KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • rk beş 2 r. 4-5
  • Îmana Rast Çi ye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îmana Rast Çi ye?
  • Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Em Çawa Dikarin Îmana Rast bi Dest Bixin?
  • Bawerî – Sifateke ku Me Qewî Dike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Yên ku Îro Îmana Rast Nîşan Didin
    Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
  • Îmana Xwe Nîşan Bidin!
    Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
rk beş 2 r. 4-5

BEŞ 2

Îmana Rast Çi ye?

Zilamek li pere dinêre

Mîna pere, îman jî eger bi tenê ku rast be, bi nirx e

LÊXWEDÎBÛNA îmana rast bi tenê ne baweriya bi hebûna Xwedê ye. Di cîhanê de bi milyonan mirov hene ku bi Xwedê bawer dikin, lê ew bi zanîn tiştên xerab dikin. “Îmaneke” wiha dişibe pereyê sexte. Ew ji aliyê derve wekî rast xuya dike, lê belê di esasê xwe de tu nirxeke wî tune. Nexwe îmana rast çi ye?

Îmana rast xwe dispêre zanyariya tam a der heqê Nivîsarên Pîroz de. Ev nivîsarên ku hatine îlhamkirin, ji me re rastiya der barê Xwedê de radigihînin û derfeta ku em WÎ ji nêzîk ve nas bikin peyda dikin. Qanûn, armanc û rastiyên ku ew radigihîne, eşkere dikin. Ji van rastiyan hinek ev in:

  • Xwedayê me yê ku Karîndarê her tiştî ye, yek e. Tu afirîdek bi wî re ne yek e.

  • Îsa Mesîh, pêxember e. Ew ne Xwedê ye.

  • Xwedê her cureyê pûtperestiyê mehkûm dike.

  • Roja Hukim li benda mirovan e.

  • Bi milyonan mirovên ku mirine, wê di cenetê de bêne rakirin.

Îmana rast di me de daxwaza kirina karên qenc hişyar dike. Karên wiha Xwedayê me bi rûmet dikin, her wiha hem ji me û hem jî ji kesên din re bikêr in. Ji van karên qenc hinek ev in:

  • Îbadeta ji Xwedê re.

  • Sifetên ku li xweşa Xwedê diçin, beriya her tiştî pêşvebirina hezkirinê ne.

  • Redkirina fikir û daxwazên xerab.

  • Li gel tengahiyan parastina îmana xwe.

  • Bi kesên din nasandina Xwedê.

Malbatek xwişkeke extiyar ziyaret dike

Îmana rast karên qenc pêk tîne

Em Çawa Dikarin Îmana Rast bi Dest Bixin?

Îman, eger mîna miskul bê şixulandin bi qewet dibe

Îman, eger mîna miskul bê şixulandin bi qewet dibe

Bi duayê alîkariyê ji Xwedê bixwazin. Mûsa pêxember ji Xwedê re wiha dua kir: “Ji kerema xwe riyên xwe bi min bide zanîn, da ez te binasim, da ku di çavên te de keremê bibînim.”a Xwedê duaya wî bihîst û bersivand. Mûsa pêxember bi vê yekê der heqê îmanê de bû yekî ku dikare mînak bê girtin. Xwedê dikare di warê bidestxistina îmana rast de, ji we re jî alîkariyê bike.

Ji bo lêkolîna der heqê Nivîsarên Pîroz de, demê veqetînin. Nivîsarên Pîroz ên ku ji Tewrat, Zebûr û Încîlê pêk tên, bi îlhama Xwedê hatine nivîsîn û di cîhanê de di asta herî berfireh de hatine wergerandin û belavkirin û di Kitêba Pîroz de cih digirin. Gelo ji vê kitêbê yek li ba we jî heye?

Şîretên ku di Nivîsarên Pîroz de tên dîtin, di jiyana xwe ya rojane de pêk bînin. Îman eger mîna miskul bê şixulandin bi qewet dibe, ango mirov ku li gor îmana xwe bijî îman zexim dibe. Ji ber ku eger hûn li gor şîretên Xwedê bijîn, dikarin bibînin ku ew ji bo berjewendiya we ne. Bi rastî jî şîretên ku di Nivîsarên Pîroz de tên dîtin, ji gelek mirovan re alîkarî kirine ku ew jiyana xwe serrast bikin. Niha em ji van kesan hinan bibînin.

a 2. Mûsa 33:13 (NWT).

Hûn Çi Difikirin?

  • Îmana rast xwe dispêre çi?

  • Îmana rast me teşwîqî kîjan karên qenc dike?

  • Em çawa dikarin îmana rast bi dest bixin?

Xwedê Gotina Xwe ya Pîroz Diparêze

Em dikarin emîn bin ku Xwedê Nivîsarên Pîroz bi awayê ku cara pêşî hatine nivîsîn heta îro eynî parastine. Xwedayê me yê ku Karîndarê her tiştî ye, bê guman dikare Kitêba xwe biparêze. Di Gotina wî de wiha hatiye nivîsîn: “Gîha hişk dibe, çîçek diçilmise; lê belê gotina Xwedayê me abadîn [her û her] dimîne” (Îşaya 40:8).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne