-
Xweda bi navgîniya pêxamberên xwe diaxivePirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
-
-
BEŞ 14
Xweda bi navgîniya pêxamberên xwe diaxive
Yahowa peywir da pêxamberan. Ew derbarê Fermanên wî, perestina ku li xweşa wî diçe û Mesîh de, diaxivin.
DI serdema padîşahên Îsraêl û padîşahên Cihûda de, hinek mirovan peywirekî taybet girt ser milê xwe; ev mirov pêxamber bûn. Ji van pêxamberên ku peyamên Xweda radigihandin, her yekî bawerî û wêrekiyekî bêhempa nîşan dabûn. Em niha dikarin derbarê çar mijarên girîng ên ku ji aliyê pêxamberên Xweda ve hatibûn ragihandin de, lêkolînê bikin.
1. Hilweşîna Orşelîmê. Ji Îşaya û Yêremiya bigire gelek pêxamberên Xweda, ji beriya demeke dirêj ve ragihandibûn ku wê bajarê Orşelîmê bê hilweşandin û wêran bimîne. Wan sedemê vê cezaya ku Orşelîmê heq kiribû, bi awayeke bibandor vegotibûn. Ji ber ku kevneşopên olê şaş, hovîtî û zordariyê angaşta ku ev bajar, Yahowa Xweda temsîl dike, diderewand (2. Qiralan 21:10-15; Îşaya 3:1-8, 16-26; Yêremya 2:1–3:13).
2. Ji nû ve damezrîna sîstema perestina paqij. Gelê Xweda piştî sergomiya bi qasî 70 salan, wê ji destê Babîliyan bihata rizgarkirin û serbest bimana. Ew divê dîsa biziviriyana welatê xwe yê wêranbûyî û li Orşelîmê Perestgeha Yahowa Xweda, wê ji nû ve bihata avakirin (Yêremya 46:27; Amos 9:13-15). Îşaya pêxamber jî, ji beriya 200 salan ve, ragihandibû û gotibû, navê rizgarkarê ku wê Babîlê têk bibe Qoreş e. Vî desthilatdarî wê ji gelê Xweda re derfet bidana, ku ew bikarin sîstema perestina ku li Xwedayê wan xweş tê, ji nû ve damezrînin. Herweha Îşaya li ser stratejiya şerê Qoreş jî gelek agahiyên zelal dabûn (Îşaya 44:24–45:3).
3. Hatina Mesîh a ser rûyê erdê û jiyana wî. Mesîh wê li navçeya Beytlehmê bihata cîhanê (Mîka 5:2). Ewê bibûya yekî dilnizm û li ser pişta dehşikeke kerê siwarbûyî, biketa Orşelîmê (Zekerya 9:9). Ligel dilovanî û nazikiya wî, ewê di civakê de, ji aliyê gelek kesan ve nehata hezkirin û bihata redkirin (Îşaya 42:1-3; 53:1, 3). Mesîh paşê jî bi awayeke dijwar wê bihata kuştin. Lê gelo ev yek dawiya wî bû? Na. Wî jiyana xwe kir gorî, da ku bi navgîniya wî derfet ji lêbihûrîna gunehên gelek kesan re, bê dayîn (Îşaya 53:4, 5, 9-12). Û ev yek jî bi tenê bi vejîna wî ya ji mirinê dikaribû pêkan be.
4. Padîşahiya Mesîh a li ser cîhanê. Mirovên biqisûr nikarin rêveberiyeke aştîxwaz ava bikin; lê padîşah Mesîh wê wekî Desthilatdarê Aştiyê bihata binavkirin (Îşaya 9:6, 7; Yêremya 10:23). Di dema padîşahiya wî de, tevahiya mirovan bi hevdû re, heta bi hemû cûreyên ajalan re jî, wê di aştiyê de bijiyana (Îşaya 11:3-7). Hemû nexweşî wê ji holê rabûyana (Îşaya 33:24). Heta mirin jî wê her û her bihata tunekirin (Îşaya 25:8). Kesên mirî di dema desthilatdariya Mesîh de, ji bo ku li ser rûyê erdê bijîn, wê ji mirinê bihatana vejandin (Danîêl 12:13).
Ji Pirtûka Îşaya, Yêremya, Danîêl, Amos, Mîka û Zekerya.
-
-
Pêxamberê ku li sergomiyê pêşerojê dibînePirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
-
-
BEŞ 15
Pêxamberê ku li sergomiyê pêşerojê dibîne
Daniyêl pêxamber derbarê Padîşahiya Xweda û li ser Mesîhê ku wê bê de, hinek rastiyan radigihîne. Babîl têk diçe.
BERIYA hilweşîna Orşelîmê di nav xelkê Padîşahiya Cihûda ya ku têk çûbû de, ji yên ku bi dîlîtî çûbûn Babîlê, bi navê Daniyêl xorteke ku bi dilsoziya xwe balkêş bû jî, hebû. Li wir tevî hin sirgûnên Cihûyan ji wî re jî, heta hedekî azadî hatibû dayîn. Daniyêl di jiyana xwe ya dirêj a ku li welatê Babîlê domandibû de, gelek caran dilovaniya Xweda dîtibû, wusa ku Xweda jiyana wî di Çala Şêran de jî, parast û ew rizgar kir. Herweha Xweda bi navgîniya dîtiniyan derbarê hin bûyerên ku piştî demên gelek dirêj wê pêk bihatana de jî, zanyarî da wî. Ji pêxamberîtiyên Daniyêl ên herî girîng, zanyariyên ku wî derbarê Mesîh û padîşahiya wî de ragihandin bûn.
Daniyêl derbarê dema hatina Mesîh de agahiyan distîne. Ji bo ku gelê wî dema hatina “Padîşah Mesîh” bizane û li bendê bimîne, Xweda zanyarî da Daniyêl pêxamber: Mesîh 69 “hifteyên salîn” piştî fermana ku bo ji nûve veherandin û çêkirina dîwarên Orşelîmê dihat derxistin, wê bihata. Hifteyeke asayî ango normal ji heft rojan pêk tê, lê di vir de “hifteyên salîn” her yek tên wateya heft salan. Ev ferman gelek salan piştî dema Daniyêl pêxamber ango berî zayînê di sala 455-an de, hat derxistin. 69 “hifteyên salîn” ên ku bi tevahî 483 salan berdewam dikirin, ji wê demê ve dest pê kir û piştî zayînê di sala 29-an de, bi dawî bûn. Lê emê agahiyên derbarê tiştên ku di wê salê de qewimîn de, paşê di vê weşanê de, di beşeke din de bibînin. Daniyêl pêxamber ragihand ku Mesîh wê di ber gunehên mirovahiyê de bê îdamkirin (Danîêl 9:24-26).
Mesîh wê li ezmanan bibe padîşah. Daniyêl di dîtineke mûcîzeyî ya ku li ezmên jê re xuya bû de, behsa “yekî mîna lawê mirov” ango Mesîh kir û dît ku ew nêzîkî Textê Xweda dibe. Yahowa Xweda desthilatdarî, ewledarî û padîşahî da wî. Ev padîşahî wê her û her bidomiya. Daniyêl derbarê padîşahiya Mesîh de, tiştekî din jî dit; rêveberiya padîşahiyê wê bi komeke mirovan a ku jê re “pîrozên yê [herî] bilind” tê gotin re, bihata parvekirin (Danîêl 7:13, 14, 27).
Ev padîşahî wê rêveberiyên vê cîhanê ji holê rake. Xweda hîkmeteke ku ew bikare xewneke padîşahê Babîlê yê bi navê Nebûqatnezar şîrove bike, da Daniyêl pêxamber. Nebûqatnezar di xewna xwe de, peykereke mezin dîtibû ku serê wî peykerî ji zêr, sîng û piyên wî ji zîv, zik û kemaxên wî ji tûnc, qorên wî ji hesin û lingên wî jî ji hesin û retamê pêk dihatin. Di xewnê de kevirekî ku ji serê çiyayekî bi awayeke gindirî hatibû, li lingên wî peykerî xistibû û ew bi tevahî parçe kiribû. Pêxamber Daniyêl di şîroveya xwe de gotibû ev peyker ji Babîla ku wekî seriyê zêrîn tê hesibandin, dest pê dike, hemû padîşahiyên cîhanê yên ku herî hêzdar in û di pêvejoya demeke dirêj de li pey hev desthilatî domandine temsîl dike. Herweha Daniyêl pêxamber ji berê ve dît ku di serdema rêveberiya dawîn a vê cîhana xerab de jî, wê Padîşahiya Xweda dest bi tevgerê bike. Ev padîşahî wê tevahiya rêveberiyên cîhanê biperçiqîne û ji holê rake, paşê jî desthilatdariya xwe heta hetayê bidomîne (Danîêl beş 2).
Pêxamber Daniyêl di kalemêrtiya xwe de têkçûyîna Babîlê bi çavên serê xwe dît. Padîşah Qoreş wek ku pêxamberan ji berê ve ragihandibû, bajarê Babîlê dagir kir. Demeke kurt piştî vê yekê xelkê Cihû yê ku li wir sergom bû serbest hat berdan. Ev yek wek ku ji berê ve hatibû ragihandin tam di dawiya sala 70-ê, ya pêvejoya wêranmayîna welatê wan de çêbû. Cihûyan bi rêberiya hin rêveberên dilsoz, kahîn û pêxamberan Orşelîm ji nûve ava kirin û Perestgeha Yahowa Xweda jî, veherand. Lê di dawiya sala 483-yan de, wê çî biqewimiyana?
Ji Pirtûka Daniyêl.
-
-
Mesîh têPirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
-
-
BEŞ 16
Mesîh tê
Yahowa Xweda beriya demeke dirêj, bi awayeke eşkere diyar dike ku Mesîhê Sozdayî, Îsayê Nisretî ye.
DEMA ku Mesîhê Sozdayî bihata, gelo Xweda ji mirovan re alîkarî dikir ku wî nas bikin? Erê. Em niha binêrin ka Xweda derbarê vê yekê de çi kiriye. Piştî ku bi qasî çar sed sal bi ser temambûyîna nivîsandina Nivîsarên Pîroz ên Îbrankî re bihûrîn, li Bakûrê herêma Celîlê, li bajarê ku jê re Nisret dihat gotin, mêvanek hat serdana keçeke ciwan a ku navê wê Meryem bû. Ev serdan serdaneke pirr ecêb û bêemsal bû. Wê çaxê milyaketê bi navê Cibrayîl li Meryemê xuya bû û ligel ku ew bakîre bû jî, jê re got tu yê lawekî bînî cîhanê. Xweda ev yek bi navgîniya Ruhê xwe yê Pîroz wê pêk bianiyana. Ev law padîşahê ku beriya gelek salan hatibû sozdayîn û heta hetayê wê desthilatdariya xwe bidomanda bû! Jiyana wî ya li ezmanan wê bi awayekî mûcîzeyî, biketa malzaroka Meryema bakîre. Û ew ligel ku bi awayeke mirovî dihat cîhanê jî, wê wekî Lawê Xweda bihata binavkirin.
Meryemê ev erka girîng a ku jê re hatibû dayîn, bi dilnizmî pejirand. Xweda milyaketê xwe şand cem Ûsivê ku destgirtiyê Meryemê bû û derbarê ducanbûyîna Meryemê de, zanyarî da wî. Paşê Ûsiv bi Meryemê re zewicî. Di Pirtûka Pîroz de, ji berê ve hatibû ragihandin ku Mesîh, li navçeyeke biçûk a ku jê re Beytlehm dihat gotin, wê bihata cîhanê (Mîka 5:2). Lê Ûsivê xeret û Meryemê li herêmekî ku bi qasî 140 kîlometreyan li dûrî vê navçeyê bû dijiyan. Gelo ev pêxamberîtî çawa pêk hat?
Împeratoriya Romayê ji bo hijmartina nifûsê fermanek derxist. Lewre her kes divê biçûya welatê xwe û li wir navê xwe bida nivîsîn. Wusa tê fêmkirin ku hem Ûsiv û hem jî Meryem, bi eslê xwe ji Beytlehmê bûne, ji ber ku wê çaxê Ûsiv hevsera xwe ya ducanî girtibû û çûbû wê derê (Lûqa 2:3). Meryemê zarokê xwe di axûrekî ajalan de anî cîhanê û pêçaka wî di afirekî de, danî. Paşê Xweda milyaketeke xwe şand cem şivanên ku li serê girekî bûn û ji wan re ragihand zarokê ku beriya demeke kurt ji dayîk bûye, Mesîhê Sozdayî ye.
Lê paşê hin kesên din jî şahidî kir ku Îsa, Mesîhê Sozdayî ye. Îşaya pêxamber derbarê Mesîhê ku wê peywireke jiyanî pêk bîne de, ji berê ve ragihandibû û gotibû, yekî ku rê li ber wî amade bike, wê derkeve holê (Îşaya 40:3). Ev nûçevan Yehyayê Tafîlkar bû. Wî gava Îsa dîtibû weha gotibû: “Va ye! Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike.” Ji şagirtên Yehya hinekan dest pê kir, li pey Îsa çûn. Ji wan yekî got: “Me Mesîh dît” (Yûhenna 1:29, 36, 41, MIZ).
Derbarê vê yekê de, ispateke din hebû. Gava Îsa ji aliyê Yehya ve hatibû tafîlkirin, Yahowa Xweda bixwe li ezmanan axivî bû. Wî bi navgîniya Ruhê xwe yê Pîroz Îsa, Mesîh tayin kir û weha got: “Lawê minî xoşwîst ev e, ez ji wî dilxweş im” (Metta 3:16, 17). Mesîhê ku beriya demeke pirr dirêj hatibû sozdayîn, êdî hatibû!
Ev bûyer kengê pêk hat? Piştî zayînê di sala 29-an de, ango tam di dawiya pêvejoya 483 salên ku ji aliyê Daniyêl pêxamber ve hatibûn ragihandin de. Ev yek tam ispat dike ku Îsa, Mesîh e. Lê Îsa di jiyana xwe ya li ser rûyê erdê de, wê kîjan peyam ragihandana?
Ji Metta beşên 1 heta 3; Marqos beş 1; Lûqa beş 2; Yûhenna beş 1.
-