Gerstêrka Jîndewar
Gerstêrka me xwediyê ewqas taybetmendiyên girîng e, ku heta ji wan yek jî tunebûya li cîhanê jiyan wê ne mimkun bûya. Ji wan hinek heta sedsala 20. nedihatin zanîn, an jî tam nehatibûn fêmkirin. Di nav van taybetmendiyan de ev hene:
Cihê cîhanê yê di kadizê û sîstema rojê de, rêgeh, xwarî, lezayiya rotasyona erdê û heyva wê ya bêhempa
Qada cîhanê ya manyetîk û atmosfera wê, yên ku erka mertalekî dibînin
Dewreyên xwezayî, yên ku hewa û çavkaniyên avên gerstêrkê bi berdewamî nû û paqij dikin
Çaxê hûn li ser van xalan difikirin, ji xwe weha bipirsin: „Taybetmendiyên cîhanê bi tesadûfeke kor hatin holê, yan ku ew hemû fêkiyên tesewirekî ne?“
“Adresa“ cîhanê ya îdeal
Cîhan ji bo jiyanê di pozîsyona herî guncan de ye
Hûn adresa xwe çawa dinivîsînin? Bê guman hûn kolan, bajar û welatê ku lê dijîn dinivîsîn. Bi rastî cîhana me jî adresekî xwe heye. Em dikarin bibêjin ku „welatê wê“ galaksiya kadizê, „bajarê wê“ sîstema rojê, ango roj û gerstêrk û „kolana wê“ jî rêgeha wê ya di sîstema rojê de ye. Bi saya pêşketinên di warê astronomî û fizîkê de, kesên zanyar derbarê cihê taybet ê cîhana me ya di gerdûnê de, her ku diçe hê bêtir fêmdariyê qezenc dikin.
Pêşî „bajarê me“ ango sîstema rojê ya me, li cihê herî îdeal ê kadizê ye; ji navenda galaksiyê ne pirr nêzîk û ne jî pirr dûr e. Li vî cihê ku wekî „derekî ji jiyanê re minasib“ tê binavkirin, elementên kîmyewî yên ku ji bo jiyanê pêwîst in, tam di têkeleke rast de tên dîtin. Li cihên hê dûrtir bi qasî ku pêwîst e element tunin, cihên hê nêzîktir jî bi talûke ne, ji ber ku li wan deran radyasyon û unsûrên din, ên ku ji bo jiyanê tehdîtê pêk tînin, hê bêtir in. Kovara bi navê Scientific Amerikan dibêje ku „Em li semtê herî qenc dijîn“.1
„Kolana“ îdeal: „Kolan“ ango rêgeha cîhanê, ya di „bajarê“ sîstema rojê de, ya herî qenc e. Ev rêgeha ku teqrîben bi qasî 150 milyon kîlometreyan ji rojê dûr e, li herêma biçûk, a ku jiyan lê mimkun e, tê dîtin; li vê derê yên jîndar ne dicemidin ne jî tên qelandin. Wekî din jî bi saya rêgeha cîhanê, ya ku hema hema giloveriyeke bêqisûr xêz dike, mesafeya di navbera me û rojê de, di pêvajoya salê de kêm-zêde tim eynî dimîne.
Faktoreke din jî ya ku dera cîhan lê ye, dike taybet ew e, ku „santraleke“ wê ya mîna rojê bêqisûr heye. Roj di mezinahiyeke îdeal de ye, tam di pîvanekî rast de enerjiyê belav dike û stêrikeke bi îstîkrar e. Lewre bi awayeke mafdar ew wekî „stêrikeke zehf taybet“ hatiye binavkirin.2
„Cîranê“ îdeal: Heger hûn mecbûr bûna, ku ji bo cîhanê „derîcîranekî“ hilbijêrin, weyê yekî ji heyvê qenctir nedîta. Çapa heyvê teqrîben ji çapa cîhanê çaryekek e. Gava bi peykên gerstêrkên din, ên li sîstema rojê re bê miqayesekirin, heyv li gor cîhanê peykeke gelek mezin e. Gelo ev yek bi tevahî tesadûf e? Qet jî wusa xuya nabe.
Heyv xiftaneke ku ji bo cîhanê hatiye birîn e. Ew faktora bingehîn e, ya med-cezîrên ku di ekolojiya cîhanê de roleke jiyanî dilîzin. Herweha çaxê gerstêrka me diçerixe, ew parastina xwariya wê jî pêk tîne. Heger heyv nebûya, cîhana me wekî firfirokekî liba dibû, belkî jî li ser kêlekê vedizelî û bi vî awayî diçerixî. Ji encama vê yekê jî, ji sedemê guherîna îqlimê û med-cezîran herwekî ya bandorên din ên tirsehêz, nîzama gerstêrka me serobin dibû.
Xwarî û rotasyona cîhanê ya bêqisûr: Xwariya cîhanê ya teqrîben bi qasî 23,4 dereceyan, guherîna demsalan pêk tîne, germahiyan eyar dike û pêkhatina qûşakên îqlimê yên pirrcure mimkun dike. Çavkaniyek weha dibêje: „Wusa tê fêmkirin ku xwariya tewereyê erdê tam rast e“ (Rare Earth - Why Complex Life Is Uncommon in the Universe).3
Herweha lezayiya ku cîhan li dor xwe diçerixe jî „tam rast e“. Bi saya vê yekê şev û roj tam di dirêjiyeke guncan de ye. Heger lezayiya çerixîna cîhanê ji ya niha zehf hêdîtir bûya, roj hê bêtir dirêj dibû, aliyê cîhanê, yê ku li rojê dinêre, diqeliya û aliyê din jî dicemidî. Wekî din heger cîhan ji ya niha bêtir zû biçerixiya, roj hê kurttir, heta belkî bes dibûn çend saet. Vê lezayiyê jî pirr caran ji bahozên dijwar, ên di asta firtoneyê de û ji encamên din ên neyînî re, wê rê vekira.
Mertalên cîhanê
Feza ciheke bi xeter e. Li her derê tîrêjên ziyankar û meteoroît hene, ku tim tehdît dikin. Nexwe gerstêrka me ya şîn, a ku di vê „barana guleyan“ a dêwasa de diçe, çawa dibe ku hema hema qet zerarê nabîne? Çimkî cîhan bi zirxên bêhempa tê parastin: Qadeke manyetîk a hêzdar û atmosfereke bi taybetî çêkirî.
Mêrtale manyetîk ê nedîtbar ê cîhanê
Qada cîhanê ya manyetîk: Dendikê cîhanê, gogeke hesin e ku tim diçerixe û di rewşekî şilemenî de ye. Bi saya vê yekê gerstêrka me, xwediyê qadeke manyetîk a zehf hêzdar û gewre ye, ku bervî kûrahiyên fezayê ve dirêj dibe. Ev mertal nahêle tîrêjên kozmîk bi tevahiya dijwariya xwe ve bigihêjin me û me ji talûkeyên ku roj diafirîne diparêze. Bi mînak bayê rojê, bi berdewamî parçeyên bi enerjiyê ve barkirî li derdorê belav dike, pijiqînên rojê jî, di nava çend deqeyan de enerjiyeke bi qasî milyaran bombeyên nukleerî derdixe meydanê. Herweha di tewqa (korona) derveyî ya rojê de, teqîn pêk tên, ku ji perçeyên bi milyaran tonan li fezayê bên belavkirin re dibin sedem. Qada manyetîk a cîhanê çawa me diparêze, ev yek carna dikare bi çavan jî bê dîtin. Pijiqînên rojê û teqînên di koronayan de dibin sedem, ku bûyerên ronahiyê, yên hêzdar û rengîn, li atmosferên cihên jorîn, li nêzîkî cemsarên manyetîk ên cîhanê, bikarin bên dîtin.
Ronahiya cemsarê
Atmosfera erdê: Gazên ku gerstêrka me wekî çarşev dipêçin, ne tenê pêkan dikin ku em bikarin nefesê bistînin, ew me diparêzin jî. Stratosfera ku yek ji tewqên atmosferê yên jorîn e, cureyekî oksîjenê dihundirîne, ku ozon tê binavkirin. Tewqa ku ji aliyê vê gazê ve pêk tê, ji sedî 99 tîrêjên ultraviyole (UV) dimêje. Bi saya vê yekê ne tenê em, planktona ku qisimeke mezin ê oksîjena ku em dikişînin deyndarê wê ye jî, tevî gelek cisnên jîndewar ji tîrêjên bi xeter tê parastin. Pîvana ozonê ya di stratosferê de, ne sabît e. Her ku sixletiya tîrêja ultraviyoleyê pirr dibe, pîvana gaza ozonê jî zêde dibe. Ev yek jî tewqa ozonê dike mertalekî dînamîk û bi bandor.
Atmosfer me ji meteoroîtan diparêze
Atmosfer her roj me ji bombebarana bi milyonan objeyên mezin û biçûk, ên ku ji fezayê tên jî, diparêze. Pirraniya wan di atmosferê de dişewitin û li şewledana ronahiyê tên veguhertin, a ku jê re stêrika rijyar tê gotin. Lê belê mertalên cîhanê çaxê tîrêjên bi xeter asteng dikin, ew tîrêjên wekî germahî û ronahiya dîtbar, a ku ji bo jiyanê pêwîst e, asteng nakin. Ji vê pê ve jî atmosfer, ji germahiyê re dibe alîkar, ku ew li tevahiya erdgiloverê belav bibe û bi şev eynî wekî çarşevekî windabûna germahiyê kêm dike.
Atmosfer û qada manyetîk a cîhanê, mekanîzmayên mucîzeyî ne, ku hê tam nehatine fêmkirin. Eynî tişt dikare ji bo taybetmendiyeke din jî, yê cîhanê bê gotin: Dewreyên ku berdewamkirina jiyanê pêk tînin.
Gelo ev yek tesadûf e, ku du mertalên dînamîk gerstêrka me diparêzin?
Dewreyên jiyanî
Heger bajarek ji hewaya paqij û çavkaniyên avan bê qutkirin û kanalîzasyona xwe bê xitimandin, di demeke kurt de wê nexweşî û mirin derkevin holê. Feqet gerstêrka me, ne wekî nanpêjxaneyekî ye, ku her roj xwarinên nû jê re tên anîn û çop jê tên birin derve; hewaya paqij û ava ku ji bo jiyana me hewcedarî pê heye, ji fezayê nayê anîn, çop jî nayên hewalekirin fezayê. Nexwe cîhan, ji bo ku di rewşeke paqij de bimîne û jiyan bikare tê de pêkan be, çawa serkeftî dibe? Bi saya dewreyên xwezayî. Niha em bi xetên gelemperî ve bibînin, ka dewreya çar heban a av, karbon, oksîjen û azotê çawa dixebite.
Dewreya avê: Jiyana me bi avê ve girêdayî ye. Heger em ku avê venexwin, herî zêde dikarin tenê çend rojan bijîn. Dewreya avê, li her dera gerstêrka me belavbûna ava teze û paqij pêk tîne. Ev dewre, ji sê merhaleyan pêk tê. (1) Av bi enerjiya rojê dibe hilm û bilindî atmosferê dibe. (2) Ev ava safîkirî tîr dibe û ewran tîne holê. (3) Ewr jî baran, zîpik an jî berfê dibarînin erdê, ev av dîsa dibe hilm û bi vî awayî dewre temam dibe. Gelo her sal çiqas av di vê dewreyê re derbas dibe? Li gor texmînan, bi qasî ku tevahiya rûyê erdê ji bêtirî 80 santîmetreyan, bi avê ve por bike.4
Dewreya karbon û oksîjenê: Ji bo jiyanê, divê em nefesê bistînin, ango oksîjenê bistînin û karbondîoksîtê bidin. Nexwe çawa dibe, ligel ku bi milyaran ajal û mirovên ku bi berdewamî nefesê distînin û didin hene jî, oksîjena di atmosfera me de naqede, yan jî karbondîoksît berhev nabe? Bi saya dewreya oksîjenê. (1) Di pêvajoya ku mirovan heyirî dihêle û wekî fotosentez tê binavkirin de, nebat enerjiya rojê û karbondîoksîta ku em bi navgîniya hilmijê didin, bikar tînin û bi vî awayî karbonhîdrat û oksîjenê tînin holê. (2) Gava em oksîjenê distînin, vê dewreyê temam dikin. Mezinbûna nebatan û pêkhatina hewaya ku dikare bê hilmijîn, bi awayeke paqij, berdar û bêdeng pêk tê.
Dewreya azotê: Hebûna jiyanê ya li ser rûyê erdê, bi pêkhatina molekûlên organîk ên wekî proteîn ve jî, girêdayî ye. (A) Ji bo ku ev molekûl bên pêkanîn, hewcedarî bi azotê heye. Çi qenc e, ku atmosfera me teqrîben ji sedî 78 azot e. Birûsk û bakterî azotê dikin pêkhatiyên ku nebat bikarin wan bifirikînin. (B) Nebat jî van pêkhatiyan dikin molekûlên organîk. Bi vî awayî ajalên ku van nebatan dixwin jî, azotê distînin. (C) Di dawiyê de çaxê nebat û ajal dimirin, bakterî pêkhatiyên bi azot, ên di avayiya wan de parçe dikin. Çaxê azot jî serbest dimîne, li axê û atmosferê şûnve dizivire û bi vî awayî dewre temam dibe.
Transformasyoneke bêqisûr
Mirov ligel ku xwediyê teknolojiya bi pêşketî ne jî, her sal bi milyonan tonan çopên jehrîn, ên ku nayên transformasyonkirin, pêk tînin. Lê belê cîhan bi metodên dahiyane yên kîmyewî tevahiya çopên xwe, bi awayeke bêqisûr transformasyon dike.
Gelo li gor we sîstemên transformasyona cîhanê çawa pêk hatin? Nivîskarê olî û zanîstê M. A. Corey weha dibêje: „Heger bi rastî sîstema ekolojî, ya cîhanê bi tesadûfî derketa holê, di xwezayê de ahengeke evqas bêqisûr çênedibû”.5 Gelo hûn tev li vî fikirî dibin?