KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bm beş 16 r. 19
  • Mesîh tê

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Mesîh tê
  • Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Îsa Mesîh Kî ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Mesîh Derdikeve Holê
    Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
bm beş 16 r. 19
Yehya Îsa bin av dike

BEŞ 16

Mesîh tê

Yahowa Xweda beriya demeke dirêj, bi awayeke eşkere diyar dike ku Mesîhê Sozdayî, Îsayê Nisretî ye.

DEMA ku Mesîhê Sozdayî bihata, gelo Xweda ji mirovan re alîkarî dikir ku wî nas bikin? Erê. Em niha binêrin ka Xweda derbarê vê yekê de çi kiriye. Piştî ku bi qasî çar sed sal bi ser temambûyîna nivîsandina Nivîsarên Pîroz ên Îbrankî re bihûrîn, li Bakûrê herêma Celîlê, li bajarê ku jê re Nisret dihat gotin, mêvanek hat serdana keçeke ciwan a ku navê wê Meryem bû. Ev serdan serdaneke pirr ecêb û bêemsal bû. Wê çaxê milyaketê bi navê Cibrayîl li Meryemê xuya bû û ligel ku ew bakîre bû jî, jê re got tu yê lawekî bînî cîhanê. Xweda ev yek bi navgîniya Ruhê xwe yê Pîroz wê pêk bianiyana. Ev law padîşahê ku beriya gelek salan hatibû sozdayîn û heta hetayê wê desthilatdariya xwe bidomanda bû! Jiyana wî ya li ezmanan wê bi awayekî mûcîzeyî, biketa malzaroka Meryema bakîre. Û ew ligel ku bi awayeke mirovî dihat cîhanê jî, wê wekî Lawê Xweda bihata binavkirin.

Meryemê ev erka girîng a ku jê re hatibû dayîn, bi dilnizmî pejirand. Xweda milyaketê xwe şand cem Ûsivê ku destgirtiyê Meryemê bû û derbarê ducanbûyîna Meryemê de, zanyarî da wî. Paşê Ûsiv bi Meryemê re zewicî. Di Pirtûka Pîroz de, ji berê ve hatibû ragihandin ku Mesîh, li navçeyeke biçûk a ku jê re Beytlehm dihat gotin, wê bihata cîhanê (Mîka 5:2). Lê Ûsivê xeret û Meryemê li herêmekî ku bi qasî 140 kîlometreyan li dûrî vê navçeyê bû dijiyan. Gelo ev pêxamberîtî çawa pêk hat?

Împeratoriya Romayê ji bo hijmartina nifûsê fermanek derxist. Lewre her kes divê biçûya welatê xwe û li wir navê xwe bida nivîsîn. Wusa tê fêmkirin ku hem Ûsiv û hem jî Meryem, bi eslê xwe ji Beytlehmê bûne, ji ber ku wê çaxê Ûsiv hevsera xwe ya ducanî girtibû û çûbû wê derê (Lûqa 2:3). Meryemê zarokê xwe di axûrekî ajalan de anî cîhanê û pêçaka wî di afirekî de, danî. Paşê Xweda milyaketeke xwe şand cem şivanên ku li serê girekî bûn û ji wan re ragihand zarokê ku beriya demeke kurt ji dayîk bûye, Mesîhê Sozdayî ye.

Lê paşê hin kesên din jî şahidî kir ku Îsa, Mesîhê Sozdayî ye. Îşaya pêxamber derbarê Mesîhê ku wê peywireke jiyanî pêk bîne de, ji berê ve ragihandibû û gotibû, yekî ku rê li ber wî amade bike, wê derkeve holê (Îşaya 40:3). Ev nûçevan Yehyayê Tafîlkar bû. Wî gava Îsa dîtibû weha gotibû: “Va ye! Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike.” Ji şagirtên Yehya hinekan dest pê kir, li pey Îsa çûn. Ji wan yekî got: “Me Mesîh dît” (Yûhenna 1:29, 36, 41, MIZ).

Derbarê vê yekê de, ispateke din hebû. Gava Îsa ji aliyê Yehya ve hatibû tafîlkirin, Yahowa Xweda bixwe li ezmanan axivî bû. Wî bi navgîniya Ruhê xwe yê Pîroz Îsa, Mesîh tayin kir û weha got: “Lawê minî xoşwîst ev e, ez ji wî dilxweş im” (Metta 3:16, 17). Mesîhê ku beriya demeke pirr dirêj hatibû sozdayîn, êdî hatibû!

Ev bûyer kengê pêk hat? Piştî zayînê di sala 29-an de, ango tam di dawiya pêvejoya 483 salên ku ji aliyê Daniyêl pêxamber ve hatibûn ragihandin de. Ev yek tam ispat dike ku Îsa, Mesîh e. Lê Îsa di jiyana xwe ya li ser rûyê erdê de, wê kîjan peyam ragihandana?

Ji Metta beşên 1 heta 3; Marqos beş 1; Lûqa beş 2; Yûhenna beş 1.

  • Yahowa Xweda ji bo ku Îsa wekî Mesîh bide nasîn, milyaket çawa bikar anîn?

  • Xweda ji bo ku nîşan bide Îsa, Mesîh e, Yehyayê Tafîlkar çawa bikar anî?

  • Yahowa Xweda bi xwe çawa Îsa wekî Mesîh da nasîn?

BERİYA KU ÎSA MESÎH BÊ SER RÛYÊ ERDÊ, Dİ Çİ WATEYÊ DE LAWÊ XWEDA BÛ?

Bavê Îsa Mesîh, Yahowa Xweda ye; lê bêjeya bav a ku di vir de derbas dibe, divê wekî ya ku ji bo mirovan tê bikaranîn, neyê fêmkirin. Jiyana Îsa ji encama têkiliyeke zayende ya ku di navbera mêr û jinekî de, pêk hatiye dest pê nekir, ew serarast ji aliyê Xweda ve hat afirandin. Îsa Mesîh ji milyaketên ku Yahowa Xweda afirandine, yê yekemîn bû (Kolosî 1:15-17). Ji ber ku Yahowa Xweda, Îsa Mesîh afirandiye û jiyan daye wî, di mana mecazî de dikare wekî bavê wî bê binavkirin. Yahowa ev lawê xwe yê ku Ruh bû, paşê di afirandina tevahiya gerdûnê û afirîdên tê de, li cem xwe wekî “Serhoste” bikar anî (Methelokên Silêman 8:30).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne