kengê dua bikin? (5, 6)

Xwedê guhdarê hemû duan e? (7)

1. Dua yan lava kirin, bi dilnizmî bi Xwedê re qisekirin e. Divê em bi rêkûpêk ji Xwedê re dua bikin. Wê çaxê em xwe wekî hevalekî baş nêzîkî wî dihesibînin. Yahowa ewqas mezin û bi qudret e, lê belê dîsa jî ew guhdarê dua û lavayên me ye. Hûn bi rêkûpêk ji Xwedê re dua dikin?—Zebûr 65:2; 1. Selanîkî 5:17.

2. Dua perçeyek ji perestina me ye. Ji bo vê yekê divê em tenê ji Yahowa Xwedê re dua bikin. Gava Îsa li ser rûyê erdê bû wî hergav ji bavê xwe re dua dikir û ne ji şexsekî din. Divê em jî wisa bikin. (Metta 4:10; 6:9) Lê belê divê em hemû duayên xwe bi navê Îsa bikin. Bo hurmeta mewqiya Îsa û baweriya me ya ji bo kefareta wî ev îsbatek e.—Yûhenna 14:6; 1. Yûhenna 2:1, 2.

3. Dema em lava bikin, divê em bi dilsafî û dilûcan bi Xwedê re qise bikin. Ne lazim e ku em duayên xwe ezber bikin yan ji pirtûka duayan bixwînin. (Metta 6:7, 8) Em dikarin bi weziyetekî bi hirmet herdem û li her cîh dua bikin. Heta eger em di dilê xwe de jî ji Xwedê re lava bikin, dîsa ew dikare me bibihîze. (1. Samûyêl 1:12, 13) Bo duayên şexsî baş e ku em cîhekî xewle û xalî bihejmêrin.—Marqos 1:35.

4. Ji bo çi hûn dikarin dua bikin? Ji bo her tiştî ku dikare li ser hevaltiya we bi Xwedê re tesîr bike. (Filîpî 4:6, 7) Dua nimûne ya Îsa ji me re xuya dide ku divê em nav û armanca Yahowa bikin mijar û babeta lavaya xwe. Wekî din em dikarin ji bo ku îhtiyacên me yên madî werin tedarik kirin, ji bo ku gunehên me werin borandin û alîkariya ku em li ber ceribandinan berxwe bidin lava bikin. (Metta 6:9-13) Divê lavayên me xweperest nebin. Divê em ji bo tiştên ku tenê bi daxwaziya Xwedê re ahengdarin dua bikin.—1. Yûhenna 5:14.

5. Dema dilê we tijî be, hûn dikarin ji Xwedê re hergav ji bo sipas û hemdkirinê lava bikin. (1. Dîrokan 29:10-13) Divê çaxa pirsgirêkên we hebin û îman û baweriya we were ceribandin hûn dikarin dua bikin. (Zebûr 55:22; 120:1) Eger berî xwarinê hûn dua bikin di cîh de ye. (Metta 14:19) Yahowa me dawet dike ku em “di her fersendê de” lava bikin.—Efesî 6:18.

6. Eger me gunehekî giran û cidî kiribe, wê çaxê pêwîste em dua bikin. Di wan deman de lazim e ku em ji bo dilovanî û borandinê ji Yahowa re bergerandinê bikin. Eger em gunehên xwe ji wî re îtiraf bikin û qîret bikin, ku cardin wan nekin, Xwedê “hazir e ku bibore.”—Zebûr 86:5; Methelokên Silêman 28:13.

7. Yahowa tenê guhdariya lavayên mirovên adil dike. Ku Xwedê guhdarî duayên we be, pêwîste hûn xîret bikin li pey fermanên wî bijîn. (Methelokên Silêman 15:29; 28:9) Pêwîst e hûn bi dilekî nizm lava bikin. (Lûqa 18:9-14) Lazim e ku hûn xîret bikin bi dua û lavayên xwe re ahengdar bijîn. Bi vî awayî wê hûn îsbat bikin ku hûn bawermendin û gotinên we ji dil tên. Tenê wê gavê wê Yahowa bersîva lavayên we bide.—Îbranî 11:6.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne