KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • rk beş 8 r. 20-21
  • Mesîh Derdikeve Holê

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Mesîh Derdikeve Holê
  • Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
  • Malzemeya Eleqedar
  • Mesîh tê
    Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Îsa Mesîh Kî ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Cibrayîl bi Meryemê re Dipeyive
    Dersên ji Kitêba Pîroz
Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
rk beş 8 r. 20-21

BEŞ 8

Mesîh Derdikeve Holê

PIŞTÎ ku ji 500 salan bêtir dem bi ser pêxembertiya ku Danîêl pêxember ragihandibû re derbas bûn, milyaket Cibrayîl ji keçeke nezewicî ya bi navê Meryem re xuya bû û ew keç ji dûndana Padîşah Dawid bû. Cibrayîl ji wê re wiha got: “Silav li te, ey keçika ku kerema Xwedê li ser e. Xudan bi te re ye” (Lûqa 1:28). Lê belê, Meryem tirsiya. Gelo ev silav dihat çi wateyê?

Milyaket Cibrayîl ji Meryem re xuya dibe

Milyaket Cibrayîl ji Meryemê re got ku ewê Mesîh bîne cîhanê

Cibrayîl jê re got: “Ya Meryem, netirse! Kerema Xwedê li te bûye, va ye, tê bizaro bibî û tê kurekî bînî û navê wî Îsa deynî. … Û Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî … û dawiya padîşahiya wî nayê” (Lûqa 1:30-33). Bi rastî jî ev mizgîneke zehf qenc bû! Meryemê “nîjad” ango dûndana ku ji demeke dirêj ve li bendê dihat mayîn, wê bianiya cîhanê!

Piştî salekê Îsa pêxember li Beytlehmê welidî. Di şeva jidayikbûna wî de milyaketekî ji şivanên ku li wê derê bûn re, ev gotin ragihandin: “Ez hatime ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we … îro li bajarê Dawid xilaskerek ji we re çêbûye. Ew … Mesîh e” (Lûqa 2:10, 11). Paşê dê û bavê Îsa çûn bajarê Nisretê û Îsa li wê derê mezin bû.

Sala ku hatibû ragihandin, wê Mesîh derketa holê Piştî Mîladê sala 29an, bû. Îsa tam di wê salê de ‘nêzîkî sî salî bû’ wî wekî pêxemberê Xwedê dest bi xizmetê kir (Lûqa 3:23). Gelek kesan fehm kiribû ku ew ji aliyê Xwedê ve hatiye şandin. Wan got: “Pêxamberekî mezin di nav me de rabûye” (Lûqa 7:16, 17). Gelo Îsa Mesîh çi hîn kir?

Îsa Mesîh hînî mirovan kir ku ew ji Xwedê hez bikin û bi tenê ji wî re îbadetê bikin: Wî wiha gotibû: “Xudan Xwedayê me yek e. Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hişê xwe û bi hemû hêza xwe hez bike” (Marqos 12:29, 30). Her wiha wî got: “Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike” (Lûqa 4:8).

Îsa Mesîh mirov teşwîq kirin ku ji hevdû hez bikin: Wî gotibû: “Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike” (Marqos 12:31). Her wiha wî wiha jî gotibû: “Loma her çi ku hûn dixwazin xelk ji we re bikin, hûn jî wisa ji wan re bikin, çimkî hînkirina Şerîetê û pêxemberan ev e” (Metta 7:12).

Îsa Mesîh Padîşahiya Xwedê bi xîretkêşî îlan kir: Wî wiha gotibû: “Divê ez Mizgîniya Padîşahiya Xwedê bidim bajarên din jî, çimkî ez ji bo vê yekê hatime şandin” (Lûqa 4:43). Gelo Padîşahiya Xwedê çima ev qas girîng e?

Nivîsarên Pîroz fêr dikin ku Padîşahiya Xwedê hukûmeteke li ezmanan e û ji ezmên ve wê rêveberiya tevahiya rûyê erdê bike. Îsa ango Mesîh, padîşahê ku Xwedê tayîn kiriye ye. Danîêl pêxember ji berê ve ragihandibû ku Xwedê wê li ezmanan “serwerî û mezinahî û qiraletiyê” bide Mesîh (Danîêl 7:14). Ev Padîşahî wê tevahiya rûyê erdê bizivirîne cenetê û xizmetkarên Xwedê bi jiyana herheyî xelat bike. Ma tiştekî ji vê qenctir heye?

Hûn Çi Difikirin?

  • Milyaket Cibrayîl ji Meryemê re çi got?

  • Piştî Mîladê di sala 29an de, kîjan pêxembertî pêk hat?

  • Îsa Mesîh çi hîn dikir?

  • Padîşahiya Xwedê çi ye? Û wê çi tiştan pêk bîne?

Îsa elaletê hîn dike

Mesîh Kî ye?

Maneya gotina “Mesîh”, “Yê meshkirî”, ango yê ku ji aliyê Xwedê ve ji bo wezîfeyeke taybet hatiye tayînkirin e. Xwedê serarast jiyan da Îsa ango Mesîh. Yehowa Xwedê, bi navgîniya mucîzeyeke mezin, bêyî bavekî, Îsa Mesîh bi Meryemê da welidandin.

Gelo çima ew qas pir kesan îman anî ku Îsa, Mesîh e? Gelek sedemên vê yekê hebûn. Ji wan hinek ev in:

  • Wî tiştên ku hîn kirin, spartin Nivîsarên Pîroz.

  • Tiştên ku wî hîn kirin û kirinên wî, bandor li ser mirovên ku ji rastî û edaletê hez dikirin, hişt.

  • Wî bi hêza ku Xwedê dabû wî, gelek kerametên mezin kirin.

  • Tevahiya pêxembertiyên ku di Nivîsarên Pîroz de, der heqê Mesîh de ji berê ve hatibûn ragihandin, di şexsê Îsa de pêk hatin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne