DERS 31
Yêşû û Gîbeonî
Miletên li Kenanê tiştên ku hatin serê Erîhayê bihîstin. Padîşahên wan qerar da ku li hev bicivin û bi Îsraîliyan re şer bikin. Lê Gîbeonî bi planeke xapînok hatin. Wan kincên riziyayî li xwe kirin, çûn ba Yêşû û ji wî re gotin: ‘Em ji welatekî dûr hatin. Me li ser Xwedayê we Yehowa û hemû tiştên ku wî ji bo we li Misrê û li Moabê kirine bihîstine. Soz bidin ku hûnê hicûmî me nekin û emê bibin xulamên we.’
Yêşû ji wan bawer kir û qebûl kir ku hicûmî wan neke. Piştî sê rojan Yêşû pê hesiya ku ew ne ji welatekî dûr hatibûn. Ew ji welatê Kenanê bûn. Yêşû ji Gîbeoniyan pirsî: ‘We çima derew li me kir?’ Wan cewab da: ‘Em pir tirsiyan! Em dizanin ku Xwedayê we Yehowa ji bo we şer dike. Ji kerema xwe re me nekujin.’ Yêşû soza xwe girt û ew sax hiştin.
Piştî demeke kin pênc padîşahên Kenaniyan û ordiyên wan ji bo ku hicûmî Gîbeoniyan bikin xwe hazir kirin. Yêşû û ordiya wî ji bo ku wan xelas bikin temamiya şevê meşiyan. Roja din serê sibê şer dest pê kir. Kenanî ber bi hemû aliyan ve reviyan, lê Yehowa zîpikên pir mezin li ser wan barandin. Piştre Yêşû ji Yehowa xwest ku roj li cihê xwe bisekine. Heta niha tiştekî wisa qet çênebûbû! Lê Yêşû baweriya xwe bi Yehowa anî. Bi rastî jî heta ku Îsraîliyan zora padîşahên Kenaniyan û ordiyên wan bir roj neçû ava.
“Bila peyva we ‘Erê’ bê maneya erê, û bila peyva we ‘Na’ bê maneya na, çimkî her tiştê ji vê zêdetir ji Îblîs tê” (Meta 5:37).