DERS 76
Îsa Îbadetgehê ji Ticaran Paqij Dike
Di sala 30yî de gava bihar bû, Îsa çû Orşelîmê. Gelek kes ji bo pîrozkirina Cejna Derbasbûnê hatibûn bajêr. Wek ku di cejnê de dihat kirin, wan li îbadetgehê qurban pêşkêş dikirin. Hinek kesan heywanên xwe bi xwe re anîn, lê hinekan jî ew li Orşelîmê kirîn.
Gava Îsa ket îbadetgehê, wî dît ku mirov heywanan difiroşin. Li şûna ku wan li wir îbadet bikira, wan ji xwe re pere qezenc dikirin! Gelo Îsa çi kir? Wî ji benikan qamçiyek çêkir û pez û dewar ji îbadetgehê derxistin. Wî maseyên kesên ku pere diguhertin avêtin erdê û pereyên wan li ser erdê rijandin. Îsa ji kevokfiroşan re got: ‘Van tiştan ji vir derxin! Mala Bavê min nekin cihê ticaretê!’
Kesên ku di îbadetgehê de bûn ji ber tiştên ku Îsa kirin ecêb man. Şagirtên wî ev gotinên li ser Mesîh anîn bîra xwe: ‘Hezkirineke mezin ji bo mala Yehowa di dilê min de heye.’
Îcar di sala 33yan de, Îsa îbadetgeh cara diduyan paqij kir. Gava kesekî hurmet nedida mala Bavê wî, wî ev yek tehemul nedikir.
“Hûn nikarin hem xulamên Xwedê hem jî xulamên dewlemendiyê bin” (Lûqa 16:13).