KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • rk beş 6 r. 15-17
  • Der Barê Rûyê Erdê De Armanca Xwedayê Me Çi ye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Der Barê Rûyê Erdê De Armanca Xwedayê Me Çi ye?
  • Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
  • Malzemeya Eleqedar
  • Mexseda Xwedê ji bo Dinyayê Çi ye?
    Mizgîna Xwedê
  • Xwedê Mêr û Jina Pêşîn Çêkirin
    Dersên ji Kitêba Pîroz
Îmana Rasteqîn Bextewer Dike
rk beş 6 r. 15-17

BEŞ 6

Der Barê Rûyê Erdê de Armanca Xwedayê Me Çi ye?

WEXTA ku Yehowa Xwedê rûyê erdê afirand, armanca wî ew bû ku rûyê erdê ji bo mirovan bibe cihê rûniştinê. Em di Gotina wî de wiha dixwînin: “Ezman, ezmanên XUDAN in, lê belê [wî] rûyê erdê daye mirovan” (Zebûr 115:16).

Hê ku Xwedê mirovê pêşî Adem neafirandibû, wî ji rûyê erdê qismekî biçûk hilbijart û li wê derê baxçeyekî zehf xweşik, ê ku wekî Baxçeyê Adenê hat binavkirin, çêkir. Li gor Kitêba Pîroz çavkaniya çemên Firat û Dîcleyê ji vî baxçeyî derketiye.a Loma bi îhtimaleke pir mezin Baxçeyê Adenê li Rojhilata Tirkiyê ya îroyîn bûye. Belê, bi rastî li ser rûyê erdê bi navê Baxçeyê Adenê, cihek hebûye!

Xwedê, Adem afirand û ji bo ku “li Baxçê Adenê binêre, tê de bişixule” ew di Baxçeyê Adenê de bicih kir (1. Mûsa 2:15). Wî paşê Hewa afirand, da ku ji Adem re bibe hevser. Û wî ji wan re ev emir da: “Bi berdar bibin, zêde bibin, rûyê erdê dagirin û bigirin bin dageriya [desthilatdariya] xwe” (1. Mûsa 1:28). Wek ku bi eşkereyî tê dîtin Xwedayê me “şikil daye dinyayê û ew afirandiye” û “zeximandiye û ew bo valahiyê neafirandiye, bona ku li ser wê bê rûniştin, ew afirandiye” (Îşaya 45:18).

Lê belê, Adem û Hewayê bi qestî qanûna Xwedê binpê kir û li dijî wî serî hilda. Ji ber vê yekê, Xwedê ew ji Baxçeyê Adenê qewirandin. Bi vî awayî wan cenet winda kir. Lê ziyana ku gunehê Adem dabû, bi ev qasî nema. Kitêba Pîroz ji me re wiha dibêje: “Çawa ku guneh bi navgîniya mirovekî û mirin jî bi navgîniya guneh ve ket dinyayê, bi vî awayî mirin jî derbasî hemû mirovan bû, ji ber ku hemûyan guneh kirin” (Romayî 5:12, KP).

Gelo, Yehowa Xwedê, dev ji armanca xwe ya pêşî, ango ya ku rûyê erdê bike ceneteke ku mirovên bextewar wê tê de bijîn, berdabû? Tu caran, na! Ew wiha dibêje: “Gotina min a ku ji devê min derdikeve, wê wiha bibe, wê li min vala venegere, lê belê bi misogerî wê miradê min bike û ji bo ku pêk bîne, wî di karê ku dişînimê de ewê bi ser bikeve” (Îşaya 55:11, NWT). Belê, cenet li ser tevahiya rûyê erdê wê dîsa bê avakirin!

Gelo di cenetê de jiyan wê çawa bibe? Nîmetên muhteşem, ên ku di Nivîsarên Pîroz de hatine wehdkirin, emê di her du rûpelên ku paşê wê bên de, bibînin.

a Ji Nivîsarên Pîroz, di 1. Mûsa 2:10-14an de, wiha tê gotin: “Ji Adenê çemek derket, av da bêxçe û bi çar milan ji hev veqetiya. Navê çemê yekemîn Pîşon e … û navê çemê duwemîn Gîhon e … û navê çemê sêwemîn Dîcle ye. Ji Rojhilata Aşûr ve diherike. Û çemê çaremîn jî Firat e.” Çemên Pîşon û Gîhonê îro kîjan in, nayê zanîn.

Hûn Çi Difikirin?

  • Di destpêkê de, armanca Xwedê ya pêşî ya der barê rûyê erdê û mirovahiyê de, çi bû?

  • Gelo çima em dikarin emîn bin, ku Xwedê wê vê armanca xwe bi tevahî pêk bîne?

Mirov di Cenetê de ne

Rûyê Erdê wê Bibe Cenet

Yên ku mirine, wê bên rakirin: “Hemû kesên di goran de, wê dengê wî bibihîzin û derkevin” (Yûhenna 5:28, 29).

Pîrbûyîn, nexweşî, yan jî mirin wê tu caran tune bin: “Yê ku li wir rudine, wê nebêje: ‘Ez nexweş im’” (Îşaya 33:24). “Wê Xwedê hemû histêran ji çavên wan, paqij bike û êdî wê mirin tunebe û êdî wê ne şîn hebe û ne gîrin û ne jî êş hebin” (Peyxam 21:4, KP).

Bi zehfî wê xwarin hebe: “Erd wê dexlê xwe bide; Xwedê, Xwedayê me, wê me pîroz bike” (Zebûr 67:6).

Her kes wê bibe xwediyê xanî û karê ku zewqê jê distîne: “Û wê xaniyan ava bikin û [têde] rûnin; … yên ku min bijartine, wê karên destên xwe kevin bikin” (Îşaya 65:21, 22).

Şer, sûc û zordarî wê bi dawî bibin: Yehowa Xwedê “li çar hawirdorê rûyê erdê, şeran disekinîne” (Zebûr 46:9). “Wê yên xerab ji welêt [li ser rûyê erdê] bên ajotin û … avêtin” (Methelokên Silêman 2:22).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne