KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 93 r. 216-r. 217 p. 5
  • Îsa Vedigere Ezmanan

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îsa Vedigere Ezmanan
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Îsa Mizgîniya Padîşahiyê Belav Dike
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Îsa Mesîh dijî!
    Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • “Hûnê … Bibin Şahidên Min”
    Li ser Padîşahiya Xwedê Şahidiyeke Baş Bidin
  • Şagirt Ruhê Pîroz Distînin
    Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 93 r. 216-r. 217 p. 5
Îsa li ber çavên şandiyên xwe hildikişe ezmanan

DERS 93

Îsa Vedigere Ezmanan

Gava Îsa li Celîleyê bi şagirtên xwe re bû, wî ev emrê pir muhîm da wan: ‘Herin û mirovên ji hemû welatan bikin şagirtên min. Wan bielimînin tiştên ku min ji we re gotine û wan vaftîz bikin.’ Dûre wî ev soz da wan: ‘Ji bîr nekin ku ez her tim bi we re me.’

Piştî ku Îsa ji mirinê rabû di nav 40 rojan de li sedan şagirtên xwe yên li Celîle û Orşelîmê xuya bû. Wî ew elimandin gelek tiştên muhîm û gelek mucîze çêkirin. Piştre Îsa şandiyên xwe cara dawîn li ser Çiyayê Zeytûnê dîtin. Wî got: ‘Ji Orşelîmê dernekevin. Li benda soza ku Bav daye we bisekinin.’

Şandiyên wî fehm nekir ku Îsa dixwest çi bigota. Wan ji wî pirsî: ‘Ma tuyê niha bibî padîşahê Îsraîlê?’ Îsa got: ‘Hê wext nehatiye ku Yehowa min bike padîşah. Di demeke nêzîk de hûnê ji ruhê pîroz qewetê bistînin û hûnê şahidên min bin. Herin û mizgîniyê li Orşelîm, Cihûstan û Sameriyayê û li hemû dinyayê belav bikin.’

Piştre Îsa ber bi ezmanan ve bilind bû û ewrekî dora wî girt. Şagirtên wî hê li ezmanan dinêrî, lê Îsa li ber çavê wan winda bû.

Şagirt ji Çiyayê Zeytûnê çûn û ketin rêya Orşelîmê. Ew her tim di odeya jor a malekê de li hev kom dibûn û wan dua dikir. Ew li bendê bûn ku Îsa rêberiyeke nû bide wan.

“Ev mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê belavkirin, da ku hemû milet vê mizgîniyê bibihîzin, û hingê dawî wê bê” (Meta 24:14).

Pirs: Îsa kîjan emir da şagirtên xwe? Li ser Çiyayê Zeytûnê çi çêbû?

Meta 28:16-20; Lûqa 24:49-53; Yûhena 20:30, 31; Karên Şandiyan 1:2-14; 1. Korîntî 15:3-6

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne