KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bm beş 11 r. 14
  • Lavijeyên hîndarî û xemrevînê

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Lavijeyên hîndarî û xemrevînê
  • Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
bm beş 11 r. 14
Dawid çengê dixe û kilaman distirê

BEŞ 11

Lavijeyên hîndarî û xemrevînê

Dawid pêxamber û hin kesên din, ji bo ku di perestinê de bên bikaranîn, bi navgîniya Ruhê Pîroz lavije nivîsîn. Ev lavije ji 150 beşan pêk tên û di naveroka Pirtûka Zebûran de ne.

JI nivîsarên Pirtûka Pîroz a herî mezin Zebûr e û ew hemû ji Lavijeyên Pîroz pêk tê. Nivîsandina tevahiya Zebûrên Pîroz kêm-zêde bi qasî 1000 salan berdewam kir. Bêjeyên di Pirtûka Zebûran de, di nav nivîsarên herî biwate û bibandor ên ku heta niha li cîhanê hatine nivîsîn de, tên pejirandin. Di van lavijeyan de ji şahî, pesin û şikirdariyan bigire, heta derd, xemgînî û tobedariyê, hestên mirovî bi awayeke pirralî dikare bê dîtin. Bi şikleke pirr zelal tê dîtin ku di navbera nivîskarên lavijeyan û Xweda de, têkiliyên germ û ewledar hebûne. Niha em dest bi lêkolîna hin mijarên ku di nav Nivîsaran de derbas dibin bikin.

Desthilatdarî mafê Yahowa Xweda ye; ew şayanî perizîn û pesnahiyan e. Di Zebûr 83:18-an de, weha hatiye nivîsîn: Bila bi vê yekê bizanibin ku Navê te Yahowa ye û yê ku li ser tevahiya gerdûnê herî bilind e Tu yîa. Hin lavije jî, ji bo berhemên wî yên wekî: Stêr, ezman, xerîqeyên jiyana li ser rûyê erdê û afirîna bedena mirov a bi şiklekî ecêb û mûcîzeyî, pesnê Yahowa Xweda didin (Zebûr beşên 8, 19, 139, 148). Hinek jî, pesnê wî didin û dibêjin ku Yahowa Xweda dilsozên xwe diparêze û ji bo rizgariya wan dest bi nîşandayîna hêza xwe dike (Zebûr beşên 18, 97, 138). Ji wan hinek jî, ji ber ku Yahowa Xweda bi dadperweriya xwe yên xerab biceza dike û belengazan diparêze, pesnên wî didin (Zebûr beşên 11, 68, 146).

Yahowa Xweda ji yên ku ji wî hez dikin re alîkariyê dike û wan teselî dike. Ji Pirtûka Zebûran lavijeya herî navdar belkî ya 23-yan e. Di vê lavijeyê de Dawid pêxamber Yahowa Xweda wekî şivanekî biheztije yê ku ji pezê xwe re rêberiyê dike, xema wan dixwe û wan diparêze, dide nasîn. Herweha Zebûr 65:2 bibîr tîne ku Yahowa Xweda guh dide duayên bawermendên xwe. Ji Pirtûka Zebûran ayetên beşên 39 û 51-an jî, dikarin ji kesên ku guneheke mezin kirine re, bibin xemrevînî. Dawid pêxamber di van lavijeyan de, ji bo guneheke ku kiriye, poşmanbûyîna xwe bi hestên zehf kur îfade dike û derbarê bexşandina ji aliyê Yahowa ve, ewlebûyîna xwe tîne ziman. Di Zebûr 55:22-yan de jî, bêjeyên ku mirovan hem teşwîqî ewlebûyîna li Yahowa Xweda dikin hene û hem jî, yên ku nîşan didin mirov dikare barê xwe ji wî re berde.

Yahowa Xweda bi navgîniya padîşahiya Mesîh wê cîhanê biguhere. Hin ayetên Pirtûka Zebûran bi awayeke pirr zelal destnîşan dikin û radigihînin ku Mesîh di pêşerojê de wê bibe padîşah. Bi mînak di Zebûr beşa 2-yan de, tê gotin ku ev padîşah hemû neteweyên ku jê re dijberiyê dikin, wê ji holê rake. Dîsa Zebûr beşa 72-yan jî, radigihîne ku heman padîşah tevahiya birçîtî, bêdadperwerî û zordariyê wê tune bike. Li gor Zebûr 46:9-an jî, Xweda bi navgîniya padîşahiya Mesîh wê hemû şeran û çekan ji holê rake. Herweha ji Pirtûka Zebûran beşa 37-an, dibêje ku xerabî wê bê tunekirin, lê mirovên rast jî, li ser rûyê erdê di nava zêdehiya aştiyê de wê zewq û şahiyeke pirr mezin tam bikin û herheyî bijîn.

Ji Pirtûka Zebûr.

  • Pirtûka Zebûran mafdariya rêveberiya Yahowa Xweda, çawa ispat dike?

  • Kîjan lavije nîşan didin ku Xweda teselî û alîkariyê dide kesên ku ji wî hez dikin?

  • Li gor Pirtûka Zebûran, Xweda wê cîhanê çawa biguhere?

a Di pêşgotina wergera Kitêba Pîroz ya Tîrmeh 2008-an de, derbarê Navê Xweda de weha hatiye nivîsîn: “Yê din jî mîna XUDAN (bitûmî [bi tevahî] bi tîpên mezin) hatiye nivîsandin. Ew jî bi Îbranîtî ‘ELOHÎM’, ‘YHVH’, ‘YAHVE’, ‘YEHOVA’.” Ji bo vê yekê Navê Yahowa Xweda di Pirtûka Pîroz de cîhê xwe yê resen ê ku layîqe digire.

HELBESTA HELBESTAN

Padîşah Silêman di Nivîsara Helbesta Helbestan de, diyar dike ku mirov bi dewlemendiya zêde nikare evîna jinekî bidest bixe. Padîşah di vê Nivîsarê de hewldana xwe ya ji bo bidestxistina dilê keçekî bedew a ku evîndarê şivanekî ciwan bûye, wekî çîrok vedibêje. Ev helbesta ku bi navgîniya Ruhê Pîroz hatiye nivîsîn, nîşan dide du kesên ku dil dabin hev, dikarin bêyî ku bêsincîtiyê bikin, evîna xwe bidin berdewamkirin. Herdu evîndarên ciwan ên ku di vê Nivîsarê de behsa wan tê kirin, bi taybetmendiyên xwe yên wekî: Xwezehftkirin, exlaqê qenc û dilsoziyê mirovan li xwe heyran dihêlin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne