Ders 13
Hûn Çawa Dikarin Dînê Rast Peyde Bikin?
Gelo hemû yan tenê yek dîn Xwedê dilxweş dike? (1)
Çima evqas pir dîn yan olên idea dikin ku ew mesîhî ne hene? (2)
Çawa hûn dikarin mesîhiyên rast nas bikin? (3—7)
1. Îsa tenê yek olekî mesîhî ava kir. Li gor vê yekê pêwîste îro tenê yek komel yan koma peresdarên Yahowa Xwedê yên rast hebe. (Yûhenna 4:23, 24; Efesî 4:4, 5) Pirtûka Pîroz ji me re dibêje ku di riya teng ewa me dibe jîyana herheyî de, tenê hindik mirov hene.—Metta 7:13, 14.
2. Di Pirtûka Pîroz de pêşda hatibû gotin ku piştî mirina resûl yan şandiyan wê hînkirinên şaş û xûyên ne li gor mesîhiyetê hêdî hêdî biketibûya nav civata mesîhî. Wê hindik kes bawermendan li şûna Mesîh, bikin domdarên xwe. (Metta 7:15, 21-23; Karên Şandiyan 20:29, 30) Lewma evqas cûreyên olên dibêjin em mesîhî ne hene. Çawa em dikarin mesîhiyên rast nas bikin?
3. Nîşana mesîhiyên rast ku li berçav, di nav wan de hezkirina bihev e. (Yûhenna 13:34, 35) Ew qebûl nakin û nayên hînkirin ku bifikirin ew ji mirovên nijadên din yan ji mirovên rengên din baştirin. Û ne jî ew tên hînkirin ku ew ji mirovên welatên din nefret bikin. (Karên Şandiyan 10:34, 35) Ji vê yekê ew beşdarên cengan nabin. Mesîhiyên rast ji hev re wekî xuşk û bira ne.—1. Yûhenna 4:20, 21.
4. Wekî din nîşanek ayîn û olê rast ev e ku endamên wê hirmetek kûr ji Pirtûka Pîroz re hene. Ew dipejirînin ku Pirtûka Pîroz gotina Xwedê ye û çi tê de be, pey bawer dikin. (Yûhenna 17:17; 2. Tîmotêyos 3:16, 17) Ew Gotina Xwedê ji fikir û edetên mirovan girîngtir dibînin. (Metta 15:1-3, 7-9) Ew qîret dikin ku jîyana xwe ya rojane bi şiklekî li gor Pirtûka Pîroz bidomînin. Lewma, gotin û karên wan ji hev cuda nînin.—Tîtos 1:15, 16.
5. Divê olê rast rêz û hurmeta navê Xwedê jî bike. (Metta 6:9) Îsa navê Xwedê, Yahowa, ji kesên din re da nasandin. Gerek mesîhiyên rast jî vê yekê bikin. (Yûhenna 17:6, 26; Romayî 10:13, 14) Li derdor û herêma we de kî ji mirovên din re navê Xwedê didin naskirin?
6. Divê mesîhiyên rast Padîşahiya Xwedê weaz bikin û wê bidin naskirin. Îsa jî ev kir. Îsa jî hergav li ser Padîşahiyê qise kir. (Lûqa 8:1) Wî ji şagirtên xwe re ferman kir ku ew eynî peyam û xeberê li ser giştî erdê belav bikin. (Metta 24:14; 28:19, 20) Mesîhiyên rast bawer dikin ku tenê Padîşahiya Xwedê ji rûyê erdê re aştî û ewlekariya rast dikare bîne.—Zebûr 146:3-5.
7. Gerek şagirtên Îsa nebin perçekî vê dinya xirab. (Yûhenna 17:16) Têkiliyên wan bi siyasetê û bi pevçûnên civakî tune ne. Ew xwe ji rêveçûn û xûyên xirabên ku îro li ser rûyê dinê ne, diparêzin. (Aqûb 1:27; 4:4) Gelo li herêm û derdora we de komek olî ku nîşanên mesîhiyên rast şanî we bide, heye?
[Wêneyên li rûpela 26, 27]
Mesîhiyên rast ji hevûdin hez dikin, ew hurmetkarên Pirtûka Pîrozin û mizgîniya Padîşahiya Xwedê didin