KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bm beş 2 r. 5
  • Qewirîna ji bihiştê

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Qewirîna ji bihiştê
  • Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Di Cenetê de Jiyan Çawa Bû?
    Guh Bide Xwedê û Her Bijî
  • Adem û Hewayê Guh Neda Xwedê
    Dersên ji Kitêba Pîroz
Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
bm beş 2 r. 5
Hewa destê xwe davêje mêweya qedexekirî

BEŞ 2

Qewirîna ji bihiştê

Milyaketeke serhildêr herdu mirovên pêşî Adem û Hewa xistin bin bandora xwe, da ku ew rêveberiya Xweda red bikin. Di encama vê yekê de, mirovahî ket destê guneh û mirinê.

XWEDA beriya demeke dirêj a ku mirov biafirîne milyaketên ku ji ruhên nedîtbar pêk tên, afirandin. Li Baxçeyê Adenê milyaketeke serhildêr ê ku paşê wekî Îblîs Şeytan hat nasîn, xebitî ku bi awayeke fenokî bi Hewayê bixapîne û ji fêkiya dara, ku Xweda xwarina wê qedexe kiribû, pê bide xwarin.

Şeytên bi devê marekî axivî û angaşt kir ku Xweda ji Hewayê û hevserê wê tiştekî ku li xweşa wan diçe diparêze. Vî milyaketî ji Hewayê re got heger hûn ji fêkiya ku hatiye qedexekirin bixwin, hûnê nemirin. Wî bi vî awayî Xweda, bi angaşta ji mirovên ku wekî zarokê wî bûn re derewan dike, tawambar kir. Vî afirîdê hîlebaz serhildêriya li dijî Xweda wekî riya bidestxistina zanyariyeke taybet û azadiyê da xuyakirin. Lê ev yek derew bû û hem jî ji derewên ku di cîhanê de hatine kirin a yekemîn bû. Lê di vir de mijara herî girîng a ku ketibû ber pirsê, mafê desthilatdarî û rêveberiya Xweda bû. Bi gotineke din, vê angaştê şik û gumana ku gelo Xweda dikare bi awayeke dadperwer bo qenciya afirînên xwe li ser wan padîşahiyê bike yan na, peyda kir.

Hewayê ji derewa Şeytên bawer kir. Pêşî dilê wê bijiya fêkiyê û paşê dest bi xwarina wê kir. Wê paşê, ji wê fêkiyê da hevserê xwe û wî jî xwar. Ew bi vî awayî bûn gunehkar. Ev bûyera ku wekî tişteke biçûk tê dîtin, di esasê xwe de serhildanek bû. Adem û Hewayê bi vê yekê bizanîn, binpêkirina fermana Xweda hilbijart in û rêveberiya Afirandarê ku ligel jiyana bêkêmahî her tişt dabû wan, red kirin.

Nîjad “ewê êrîşî serê te bike û tuyê êrîşî pehniya wî bikî” (1. Mûsa 3:15).

Xweda ji van serhildêran hesab xwest. Wî ji pêşve ji wan re ragihand û got ku wê Rizgarkareke ku temsîlkarê mar ango Şeytên ji holê rabike, bê û ew Nîjada Sozdayî bû. Xweda pêkanîna biryara mirina Adem û Hewayê bi paşve avêt û bi vî awayî li dûndana wan a ku hê nehatibû zayîn, dilovanî kir. Lê ji bo zarokên wan wê hêviyek hebûya; bingeha vê hêviyê jî Yê ku Xweda bo jiholêrakirina belaya ku ji rûyê serhildana li Adenê peyda bûbû, wê bişandana bû. Xweda di pêvejoya nivîsandina Pirtûka Pîroz de hêdî hêdî ragihand, ku armanca wî ya derbarê vî Rizgarkarî de, wê çawa pêk bê û yê ku wê bihata şandin kî ye.

Xweda Adem û Hewa ji bihiştê qewirand in. Ji bo ku li ser axên derveyî Adenê jiyana xwe bidomînin, divê wan zahmet bidîta û xwêdan birijandana. Paşê Hewa ducanî bû, wê Kaîn (ku wekî Kabîl jî tê nasîn) anî cîhanê û ew ji zarokên Adem û Hewayê yê yekem bû. Paşê hin keç û lawên wan ên din çêbûn; ji wan dido Habîl û Şît bûn û Şît pederşahê Nûh bû.

Ji 1. Mûsa beşên 3 heta 5 û Peyxam 12:9.

  • Derewa pêşî çibû û ji kê hat?

  • Adem û Hewayê bihişt çawa winda kirin?

  • Gava Xweda ji serhildêran hesab xwest, ji bo hêviyê kîjan bingeh pêk anî?

BIQISÛRÎ Û MIRIN

Xweda Adem û Hewa bi awayeke bêkêmahî afirandin û ji wan re derfeta ku herheyî di bihiştê de bijîn, da. Lê gava wan li dijî Xweda sêrî hil da, bûn gunehkar. Lewre Adem û Hewa êdî ne mirovên bêkêmahî bûn û têkiliyên wan, ên bi Yahowayê ku çavkaniya jiyanê ye re, xera bûn. Piştî vê bûyerê, êdî bo wan û tevahiya dûndana wan a biqisûr rizgarbûyîna ji guneh û mirina ku bi navgîniya guneh peyda bû, nepêkan bû (Romayî 5:12).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne