DERS 36
Soza Yeftah
Îsraîlî dîsa ji rêya Yehowa derketin. Wan dest bi îbadeta îlahên sexte kir. Gava Ammoniyan hicûmî Îsraîliyan kir, îlahên sexte alî wan nekir. Îsraîliyan gelek salan êş kişand. Di dawiyê de wan ji Yehowa re got: ‘Me guneh kir. Ji kerema xwe re me ji destê dijminên me xelas bike.’ Îsraîliyan pûtên xwe tune kirin û dîsa dest bi îbadeta Yehowa kir. Yehowa êdî nedixwest bibîne ku ew êşê dikişînin.
Şervanekî bi navê Yeftah hat hilbijartin ku di şerê Ammoniyan de rêberiya Îsraîliyan bike. Wî ji Yehowa re got: ‘Eger tu alî me bikî ku em di vî şerî de bi ser bikevin, ez vê sozê didim te: Gava ez vegerim malê, ezê kesê pêşîn ê ku ji deriyê mala min derdikeve pêşiya min bidim te.’ Yehowa duaya Yeftah bihîst û alî wî kir ku ew di şer de serkeftî be.
Gava Yeftah vegeriya malê, kesê pêşîn ê ku bi kêf û reqs derket pêşiya wî keça wî bû. Ew zaroka wî ya bi tenê bû. Gelo Yeftah çi kir? Wî soza xwe anî bîra xwe û got: ‘Hey wax keça min! Te dilê min êşand. Min sozek da Yehowa. Ji bo ku tu ji wî re xizmetê bikî, gerek ez te bişînim konê îbadetê yê li Şîloyê.’ Lê keça wî jê re got: ‘Bavo, eger te sozek dabe Yehowa, gerek tu soza xwe bînî cih. Tenê daxwazeke min heye: Îznê bide min ku ez bi hevalên xwe re herim çiyê û du mehan bi wan re wextê derbas bikim. Piştre ezê biçim Şîloyê.’ Keça Yeftah heta dawiya emrê xwe bi dilsozî li konê îbadetê xizmet dikir. Hevalên wê her sal diçûn ziyareta wê.
“Yê ku ji min zêdetir ji kur yan keça xwe hez dike, ew jî ne hêjayî min e” (Meta 10:37).