Ders 12
Hurmet Bo Jîyan û Xwînê
Divê em bi çi çavî li jîyanê binêrin? (1) Li zaro jiberkirinê? (1)
Mesîhî çawa dikarin îsbat bikin, ku ew ewlekariya can girîng dibînin? (2)
Kuştina heywanan şaş e? (3)
Bi çi awayî mirov nîşan dide, ku hurmeta wî ji jîyanê re tune ye? (4)
Di derbarê xwînê de yasa yan qanûna Xwedê çi dibêje? (5)
Ev qanûna, neqla xwînê jî dike nav xwe? (6)
1. Yahowa çavkaniya jîyanê ye. Her tiştên zindî di derbarê jîyanê de deyndarê Xwedê ne. (Zebûr 36:9) Di nezera Xwedê de jîyan pîroz e. Ji bo Yahowa tewr jîyana korpe yanî zaroyek hê ji deya xwe nebû ye, di zikê deya xwe de ye jî giranbiha ye. Bi hemd kuştina zaroyekî di zikê diya xwe de mezin dibe di nezera Xwedê de şaş e.—2. Mûsa 21:22, 23; Zebûr 127:3.
2. Mesîhiyên rast ewlekariya can pir giring dibînin. Ew dîqet dikin ku otomobîl û mala wan nebin sebeba talûkan. (5. Mûsa 22:8) Xulamên Xwedê tenê ji bo şahiyê yan zewqê jîyana xwe bê sebeb nakin talûkê. Ew bi hemd têkiliyên sîporên zordariyê, ku kesên din birîndar dikin û ziyanê didin wan nabin. Ew ji şahiyên, ku heza zordariyê hişyar dikin dûr dimînin.—Zebûr 11:5; Yûhenna 13:35.
3. Di nezera Afirandêr de jîyana heywanan jî pîroz e. Mesîhiyek dikare heywanan ji bo xwarin û cilên xwe, herweha xwe ji nexweşiyan û talûkeyan biparêzin bikuje. (1. Mûsa 3:21; 9:3; 2. Mûsa 21:28) Lê bi heywanan miamela xirab kirin yan bi tenê seba sîporê yan jî bo şahiyê ew kuştin şaş e.—Methelokên Silêman 12:10.
4. Cixarê kişandin, cûtina gûzên betelî û bikaranîna narkotîkî ji bo mesîhiyan tucar nayê pejirandin. Jiber sebebên ku ew (1) me dike dîl û kole, (2) ziyan û xesarê dide bedena me û (3) pîsî û nepakî ye, ev fêl çewt û şaş in. (Romayî 6:19; 12:1; 2. Korîntî 7:1) Dibe ku terk kirina van xûyan çetin û dijwar be. Lê belê bo ku Yahowa ji me razî be em mecbûrin vê yekê bikin.
5. Xwîn jî di nezera Xwedê de pîroz e. Xwedê dibêje ku can yan jîyan di xwînê de ye. Lewma xwînxwarin şaş e. Xwarina goştê heywanên ku xwîna wan temamî ji wan neçûbe jî ne rast e. Eger heywanek were xeniqandin yan di dafê de bimire, divê goştê wê neyê xwarin. Eger ew ji bo xwarinê bi rimê yan tîrê yan jî tifingê were birîndarkirin, divê di wê gavê de xwîna wê were rijandin.—1. Mûsa 9:3, 4; 3. Mûsa 17:13, 14; Karên Şandiyan 15:28, 29.
6. Pejirandina neqla xwînê nerast e? Gerek em bînin bîra xwe ku Yahowa dixwaze em ji xwînê dûr bimînin. Wate û mana vê ev e ku em ne xwîna kesên din ne jî xwîna xwe ya hatiye embarkirin bistînin. (Karên Şandiyan 21:25) Belê mesîhiyên rast neqla xwînê qebûl nakin. Ew neqla derman û berên bêxwîn û ûsilên tedawiyên tibî yên din qebûl dikin û dipejirînin. Ew bi dil û can dixwazin bijîn, lê belê ew tenê seba ku jîyana xwe bifelitînin, pê li qanûn û yasayên Xwedê nakin.—Metta 16:25.
[Wêneyê li rûpela 25]
Eger em bixwazin Xwedê, razî û dilxweş bikin, divê em neqla xwînê nepejirînin û ji xûyên nepak û talûkyên bê sebeb dûr bimînin