DERS 30
Rehabê Zilamên ku Hatin Keşfê Veşartin
Wexta ku zilamên Îsraîlî çûn keşfkirina bajarê Erîhayê, ew li mala jineke bi navê Rehab man. Padîşahê Erîhayê bi vê yekê hesiya û esker şandin mala Rehabê. Wê her du zilam li ser xênî veşartin û esker ber bi aliyekî din ve şandin. Wê ji zilaman re got: ‘Ezê alî we bikim. Ez dizanim ku Yehowa bi we re ye û hûnê vî welatî bistînin. Ji kerema xwe re soz bidin min ku hûn malbata min sax bihêlin.’
Zilamên Îsraîlî ji Rehabê re gotin: ‘Em soz didin ku ji mala te tu kes wê zerarê nebîne.’ Wan got: ‘Ji bo ku malbata te sax bimîne, tayekî sor bi pencereya xwe ve girêde.’
Rehabê zilam bi werîsekî ji pencereya xwe daxistin. Zilam reviyan çiyê û berî ku vegeriyan ba Yêşû sê rojan xwe li wir veşartin. Piştre Îsraîlî ji Çemê Urdunê derbas bûn û xwe hazir kirin ku erdê li wir ji xwe re bistînin. Bajarê pêşîn ê ku wan bi dest xist Erîha bû. Yehowa ji wan re got ku gerek ew şeş rojan her rojê carekê li dora bajêr bimeşin. Di roja heftan de, ew heft caran li dora bajêr meşiyan. Piştre kahînan li boriyan xist û eskeran bi dengên bilind bang kir. Sûrên bajêr hilweşiyan! Lê tiştek bi mala Rehabê nehat. Ji ber ku Rehabê baweriya xwe bi Yehowa anî, ew û malbata wê sax man.
“Bi vî awayî, Rexaba fahîşe jî gava ku nêrevan [zilamên Îsraîlî] qebûl kirin û ew di riyeke din re şandin, ma ew ne bi kirinan rastdar derket?” (Aqûb 2:25, Mizgînî).