KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • fg ders 10 pirs 1-4
  • Em Çawa Dikarin Riya Rast Bibînin?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Em Çawa Dikarin Riya Rast Bibînin?
  • Mizgîna Xwedê
  • Malzemeya Eleqedar
  • Riya Rast Kîjan e?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Gelo Kîjan Dîn û Bawerî Rast e?
    Pirsên li ser Kitêba Pîroz
  • Çi wê Bê Serê Dîn û Baweriyên Sexte?
    Mizgîna Xwedê
  • Dînên Sexte di Heqê Xwedê de Derewan Dibêjin
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Mizgîna Xwedê
fg ders 10 pirs 1-4

DERS 10

Em Çawa Dikarin Riya Rast Bibînin?

1. Ma riya rast tenê yek e?

Îsa mirovan hîn dike

“Hay ji pêxemberên derewîn hebin” (METTA 7:15)

Wek Îsa pêxember gotibû, riya heyata bêdawî yek e û “yên ku wê dibînin hindik in” (Metta 7:14). Xwedê tenê îbadeta li gor Kitêba Pîroz qebûl dike. Hemû xizmetkarên Xwedê li ser vê riya rast di yekîtiyê de ne.​—Yûhenna 4:23, 24; 14:6; Efesî 4:4, 5 bixwîne.

Li vîdeoya Gelo Xwedê Hemû Dîn û Baweriyan Qebûl Dike? temaşe bike.

2. Îsa pêxember li ser dîn û baweriyên sexte çi got?

Alimek li dêrê xeber dide. Paşê, ew leşkeran pîroz dike.

“Dibêjin ku ew Xwedê nas dikin, lê ew bi kirinên xwe wî înkar dikin” (TÎTOS 1:16)

Îsa pêxember ji berê de gotibû ku pêxemberên sexte wê riya rast xera bikin. Ew wek xizmetkarên Xwedê xuya dikin, û ew dibêjin ku riya wan rast e. Lê tu dikarî bi hêsanî tê derxî ku ew bi rastî çi cure mirov in. Çawa? Tenê kesên ku li ser riya rast in bi hal û hereketên xwe nîşan didin ku ew bi rastî xizmetkarên Xwedê ne.​—Metta 7:13-23 bixwîne.

3. Tu çawa dikarî tê derxî ku xizmetkarên Xwedê kî ne?

Ji kerema xwe re, bala xwe bide van pênc nuqteyan:

  • Ew Kitêba Pîroz wek Peyva Xwedê qebûl dikin. Ew xîret dikin ku heyata xwe, ne li gor fikrên însanan, lê li gor gotinên Kitêba Pîroz bajon (Metta 15:7-9). Gotin û kirinên wan yek in.​—Yûhenna 17:17; 2. Tîmotêyos 3:16, 17 bixwîne.

  • Şagirtekî Îsa gotareke li ser Kitêba Pîroz pêşkêş dike. Paşê, ew mizgîna Padîşahiya Xwedê belav dike, piştî felaketekê alîkariyê dike û alî extiyaran dike.

    Ew navê Xwedê bilind dikin. Pêxemberên wek Mûsa, Dawid û Îsa dizanibû ku navê Xwedê Yehowa ye, û wan ev nav bilind dikir û dida nas kirin (Yûhenna 17:26). Îro kî navê Xwedê didin nas kirin?​—Zebûr 148:5; Romayî 10:13, 14 bixwîne.

  • Ew mizgîna Padîşahiya Xwedê belav dikin. Tenê Padîşahiya Xwedê dikare problemên dinyayê hel bike. Îsa pêxember heta roja mirina xwe behsa vê Padîşahiyê dikir (Lûqa 4:43; 8:1; 23:42, 43). Wî gotibû ku şagirtên wî jî wê mizgîna vê Padîşahiyê belav bikin. Bi dîtina te, îro kî Padîşahiya Xwedê li seranserê dinyayê îlan dikin?​—Metta 24:14 bixwîne.

  • Ew ne aîdî vê dinyaya xerab in. Mesela, ew nakevin siyasetê (Yûhenna 17:16; 18:36). Wekî din, ew ji fikir û kirinên xerab ên vê dinyayê dûr disekinin.​—Aqûb 4:4 bixwîne.

  • Ew ji hevdû hez dikin. Wek Kitêba Pîroz hîn dike, ew mirovan li gor kok û ziman cihê nakin, lê qedrê her kesî digirin. Dîn û baweriyên sexte gelek caran piştgiriya cengan dikin, lê xizmetkarên Xwedê wisa nakin (Mîka 4:1-3). Li şûna vê, şagirtên Îsa bi fedakarî alî mirovan dikin.​—Yûhenna 13:34, 35; 1. Yûhenna 4:20 bixwîne.

4. Bi dîtina te, riya rast kîjan e?

Kîjan dîn xwe bi temamî dispêre Kitêba Pîroz? Kî navê Xwedê bilind dikin û dibêjin ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare problemên dinyayê hel bike? Ferdên kîjan dînî ji mirovan hez dikin û ji cengan dûr disekinin? Tu wan nas dikî?​—1. Yûhenna 3:10-12 bixwîne.

Ji bo zêdetir melûmatê, li beşa 15an a kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne