QISIM 3
Di Cenetê de Jiyan Çawa Bû?
Yehowa gelek tiştên xweş dan Adem û Hewayê. 1. Mûsa 1:28
Yehowa jina pêşîn Hewa çêkir û ew bû jina Adem (1. Mûsa 2:21, 22).
Dema Yehowa ew çêkirin, hiş û bedenên wan bêqusûr bûn.
Ew di ceneta li ser erdê de, di baxçeyekî bi navê Aden de, dijiyan. Tê de çemek, darên mêwe û heywan hebûn.
Yehowa ji wan re xeber dida û rê nîşan dida. Eger wan guh bidaya Xwedê, ewê di ceneta li ser erdê de her bijiyana.
Xwedê gotibû ‘tenê ji darekê mexwin’. 1. Mûsa 2:16, 17
Ji bo dareke di nav baxçeyê Adenê de Xwedê ji Adem û Hewayê re got, ‘eger hûn ji vê mêweyê bixwin, hûnê bimirin.’
Melekekî serê xwe li ber Xwedê hilda. Navê wî melekê xerab Îblîs Şeytan e.
Şeytan nedixwest ku Adem û Hewa guh bidin Yehowa. Ji bo vê, Şeytan bi devê marekî ji Hewayê re got, ‘eger hûn mêweya vê darê bixwin, hûn namirin, lê bibin mîna Xwedê.’ Lê ew derew bû (1. Mûsa 3:1-5).