BEŞ 13
Padîşahên qenc û yên neqenc
Îsraêl bi du beşan ji hev vediqete. Di pêvejoya demeke dirêj de, gelek padîşah li ser lawên Îsraêl desthilatdariya xwe didomînin û pirraniya wan, ji Xweda re dilsoz namînin. Bajarê Orşelîmê ji aliyê hêzên Împeratoriya Babîlê ve, tê hilweşandin.
SILÊMAN gava dev ji perizîna ji Xweda re ber da, wek ku Yahowa ji berê ve ragihandibû, neteweya Îsraêl bi du beşan ji hev veqetî. Lawê wî Rehoboam ê ku piştî wî li ser textê padîşahiyê rûnişt, mirovek serhişk bû. Li ser vê yekê deh qebîleyên lawên Îsraêl li dijî wî bûn yek û bi navê Padîşahiya Îsraêl a Bakûr, ji xwe re desthilatdariyek damezrandin. Lê herdu qebîleyên din jî, ji padîşahê ku li Orşelîmê li ser textê Dawid rûniştibû re dilsoz man û ji xwe re padîşahiya Cihûda ya ku wekî Padîşahiya Başûr jî dihat binavkirin, damezrandin.
Dîroka van herdu padîşahiyan jî, ji rûyê padîşahên xwedênenas û guhnedar bi tevlihevî û şeran ve derbas bû. Padîşahiya Îsraêl ji ya Cihûda zêdetir, nerihetî dît, ji ber ku padîşahên wê ji destpêkê ve, ji xwe re perizîna şaş a ji pût û peykeran re, hilbijartin. Di vê pêvejoyê de, pêxamberan gelek karên bibandor kirin, ji wan dido Êliya û Êlîşa bûn ku wan mirî jî, vejandin jiyanê. Lê ligel van mûcîzeyan, gelê Îsraêl dîsa tim vedigeriya riyên xwe yên xerab. Di dawiyê de Xweda destûr da ku Padîşahiya Bakûr ji aliyê hêzên Împeratoriya Aşûr ve, bê xerakirin.
Padîşahiya Cihûda jî, piştî vê yekê bi qasî sed salan hebûna xwe parast, lê ew jî ji aliyê Xweda ve hat bicezakirin. Ji Padîşahiya Cihûda bi tenê çend kesan guh da hişyariyên pêxamberên Xweda. Ew xebitîn ku ji gel re rêberiyê bikin û wan li Yahowa Xweda vegerînin. Bi mînak padîşah Yoşiya, dest pê kir ku Cihûstanê ji perizîna ku ji pût û peykeran re tê kirin, paqij bike. Herweha wî Perestgeha Yahowa bi tevahî veherand ango tamîr kir. Gava ji Nivîsarên Pîroz nûsheyeke Fermanên ku Xweda bi navgîniya Mûsa pêxamber dabûn lawên Îsraêl hat dîtin, gelek bandor li ser Yoşiya çêbû. Li ser vê yekê ew xebitî ku gavekî pêş ve welêt ji pûtan paqij bike.
Lê pirr mixabin ên ku piştî Yoşiya li ser textê padîşahiyê rûniştin, ew ji xwe re mînak negirtin. Ji ber vê yekê Yahowa Xweda destûr da ku hêzên Împeratoriya Babîlê welatê Cihûda dagir bikin û bajarê Orşelîmê tevî Perestgeha Pîroz hilweşînin. Wan Cihûyên saxmayî jî, bi xwe re bi dîlîtî birin. Xweda ji berê ve ragihandibû ku ev sergomî wê bi qasî 70 salan berdewam bike. Di vê pêvejoyê de axên Cihûda wêran man, lê piştî vê demê wek ku ji berê ve hatibû sozdayîn, ji gelê Îsraêl re destûr hat dayîn ku vegerin welatê xwe.
Lê heta desthilatdariya Mesîhê Rizgarkar ê Sozdayî, ji dûndana Dawid tu padîşaheke din derneket. Pirraniya padîşahên ku piştî Dawid li Orşelîmê li ser textê padîşahiyê rûniştin, bi kar û kiryarên xwe ispat kirin ku mirovên biqisûr nikarin peywira rêveberiyê pêk bînin. Bi tenê Mesîh dikaribû bibe Rêveberê Bêqisûr. Lewre Yahowa Xweda ji van padîşahên ku ji dûndana Dawid bûn, ji yê dawîn re weha gotibû: “Tacê derxe ... Heq yê kê be, heta ku ew were êdî wê ev jî nemîne û ezê bidim wî” (Hêzekîêl 21:26, 27).
Ji 1. Qiralan; 2. Qiralan; 2. Dîrokan ji beşa 10 heta 36; Yêremya 25:8-11.