QISIM 14
Ji bo pêşengan kîjan kurs hatine temînkirin?
Di welatê xwe de
Li Mekteba Gîleadê
Li Panamayê bi aîleyekê re, Kitêba Pîroz tetkîk dikin
Kursên teokratîk ji zemanekî dirêj ve ye ku xisûsiyetekî ku Şahidên Yehowa dide naskirin in. Ji bo kesên ku ji zemanê xwe qisimeke mezin ji îlankirina Padîşahiya Xwedê re vediqetînin, hinek kursên xisûsî hatine temînkirin. Ew bi vî şikilî dikarin xizmeta xwe bêkêmasî weynin cih (2. Tîmotêyos 4:5).
Kursa Xizmeta Pêşengiyê. Pêşengên ku di xizmeta ji bo temamiya rojê de sala xwe ya pêşî temam dikin ji bo kurseke şeş rojan tên dawetkirin. Ev kurs dikare di saloneke îbadetê de ya li mintiqeya ku ew kes lê ye, were kirin. Mexseda vê kursê ew e ku pêşeng hê zêdetir nêzîkî Xwedê bibin, ji her aliyê xizmetê ve zêdetir bi tesîr bibin û xizmeta xwe bi şikilekî sadiq dewam bikin.
Kursa Mizgînvanên Padîşahiya Xwedê. Ev kurs du mehan dewam dike û ji bo elimandina pêşengên bi tecrûbe hatiye hazirkirin. Ev pêşeng bi dilxwazî hazir in ku ji mala xwe dûrkevin û li mintiqeyeke ku îhtiyaç bi wan heye, xizmetê bikin. Yanî ew dibêjin: “Va ye, ez terim! Min bişîne!”. Ew bi vî şikilî waîzê herî mezin Îsa Mesîhê ji xwe re emsal digirin (Îşaya 6:8, NW; Yûhenna 7:29). Belkî gava ew koçî mintiqeyeke dûr dikin, mecbûr dimînin ku xwe bielimînin heyateke ji ya berê sadetir. Belkî kultur, îqlim û xwarinên wê derê ji bo wan xerîb in. Heta, belkî lazim dike ku ew bielimin zimanekî xerîb jî. Xûşk û birayên ku emrê xwe 23 heta 65 in, hem ên nezewicî û hem jî cotên zewicî dikarin vê kursê ziyaret bikin. Ev kurs ji wan re yardim dike ku ew ji bo xizmetê gelek wesfên ku îhtiyaçên wan pê hene bi pêş bixin. Loma teşkîlata Yehowa jî dikare wan hê rindtir bişixulîne.
Mekteba Kitêba Pîroz a Watchtower Gîleadê. Di zimanê Îbranî de gotina “Gîlead” tê mana “Koma Şahidan”. Mekteba Gîleadê di sala 1943-yan de, hatiye avakirin. Ji wê wextê vir ve, zêdetirî 8.000 mezûn ji vê mektebê derketine. Ew bi sifata mizgînvanên wezîfedar ji bo îşê şahidiyê heta kujên dinyayê yên dawî hatine şandin (Karên Şandiyan 13:47). Mesela wexta ku mizgînvanên wezîfedar cara pêşî çûn welatê Perûyê, li wê derê qet cemaeteke Şahidên Yehowa tunebû. Ancax niha 1.255 cemaet hene. Gava mizgînvanên wezîfedar çûn Japonyayê, hijmara Şahidên li wî memleketî 10 kes jî tunebû. Feqet îro li wê derê zêdetirî 200.000 Şahidên Yehowa hene. Mekteba Gîleadê pênc mehan dewam dike. Û di vê mektebê de Kitêba Pîroz bi şikilekî kûr tê tetkîkkirin. Kesên wekî: Nazirên Herêmê û jinên wan, pêşengên xisûsî, mizgînvanên wezîfedar ên ku li mintiqeyê xizmetê dikin û kesên ku li Beytelê xizmetê dikin, ew dikarin ji bo vê mektebê werin dawetkirin. Mexseda vê elimîna kûr ew e ku ew bikarin fealiyetên me yên li ser temamiya rûyê erdê xurt û bi îstiqrar bikin.
Mexseda Kursa Xizmeta Pêşengiyê çi ye?
Kursa Mizgînvanên Padîşahiya Xwedê ji bo kîjan kesan hatiye hazirkirin?