KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lff ders 18
  • Mesîhiyên Heqîqî Kî ne?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Mesîhiyên Heqîqî Kî ne?
  • Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HÛR Û KÛR BIFIKIRE
  • BI ÇEND GOTINAN
  • ZÊDETIR HÎN BIBE
  • Gelo Şahidên Yehowa Mesîhiyên Heqîqî ne?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Xebera Xêrê Çawa Tê Belavkirin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Îsa Mesîh Yekî Çawa ye?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Çawa Dikare Jiyana Te Xweştir Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Zêdetir Bibîne
Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
lff ders 18
Ders 18. Îsa Mesîh şîretan dide şagirtên xwe û wan dudo dudo dişîne xizmeta mizgîndayînê.

DERS 18

Mesîhiyên Heqîqî Kî ne?

Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî

Bi milyaran însan dibêjin ku ew Mesîhî ne. Lê belê, bîr û baweriyên wan ji hev cuda ne û ew li gor eynî qanûn û pîvanan nameşin. Gelo em ji ku dizanin ku Mesîhiyên heqîqî kî ne?

1. Maneya peyva Mesîhî çi ye?

Ji şagirtên Îsa Mesîh re, yanî ji şopînerên wî re, Mesîhî tê gotin (Karên Şandiyan 11:26 bixwîne, li jêrenotê binêre). Ew çawa îsbat dikin ku ew bi rastî şagirtên Îsa Mesîh in? Îsa Mesîh got: “Eger hûn di peyva min de bimînin, bi rastî jî hûn şagirtên min in” (Yûhena 8:31). Ev tê maneya ku Mesîhiyên heqîqî gerek guh bidin gotin û elimandinên Îsa Mesîh. Îsa Mesîh çi digot, wî tim li ser esasê Nivîsarên Pîroz digot. Mesîhiyên heqîqî jî gerek tim wisa bikin (Lûqa 24:27 bixwîne).

2. Mesîhiyên heqîqî çawa hezkirinê nîşan didin?

Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got: “Ji hevdû hez bikin, wek ku min ji we hez kir” (Yûhena 15:12). Îsa Mesîh çawa nîşan dida ku ew ji şagirtên xwe hez dike? Wî dema xwe bi wan re derbas dikir, dilê wan xweş dikir û alî wan dikir. Heta wî canê xwe ji bo wan qurban kir (1. Yûhena 3:16). Wek Îsa Mesîh, Mesîhiyên heqîqî jî li ser hezkirinê, ne tenê xeber didin, ew bi gotin û kirinên xwe hezkirina xwe ji hevdû re nîşan didin.

3. Wezîfeya Mesîhiyên heqîqî çi ye?

Îsa Mesîh wezîfeyek da şagirtên xwe: “Wî ew şandin, da ku ew Padîşahiya Xwedê bidin bihîstin” (Lûqa 9:2). Mesîhiyên pêşîn ev wezîfe ne tenê li cihên îbadetên xwe dianîn cih, ew diçûn cihên umûmî û malên xelkê jî (Karên Şandiyan 5:42; 17:17 bixwîne). Îro jî, Mesîhiyên heqîqî li her derê ji însanan re behsa rastiyên Kitêba Pîroz dikin. Ew ji însanan pir hez dikin û dixwazin hêvî û dilxweşiyê bidin wan. Loma, ew wext û qeweta xwe bi kêfxweşî xerc dikin ku mizgîna Kitêba Pîroz belav bikin (Marqos 12:31).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Em çawa dikarin Mesîhiyên heqîqî ji kesên ku li gor gotin û elimandinên Îsa Mesîh nameşin, ferq bikin?

4. Ew li rastiyên Kitêba Pîroz digerin

Du Mesîhiyên sedsala yekê ji bo dîtina rastiyê tomareke Kitêba Pîroz lêkolîn dikin.

Mesîhiyên pêşîn gelek qîmet didan Peyva Xwedê

Gelek kesên ku dibêjin ew Mesîhî ne, qîmetê nadin rastiyên Kitêba Pîroz. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

VÎDEO: Mesîhiyên Sexte Çawa Çêbûne? (5:11)

  • Mesîhiyên sexte ji gotin û elimandinên Îsa Mesîh çawa dûr ketine?

Îsa Mesîh rastiya Kitêba Pîroz hîn dikir. Yûhena 18:37 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Li gor Îsa Mesîh, em çawa dikarin pê derxin ka ‘kesên ku ji aliyê rastiyê’ ne, kî ne?

5. Ew rastiyên Kitêba Pîroz belav dikin

Mesîhiyên sedsala yekê li malên xelkê mizgînê didin wan.

Mesîhiyên pêşîn ji kesên din re behsa xebera xêrê dikir

Berî ku Îsa Mesîh here ezmanan, wî wezîfeyek da şagirtên xwe, ya ku heta îro dewam dike. Meta 28:19, 20 û Karên Şandiyan 1:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Şagirtên Îsa Mesîh wê heta kengê û heta ku derê xebera xêrê belav bikin?

6. Gotin û kirinên wan yek in

Zilamekî bi navê Tom çawa razî bû ku wî Mesîhiyên heqîqî dîtine? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

VÎDEO: Dîn û Bawerî li Ber Çavê Min Reş Bûbûn (5:20)

  • Çi hat serê Tom ku îmana wî bi dîn û baweriyê nema?

  • Ew çima îqna bû ku wî rastî dîtiye?

Gotin rihet e, lê kirin zehmet e. Meta 7:21 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ji bo Îsa Mesîh çi muhîmtir e: Eger em îdîa bikin ku îmana me heye yan jî ku em bi kirinên xwe îsbat bikin ku îmana me heye?

7. Ew ji hevdû hez dikin

Malbateke Mesîhiyên sedsala yekê xwarinê ji xwişk û birayên xwe yên bawermend re dibin.

Mesîhiyên pêşîn ji hevdû pir hez dikir

Gelo şagirtên Îsa Mesîh bi rastî hazir in ku canê xwe ji bo hevdû bidin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

VÎDEO: Ew Hazir Bû ku Canê Xwe Bide (2:55)

  • Birayê Lloyd çima hazir bû ku canê xwe ji bo birayê Johansson bide?

  • Tu çi dibêjî, gelo wî wek Mesîhiyekî heqîqî hereket kir?

Yûhena 13:34, 35 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gerek şagirtên Îsa Mesîh, yanî Mesîhiyên heqîqî, ji însanên ji kok û miletên din re çawa bin?

  • Gerek ew di wexta şer û herban de çawa hereket bikin?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Çi Mesîhî, çi ne Mesîhî, her kes ji Xwedê re îbadetê dike.”

  • Teyê bi kîjan ayetê nîşan bidaya ku gerek îbadeta rast çawa be?

BI ÇEND GOTINAN

Mesîhiyên heqîqî guh didin gotin û elimandinên Kitêba Pîroz. Ew ji hevdû hez dikin û hazir in ku canê xwe ji bo hevdû bidin. Wekî din, ew rastiyên Kitêba Pîroz belav dikin.

Tu çi elimî?

  • Mesîhiyên heqîqî bîr û baweriyên xwe li ser çi esasî ava dikin?

  • Kîjan sifet nîşan dide ku Mesîhiyên heqîqî kî ne?

  • Wezîfeya Mesîhiyên heqîqî çi ye?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Bibîne ku kîjan koma însanan li gor gotin û elimandinên Îsa Mesîh dijî.

Şahidên Yehowa – Em Kî ne? (1:13)

Jinikeke ku berê rahîbe bû, ji xwe re “malbateke nû” dibîne.

“Wan bi Kitêba Pîroz Hemû Bersivên Pirsên Min Dan!” (Birca Çavdêriyê, 1 Nîsan 2014)

Bibîne ku şagirtên Îsa Mesîh di dema felaketan de çawa alî hevdû dikin.

Alîkariya di Dema Felaketên Tebîetê de (Bi Qismî) (3:57)

Gelo kî guh dide gotinên Îsa Mesîh û li dû wî diçe?

“Nîşanên Mesîhiyên Heqîqî Çi ne?” (Birca Çavdêriyê, 1 Adar 2012)

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne