BEŞ 5
Sifetên Xwedayê Me yên Bêhempa
NIVÎSARÊN PÎROZ ji me re gelek sifetên Xwedê eşkere dikin û wî ji nêzîk ve bi me didin nasîn. Bo mînak, ew van çar sifetên Xwedê yên bingehîn bi awayekî berfireh ji me re îlan dikin: Qudret, edalet, hîkmet û hezkirin. Niha em wan yek bi yek bibînin.
Qudreta Wî ya Bêsînor
Xwedê Karîndarê her tiştî ye
Yehowa Xwedê ji Birahîm pêxember re wiha gotibû: “Ez Xwedayê ku hêza wî têra her tiştî dike me” (1. Mûsa 17:1). Ew xwediyê qudreteke bêhempa, bêsînor û bêdawî ye. Xwedê tevahiya gerdûnê bi vê qudreta xwe ya bêhempa afirandiye.
Xwedê qudreta xwe tu caran ji bo xerabiyê bi kar nayne; tim bi awayekî maqûl û ji bo armancekê bi kar tîne. Her wiha ew qudreta xwe bi edalet, hîkmet û hezkirina xwe re bi awayekî bêqisûr di heman astê de digire.
Yehowa qudreta xwe di oxira evdên xwe yên dilsoz de bi comerdî bi kar tîne. “Çavên XUDAN [Yehowa] bona ku di oxira yên ku dilên wan bi wî re yek in de, xurtbûna xwe nîşan bide, lê hemûya rûyê erdê ve fir dibe” (2. Dîrokan 16:9). Gelo zanîna ku Xwedayê me yê bi qudret, bi vî awayî bi me eleqedar dibe, di dilê me de daxwaza ku divê em nêzîkî wî bibin, hişyar nake?
Edaleta Bêqisûr
“Yehowa ji edaletê hez dike” (Zebûr 37:28, NWT). Ew her dem, a ku li gor pîvanên wî yên bêqisûr û dadperwer e, dike.
Di çavên Xwedê de hemû mirov yek in
Yehowa Xwedê ji bêedaletiyê nefret dike. Ew, “Yê ku kesan nahesibîne û bertîlê nastîne ye” (5. Mûsa 10:17). Ew li dijî yên ku zordariyê li kesên din dikin disekine, ji yên mîna “jinebî û sêwiyan” re dibe destek (2. Mûsa 22:22). Her wiha: “Li ba Xwedê xatirgirtin tune. Lê di nav her miletî de yê ku ji wî ditirse û ya rast dike, ji wî re meqbûl e” (Karên Şandiyan 10:34, 35).
Edaleta Yehowa bêqisûr e; ew ne zehf nerm û ne jî pir hişk e. Ew yên ku guneh dikin û tobe nakin bi ceza dike, lê belê ji kesên ku tobe dikin re şewqet û merhemetê dike. “XUDAN dilovan û efûkar e, zû hêrs nabe, xêra wî zehf e. Her tim û tim bi sûcdarî nake û hêrsa wî heta bêdawîbûnê nadome. Bi me re li gor gunehên me têkiliyan danayne û li gor berdêla sûcên me neda” (Zebûr 103:8-10). Ew dilsoziya evdên xwe yên dilsoz tu caran ji bîr nake, bi misogerî wan bi xelat dike. Ji ber ku Xwedê wiha bi edalet e, gelo ev yek ewlebûna me ya li wî zêdetir nake?
Hîkmeta Wî ya Kûr
Nivîsarên Pîroz hîkmeta Xwedê dihundirînin
Yehowa Xwedê bi xwe tenê çavkaniya hîkmetê ye. “Ey kûrahiya dewlemendî, şehrezayî [hîkmet] û zanîna Xwedê!” (Romayî 11:33). Hîkmeta wî bêhempa û bêdawî ye.
Hîkmeta Yehowa di tiştên ku wî afirandine de bi eşkereyî tê dîtin. Nivîskarê kitêba Zebûran bi heyraniyeke mezin gotibû: “Ya XUDAN çiqas berhemên te hene! Te hemû bi zanyariyê [hîkmetê] ve ava kirine” (Zebûr 104:24).
Nivîsarên Pîroz jî hîkmeta wî eşkere dikin. Dawid Padîşah wiha nivîsîbû: “Hişyariya Yehowa ewledar e, mirovê bêtecrûbe bi hîkmet dike” (Zebûr 19:7, NWT). Ka carekê bifikirin; çimkî Xwedê ji we re derfeta ku hûn ji hîkmeta wî sûdê wergirin pêşkêş dike! Gelo hûnê vê derfetê pêk bînin?
“Xwedê Hezkirin e”
Sifetê Yehowa yê sereke hezkirin e. Di Kitêba Pîroz de tê gotin ku “Xweda hezkirin e” (1. Yûhenna 4:8). Di paş her tiştên ku ew dike de hezkirin heye.
Yehowa Xwedê bi gelek riyan nîşan dide ku ew ji me hez dike. Ew nîmetan dide me. “Wî xwe bê şahidî nehişt qencî kir û ji ezmên baran û demsalên berdar dan we; bi xwarinê hûn têr kirin û dilê we tije şabûn kir” (Karên Şandiyan 14:17). Belê, “her nahmet û her xelata rewnaqdar ji bavê ronahiyan ê ku siya guherbarî û vegerokî di wî de nîne, ji jor ve tê” (Aqûb 1:17). Nivîsarên Pîroz jî diyariyeke zehf bi nirx ên bêhempa ne, ku wî daye me. Xwedê bi vê riyê ji me re rastiya der heqê xwe de eşkere dike û ji bo qenciya me qanûn û pîvanên xwe yên ku dane hîn dike. Îsa pêxember di duayeke xwe de ji Xwedê re gotibû ku “Peyva te rastî ye” (Yûhenna 17:17).
Hîkmeta Xwedayê me, ji berhemên wî yên ku heyraniyê hişyar dikin tê dîtin
Wexta ku em bi pirsgirêkan ve bên hember hev Xwedayê me, ji me re alîkariyê dike. “Barê xwe ji XUDAN re berde û ewê ji te re bibe alîkar. Ew tu carî destûrê nade ku bila mirovê rast bilerize” (Zebûr 55:22). Ew li gunehên me dibihûre. “Ji ber ku tu qenc û efûkir î, ya Xudan û tu xêra zêdeyî nîşanî hemûyên ku bangî te dikin didî” (Zebûr 86:5). Heta, ew fersenda ku em heta hetayê bijîn jî, pêşkêşî me dike. Wê, “Xwedê hemû histêran ji çavên wan ve paqij bike û êdî mirin wê tune be û êdî wê ne şîn hebin û ne girîn û ne jî êş hebin” (Peyxam 21:4, KP). Hûnê çawa bersivê bidin hezkirina Xwedê? Gelo hûnê jî ji wî hez bikin?
Nêzîkî Xwedê Bibin
Her ku hûn dua bikin û der barê sifetên wî de kûr bifikirin, hûnê bêtir nêzîkî wî bibin
Xwedayê me dixwaze ku hûn wî ji nêzîk ve nas bikin. Ew di Gotina xwe de vê bangê dike: “Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8, KP). Wî ji pêxemberê dilsoz Birahîm re gotibû “dostê min” (Îşaya 41:9). Yehowa Xwedê dixwaze ku hûn jî bibin dostê wî.
Her ku hûn der barê Yehowa de zanyariyê bistînin, hûnê xwe bêtir ji wî nêzîk hîs bikin û bextewartir bibin. “Xwezî li wî mirovî ku … zewqa xwe tenê ji Zagona XUDAN distîne û şev û roj li ser wê kûr difikire!” (Zebûr 1:1, 2). Loma lêkolîna li ser Nivîsarên Pîroz berdewam bikin. Der barê sifet û kirinên Xwedayê me de kûr bifikirin. Bi pêkanîna tiştên ku hûn hîn dibin, nîşan bidin ku hûn ji wî hez dikin. “Çimkî hezkirina Xwedê ev e, ku em emrên wî bînin cîh. Û emrên wî ne giran in” (1. Yûhenna 5:3). Nexwe hûn jî dikarin wekî nivîskarê Zebûran dua bikin: “Ya XUDAN, riyên xwe xuyayî min bike, aliyên xwe hînî min bike! Di riya xwe ya rast de pêşengiyê ji min re bike û min perwerde bike” (Zebûr 25:4, 5). Hûnê bibînin ku “Ew, [Xwedê] ji tu kesî ji me ne dûr e” (Karên Şandiyan 17:27).