BEŞ 14
Xweda bi navgîniya pêxamberên xwe diaxive
Yahowa peywir da pêxamberan. Ew derbarê Fermanên wî, perestina ku li xweşa wî diçe û Mesîh de, diaxivin.
DI serdema padîşahên Îsraêl û padîşahên Cihûda de, hinek mirovan peywirekî taybet girt ser milê xwe; ev mirov pêxamber bûn. Ji van pêxamberên ku peyamên Xweda radigihandin, her yekî bawerî û wêrekiyekî bêhempa nîşan dabûn. Em niha dikarin derbarê çar mijarên girîng ên ku ji aliyê pêxamberên Xweda ve hatibûn ragihandin de, lêkolînê bikin.
1. Hilweşîna Orşelîmê. Ji Îşaya û Yêremiya bigire gelek pêxamberên Xweda, ji beriya demeke dirêj ve ragihandibûn ku wê bajarê Orşelîmê bê hilweşandin û wêran bimîne. Wan sedemê vê cezaya ku Orşelîmê heq kiribû, bi awayeke bibandor vegotibûn. Ji ber ku kevneşopên olê şaş, hovîtî û zordariyê angaşta ku ev bajar, Yahowa Xweda temsîl dike, diderewand (2. Qiralan 21:10-15; Îşaya 3:1-8, 16-26; Yêremya 2:1–3:13).
2. Ji nû ve damezrîna sîstema perestina paqij. Gelê Xweda piştî sergomiya bi qasî 70 salan, wê ji destê Babîliyan bihata rizgarkirin û serbest bimana. Ew divê dîsa biziviriyana welatê xwe yê wêranbûyî û li Orşelîmê Perestgeha Yahowa Xweda, wê ji nû ve bihata avakirin (Yêremya 46:27; Amos 9:13-15). Îşaya pêxamber jî, ji beriya 200 salan ve, ragihandibû û gotibû, navê rizgarkarê ku wê Babîlê têk bibe Qoreş e. Vî desthilatdarî wê ji gelê Xweda re derfet bidana, ku ew bikarin sîstema perestina ku li Xwedayê wan xweş tê, ji nû ve damezrînin. Herweha Îşaya li ser stratejiya şerê Qoreş jî gelek agahiyên zelal dabûn (Îşaya 44:24–45:3).
3. Hatina Mesîh a ser rûyê erdê û jiyana wî. Mesîh wê li navçeya Beytlehmê bihata cîhanê (Mîka 5:2). Ewê bibûya yekî dilnizm û li ser pişta dehşikeke kerê siwarbûyî, biketa Orşelîmê (Zekerya 9:9). Ligel dilovanî û nazikiya wî, ewê di civakê de, ji aliyê gelek kesan ve nehata hezkirin û bihata redkirin (Îşaya 42:1-3; 53:1, 3). Mesîh paşê jî bi awayeke dijwar wê bihata kuştin. Lê gelo ev yek dawiya wî bû? Na. Wî jiyana xwe kir gorî, da ku bi navgîniya wî derfet ji lêbihûrîna gunehên gelek kesan re, bê dayîn (Îşaya 53:4, 5, 9-12). Û ev yek jî bi tenê bi vejîna wî ya ji mirinê dikaribû pêkan be.
4. Padîşahiya Mesîh a li ser cîhanê. Mirovên biqisûr nikarin rêveberiyeke aştîxwaz ava bikin; lê padîşah Mesîh wê wekî Desthilatdarê Aştiyê bihata binavkirin (Îşaya 9:6, 7; Yêremya 10:23). Di dema padîşahiya wî de, tevahiya mirovan bi hevdû re, heta bi hemû cûreyên ajalan re jî, wê di aştiyê de bijiyana (Îşaya 11:3-7). Hemû nexweşî wê ji holê rabûyana (Îşaya 33:24). Heta mirin jî wê her û her bihata tunekirin (Îşaya 25:8). Kesên mirî di dema desthilatdariya Mesîh de, ji bo ku li ser rûyê erdê bijîn, wê ji mirinê bihatana vejandin (Danîêl 12:13).
Ji Pirtûka Îşaya, Yêremya, Danîêl, Amos, Mîka û Zekerya.