KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bm beş 12 r. 15
  • Şehrezayiyên bo jiyana rojane

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Şehrezayiyên bo jiyana rojane
  • Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Silêman bi şehrezayiyê padîşahiyê dike
    Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
bm beş 12 r. 15
Li demên Pirtûka Pîroz mirov dexil top dikin

BEŞ 12

Şehrezayiyên bo jiyana rojane

Nivîsara Methelokên Silêman di naveroka xwe de şîretên ji Peyxama Xweda yên ku di jiyana rojane de rê nîşan didin, dihewîne û pirraniya wan, ji aliyê Silêman pêxamber ve hatine nivîsîn.

YAHOWA Xweda wekî desthilatdar şehrezayiya xwe çawa nîşan da? Ji bo ku mirov bikare bersîva vê pirsê bibîne, divê li ser şîretên wî kûr bifikire. Gelo ev şîret ji bo jiyana rojane bikêr in? An jî guhdayîna wan dikare jiyanê biwatetir û qenctir bike? Silêmanê Şehreza, bi navgîniya Ruhê Pîroz, bi sedan mesele nivîsîn. Ev mesele, ji yên ku hema hema di hemû qadên jiyanê de têne bikaranîn, pêk tên. Em di vî warî de dikarin li ser çend mînakan lêkolînê bikin.

Ewlebûna li Xweda. Ji bo têkiliyeke qenc a bi Yahowa Xweda re, ewlebûn zehf pêwîst e. Silêman weha nivîsî: “Bi hemûya dilê xwe, li XUDAN ... ewle bibe û pişta xwe nesipêre aqilê xwe. Di her karê ku tu dikî de, wî nas bike û ew jî [wê] rêya te derxe rastiyê” (Methelokên Silêman 3:5, 6). Heger mirov rêberiya wî bixwaze û bi guhdayînê li Xweda ewle be, dikare jiyana xwe biwate bike. Jiyaneke wusa derfeta ku mirov bikare Yahowa Xweda dilşad bike, dide. Herweha ev yek angaşta ku dijminê wî ango Şeytên avêtibû holê jî, diderewîne û Xweda mafdar derdixe (Methelokên Silêman 27:11).

Têkiliyên bi kesên din re. Derbarê jiyana malbatê de ji bo jin, mêr û zarokan îro ji tevahiya demên din zêdetir, hewcedarî bi şîretên Xweda heye. Xweda ji zilam re vê şîretê dide: “Bi pîreka xwe ya tu di ciwantiya xwe de pê re zewiciyî ... dilxweş bibe!” (Methelokên Silêman 5:18-20). Jinên mêrkirî jî, dikarin di nivîsara Methelokên Silêman de, meseleya jineke canik a ku ji aliyê hevser û zarokên wê ve, bi heyranî pesnên wê hatine dayîn, bibînin (Methelokên Silêman beş 31). Di vê Nivîsara Pîroz de, zarok jî dibînin ku çima pêwîste ew bi ya dê û bavê xwe bikin (Methelokên Silêman 6:20). Pirtûk wekî din jî, nîşan dide ku gava mirov xwe ji civakê veqetîne, dibe xwehez. Herweha ev Nivîsar diyar dike ku di nav mirovan de hevaltî û dostî jî, zehf girîng e (Methelokên Silêman 18:1). Ji ber ku dostên me dikarin carna di gelek mijaran de, bandora qenc û neqenc jî li ser me bikin, di hilbijartina wan de hewcedariya me bi şehrezayiyê heye (Methelokên Silêman 13:20; 17:17).

Li xwe miqatebûyîn. Pirtûka Methelokên Silêman di naveroka xwe de gelek şîretên ku mirov bikare bi navgîniya wan, xwe ji xûyên xerab ên wekî: Serxweşî, tiralî û hîsên xeraker ên ku bi awayeke neyînî bandorê li tendûristiyê dikin biparêze, dihewîne (Methelokên Silêman 6:6; 14:30; 20:1). Ev Pirtûk dibêje ku ewlebûna li fikrên mirovî yên ku bi şîretên Xweda ve, ne diahengê de ne, bela û bêtarê bi ser mirovan de tîne (Methelokên Silêman 14:12). Herweha Nivîsar tîne bîra mirovan ku “çavkaniya” jiyanê ji dilê mirovan tê der, ango ew tembîh li me dike ku em dil û ramanên xwe ji bandorên xerab biparêzin (Methelokên Silêman 4:23).

Ji mirovên cîhanê bi mîlyonan kesan jiyana xwe li gor van şîretan domand û bûn xwediyê jiyaneke bextewertir. Wan di encama vê yekê de pê derxist ku gelek sedemên ku divê mirov Yahowa Xweda li ser xwe padîşah bipejirîne, hene.

Ji Nivîsara Methelokên Silêman.

  • Em bi lêkolîna ji Pirtûka Methelokên Silêman dikarin çi hîn bibin?

  • Pirtûka Methelokên Silêman ji mirovan re çawa rêberiyê dike ku ew hem şehreza bin û li Xweda ewlebin û hem jî, bi kesên din re têkiliyên qenc daynin?

WAÎZ (ZANEBÊJ)

Gelo em çawa dikarin jiyaneke biwate û dilşad bijîn? Silêman di mertebeyeke ku dikaribû vê pirsê bibersivîne de, bû. Ji ber ku ew xwediyê dewlemendî, şehrezayî û desthilatdariyekî gewre bû, wî dikaribû bibîne ku tevahiya van tiştan dikarin bi rastî mirovan dilşad bikin an na. Ew li pey zewqên madî bezî, bi gelek jinên bedew re zewicî û bi awayeke herî qenc şa bû û bîhna xwe veda. Wî avahiyên mezin ava kirin û ji nivîsarên kesên zana lêkolîn kir. Lê di dawiyê de gihîşt çi encamê? “Her tişt vala ye!“ Wî ligel vê yekê ev rastiya biwate fêm kir: “Dawiya kar ev e: Her tişt hat bihîstin; ji Xwedê ... bitirse û bi [ferman] wî ... bigire“ (Waiz 12:8, 13).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne