DERS 74
Îsa Dibe Mesîh
Yehya gotibû ku kesekî ku ji wî mezintir e tê. Gava Îsa teqrîben 30 salî bû, ew ji Celîleyê çû Çemê Urdunê. Li wir Yehya mirov vaftîz dikirin. Îsa dixwest ku Yehya wî vaftîz bike, lê Yehya got: ‘Gerek ez te vaftîz nekim. Gerek tu min vaftîz bikî.’ Îsa ji Yehya re got: ‘Yehowa dixwaze ku tu min vaftîz bikî.’ Loma ew ketin Çemê Urdunê û Yehya Îsa bi temamî xist bin avê û derxist.
Piştî ku Îsa ji avê derket, wî dua kir. Wê gavê ezman vebû û ruhê pîroz wek kevokekê daket ser wî. Yehowa ji ezmanan got: ‘Tu Kurê min ê delal î. Ez ji te razî me.’
Gava ruhê Yehowa daket ser Îsa, ew bû Mesîh. Êdî wî dikaribû dest bi karê ku Yehowa dabû wî bike. Ew ji bo vê yekê hatibû dinyayê.
Piştî ku Îsa hat vaftîzkirin, ew çû çolê û 40 rojan li wir ma. Dema ku vegeriya, çû cem Yehya. Gava Yehya dît ku Îsa tê cem wî, Yehya got: ‘Va ye, Berxê Xwedê yê ku wê gunehên dinyayê ji holê rake!’ Bi van gotinan, Yehya nîşanî xelkê da ku Îsa “Mesîh” e. Gava Îsa li çolê bû, gelo tu dizanî çi hat serê wî? Ka em binêrin.
“Dengek ji ezmanan hat: ‘Tu yî Kurê min ê delal, ez ji te razî me’” (Marqos 1:11).