KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • rk beş 4 r. 10-11
  • Xwedayê Me Xwe bi Me Dide Nasîn

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xwedayê Me Xwe bi Me Dide Nasîn
  • Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
rk beş 4 r. 10-11

BEŞ 4

Xwedayê Me Xwe bi Me Dide Nasîn

MIROV ji gelek îlahan re îbadetê dikin. Lê belê, Nivîsarên Pîroz dibêjin ku bi tenê yek Xwedayekî Rast heye. Ew bêhempa ye, berzê berzan e û yê ku herheyî ye ew e. Tevahiya tiştên li ezmên û erdê wî afirandine. Yê ku heyat daye me ew e. Loma bi tenê ew hêjayî îbadetê ye.

Mûsa lewhên Deh Emiran digire

Şerîeta ku bi navgîniya Mûsa pêxember hatiye dayîn “peyva [ku] … bi rêberiya milyaketan hatiye gotin” e

Ji bo wî îfadeyên wekî Xwedê, Afirandêr, Reb û hwd. dikarin bên bikaranîn. Lê, li gel vê yekê navekî taybet ê ku wî ji xwe re hilbijartiye heye. Ev nav YEHOWA ye. Wî Navê xwe ji Mûsa pêxember re wiha gotibû: ”Divê tu ji Lawên Îsraêl re wiha bibêjî: ‘Yehowa, Xwedayê pederşahên we, Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb, ez ji we re şandime.’ Herheyî Navê min ev e û ji nifşan heta nifşan Navê min ê bîranînê ev e” (2. Mûsa 3:15, NWT). Navê “Yehowa” di Nivîsarên Pîroz de li dora 7.000 caran derbas dibe. Mesela di Zebûr 83:18an de, wiha hatiye nivîsîn: “Da ku bê zanîn Navê te Yehowa ye, bi tenê tu li ser tevahiya rûyê erdê yê herî bilind î” (NWT).

Li destnivîsarên herî kevin Navê “Yehowa” tê de derbas dibe

Ji destnivîsarên herî kevin ên ku wekî Tomara Gola Lût têne nasîn û Navê “Yehowa” tê de derbas dibe, ayetek

Tu kesekî Xwedê nedîtiye. Wî ji Mûsa pêxember re wiha gotibû: “Tu nikarî wecê min bibînî; ji ber ku mirov min bibîne, nikare bijî” (2. Mûsa 33:20). Xwedê li ezmanan e û li ber çavan nedîtbar e. Çêkirina pût, wêne yan jî sembolekî din ê ku wî temsîl bike û li ber wan duakirin ne cayîz e. Yehowa Xwedê bi navgîniya Mûsa pêxember ev emir daye: “Tuyê bona xwe senemê qewartî û tu wêne yên li ezmanan e yan jî li jêr, li erdê ne, yan jî di bin erdê de, di avê de ne, qet çê neke û ji wan re xwar nebe û perestinê ji wan re neke; ji ber ku ez Xwedayê te XUDAN [Yehowa] ez Xwedayek ûsa çavnebar im” (2. Mûsa 20:2-5). Pişt re wî bi destê Îşaya pêxember wiha gotiye: “Ez Yehowa me. Ev Navê min e; û ezê berzahiya xwe nedim tu kesî, ne jî pesnê xwe bidim pûtên qewartî” (Îşaya 42:8, NWT).

Her çend hin kes bi Xwedê bawer bikin jî, difikirin ku naskirin, an li wî nêzîkbûn nepêkan e. Ew ji dêla ku ji wî hez bikin, bêtir jê ditirsin. Hûn çawa difikirin? Gelo Xwedê wekî ferdekî bi we eleqedar dibe? Mimkun e ku hûn wî bi rastî nas bikin, heta, nêzîkî wî bibin? Niha em binêrin ka Nivîsarên Pîroz der heqê sifetên Xwedayê me de çi dibêjin?

Hûn Çi Difikirin?

  • Çima divê em ji Xwedê re îbadetê bikin?

  • Navê Xwedayê me yê taybet çi ye?

  • Çima wexta ku ji Xwedê re îbadet bê kirin bikaranîna pût an sembolan şaş e?

  • Xwedê ji bo pêkanîna armanca xwe ruhê xwe yê pîroz û milyaketan çawa bi kar tîne?

Ruhê Xwedê yê Pîroz û Milyaketên Wî

Xwedayê me daxwaza xwe çawa pêk tîne? Ji riyên ku ew bi kar tîne, yek ew e, ku ew ruhê xwe yê pîroz dişîne. Ev ruhê pîroz, ne hebûneke xwedîzanyarî yan jî ne milyaketek e, lê qudreta Xwedê ya çalak û nedîtbar e. Enerjiyeke bêsînor a di pêkanîna her tiştê ku ew dixwaze de, bi kar tîne ye. Dema ku wî ezman û erd afirandin, ev hêz bi kar anî. “Ezman bi gotina XUDAN [Yehowa] û afirên ezmanê jî bi hilma [ruh] ku ji devê wî derdikeve ve hate afirandin” (Zebûr 33:6). Di 1. Mûsa 1:2yan de, tê gotin ku rûyê erdê hê ku bi avan ve nixumandî bû û Xwedê rûyê erdê ji bo mirovan amade kir, “Ruhê Xwedê li ser rûyê avan di tevgerê de bû”. Paşê Xwedê bi saya bikaranîna ruhê xwe yê pîroz tevahiya jîndarên li ser rûyê erdê afirandin.

Xwedayê me ji bo pêkanîna daxwaza xwe milyaketan jî bi kar tîne. Wî milyaket ji bo ku li ezmanan bi wî re bijîn afirandine. Milyaket zehf bi qudret in. Ew peyamên ku ji Xwedê distînin îlan dikin û hê gelek peywirên din tînin cih. Mesela, Nivîsarên Pîroz der heqê Şerîeta ku bi navgîniya Mûsa pêxember hatiye dayîn de, dibêjin “peyva … bi rêberiya milyaketan”. Milyaket alîkariya xizmetkarên Xweda yên ku li ser rûyê erdê ne jî dikin. Heta, Kitêba Pîroz wiha behsa wan dike: “Ma hemû milyaket ne ruhên xizmetkar in, ku ji bo xizmeta wan ên ku wê xilasiyê mîras bistînin hatine şandin?” (Îbranî 1:14; 2:2).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne