DERS 75
Îblîs Îsa Diceribîne
Piştî ku Îsa hat vaftîzkirin, ew bi rêberiya ruhê pîroz çû çolê. Wî 40 rojan tiştek nexwar û pir birçî bû. Îblîs hat ku Îsa biceribîne û ji wî re got: ‘Eger tu bi rastî Kurê Xwedê yî, ji van keviran re bêje ku ew bibin nan.’ Lê Îsa cewab da ku di Nivîsarên Pîroz de wisa hatiye nivîsandin: ’Ji bo ku em bijîn, xwarin tenê ne bes e. Lazim e ku em guh bidin her gotina ku Yehowa dibêje.’
Piştre Şeytan xwest ku Îsa bi van gotinan bixapîne: ‘Eger tu bi rastî Kurê Xwedê yî, xwe ji cihê herî bilind ê îbadetgehê bavêje erdê. Çimkî hatiye nivîsandin ku Xwedê wê melekên xwe bişîne ku te bigirin.’ Lê Îsa dîsa ji Nivîsarên Pîroz cewab da û got: ‘Hatiye nivîsandin ku gerek hûn Yehowa neceribînin.’
Piştre Şeytan hemû padîşahiyên dinyayê, dewlemendî û rûmeta wan nîşanî Îsa dan û got: ‘Eger tu tenê carekê ji min re îbadetê bikî, ez ê van hemû tiştan bidim te.’ Lê Îsa cewab da: ‘Ji min dûr bikeve, Şeytan! Hatiye nivîsandin ku gerek em tenê ji Yehowa re îbadetê bikin.’
Piştî vê yekê Îblîs çû û melek hatin cem Îsa û xwarin da wî. Ji wê rojê ve Îsa mizgîniya Padîşahiyê belav dikir. Xwedê ew ji bo vî karî şandibû dinyayê. Mirovan ji gotinên Îsa hez dikir û li her derê li pey wî diçûn.
“Gava ew [Îblîs] derewan dike, ew li gor şexsiyeta xwe dike, ji ber ku ew derewkar e û bavê derewan e” (Yûhena 8:44).