KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bm beş 21 r. 24
  • Îsa Mesîh dijî!

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îsa Mesîh dijî!
  • Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Şandî Mizgîniyê bê tirs belav dikin
    Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Îsa ji Mirinê Hat Rakirin
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Îsa bûyerên ku bandorê li tevahiya cîhanê dikin ji berê ve radigihîne
    Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Îsa Mesîh dimire
    Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
Zêdetir Bibîne
Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
bm beş 21 r. 24
Îsa hildikişe ezmanan

BEŞ 21

Îsa Mesîh dijî!

Îsa li şopînerên xwe xuya dibe, da ku rêwerzan û wêrînê bide wan.

PIŞTÎ ku sê roj bi ser mirina Îsa re bihûrîbûn, ji şagirtên wî yên jin hinek hatin ser gorê, lê wan kevirê ku deriyê gorê pê hatibû girtin, ji cihê wî gindirîbûyî dîtin. Herweha hundirê gorê jî vala bû.

Li wir du milyaket li wan xuya bûn. Ji wan yekî weha got: “Hûn li Îsayê Nisretî ... digerin. Ew ji mirinê” hatiye vejandin (Marqos 16:6). Jinan ji wir dest bi bezînê kir û xwestin ku vê yekê ji şandiyên wî re bêjin. Ew di rê de rastî Îsa hatin. Wî ji wan re got: “Netirsin; herin û ji birayên min re bêjin ku bila ew biçin Celîlê û ewê li wir min bibînin!” (Metta 28:10).

Di heman rojê de piştî çend saetan, du şagirtên Îsa ji Orşelîmê diçûn gundê Emwasê. Di rê de yekser yekî biyan beşdarî wan bû û ji wan re got, hûn derbarê çi mijarê de qise dikin. Ev zilam Îsayê ku ji mirinê hatibû vejîn bû, lê ew bi şiklekî ku di destpêkê de neyê naskirin li wan xuya bûbû. Herdu şagirtan bi awayeke xemgîn jê re gotin, ku ew derbarê Îsa de dipeyivin. Yê biyan jî, li ser vê yekê dest pê kir derbarê Mesîh de, tevahiya xalên di Nivîsarên Pîroz de, ji wan re şîrove kirin. Bi rastî jî, hemû tiştên ku ji berê ve derbarê Mesîh de hatibûn ragihandin, yek bi yek di jiyana Îsa de pêk hatibûn.a Lê gava şagirtan fêm kirin, yê biyan Îsayê ku bi awayeke ruh hatiye vejandine, ew yekser li ber çavê wan winda bû.

Herdu şagirt bilez vegerîn Orşelîmê. Wan şandî li wir dîtin; ew hemû li cem hev bûn û deriyê cihê ku lê bûn, bi awayeke zexim hatibû girtin. Gava herdu zilaman tiştên ku hatibûn serê wan ji şandiyan re digotin, yekser Îsa li wan xuya bû. Lê şopînerên wî li vê yekê şaş û metal mabûn û ji çavên serê xwe bawer nedikirin. Îsa ji wan re got: “Çima di dilê we de şik dizên? ... Û wî ji wan re got: Wusa hatiye nivîsîn ku Mesîh wê eziyetê [cefayê] bikişîne û wê roja sêyemîn ji nav miriyan [bê vejandin]” (Lûqa 24:38, 46).

Îsa piştî ku hat vejandin di pêvejoya 40 rojan de, gelek caran li şagirtên xwe xuya bû. Ew carekê li ajaweyeke ku ji 500 kesan zêdetir bû jî, xuya bû! Wî di vê bûyerê de, bi îhtimaleke pirr mezin ji wan re ev peywira girîng da: “Niha hûn herin, hemû neteweyan bikin şagirtên min ... Û bi girtina hemû tiştên ku min ji we re [ferman dane] hînî wan bikin. Û a vay, ez hemûya rojan, heta dawiya [cîhanê] bi we re me!” (Metta 28:19, 20).

Îsa wexta ku cara dawîn li 11 şandiyên xwe yên dilsoz xuya bû, ji wan re ev soz da: “Lê gava ku ruhê pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin û ... heta bi kûjê [cîhanê] yê herî dûr bibin şahidên min” (Karên Şandiyan 1:8, MIZ). Ew paşê hat hilkişandinî jor û gava ber bi ezmên ve bilind dibû, ji aliyê ewrekî ve hat nixûmandin, da ku ji ber çavên şagirtan bê veşartin.

Ji Metta beş 28; Marqos beş 16; Lûqa beş 24; Yûhenna beşên 20 û 21; 1. Korîntî 15:5, 6.

a Ji bo ku hûn bikarin pêxamberîtiyên ku ji berê ve derbarê Mesîh de hatine ragihandin û mînakên li ser tiştên ku di jiyana Îsa de pêk hatine bibînin, li rûpelên 17-19-an, ên vê weşanê binêrin.

  • Şagirtên Îsa çawa hîn bûn ku Xweda ew ji mirinê vejandiye?

  • Îsa di riya Emwasê de, ji herdu şagirtên xwe re çi şîrove kir?

  • Îsa beriya ku hilkişe ezmanan, kîjan rêwerz dan şopînerên xwe?

RUHÊ PÎROZ

Ruhê Pîroz ê Xweda di tevahiya gerdûnê de, hêza herî bibandor e. Yahowa Xweda hem dema ku erd û ezman afirandin Ruhê Pîroz bikar anî û hem jî wexta ku Pirtûka Pîroz da nivîsandin, bi navgîniya Ruhê Pîroz ji nivîskarên wê re rêberî kir. Hemû mûcîze û kerametên ku me heta niha xwendin jî, bi saya Ruhê Pîroz pêk hatibûn; lê belê ji wan a herî mezin, ji mirinê wekî ruhekî hêzdar vejîna Îsa Mesîh bû (1. Mûsa 1:2; 2. Samûyêl 23:2; Karên Şandiyan 10:38; 1. Petrûs 3:18).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne