KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 97 r. 226-r. 227 p. 2
  • Kornêlyos Ruhê Pîroz Distîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Kornêlyos Ruhê Pîroz Distîne
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • “Li ba Xwedê Xatirgirtin Tune”
    Li ser Padîşahiya Xwedê Şahidiyeke Baş Bidin
  • Wek Petrûs, Dev ji Xîreta Xwe Bernede
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 97 r. 226-r. 227 p. 2
Kornêlyos di mala xwe de bixêrhatina Petrûs dike

DERS 97

Kornêlyos Ruhê Pîroz Distîne

Li Qeyseriyê fermandarekî Romayê yê bi navê Kornêlyos hebû. Ew ne Cihû bû, lê Cihûyan qedrê wî digirt. Ew yekî comerd bû û wî alî kesên feqîr û hewcedar dikir. Kornêlyos îmana xwe bi Yehowa dianî û her tim ji wî re dua dikir. Rojekê melekek li Kornêlyos xuya bû û jê re got: ‘Xwedê duayên te bihîstin. Niha zilamên xwe bişîne bajarê Yafayê. Bila ew Petrûs bibînin û gazî wî bikin.’ Di cih de Kornêlyos sê zilamên xwe şandin Yafayê. Ev bajar teqrîben 50 kîlometre li aliyê başûr bû.

Wê çaxê Petrûs li Yafayê bû. Di dîtiniyekê de, wî gelek heywan dîtin. Li gor Qanûna Cihûyan, xwarina wan heywanan qedexe bû. Dengekî ji wî re got: “Bixwe!” Lê Petrûs got: ‘Min tu carî tiştekî heram nexwariye.’ Wî dengî jê re got: ‘Nebêje ku ev heywan heram in. Ew li ber çavê Xwedê helal in.’ Wî dengî ji Petrûs re got: ‘Sê zilam li ber deriyê te ne. Rabe bi wan re here.’ Petrûs çû ber derî û ji zilaman pirsî ku ew çima hatine. Wan cewab da: ‘Fermandarê Romayê Kornêlyos em şandine. Ew te gazî mala xwe ya li Qeyseriyê dike.’ Petrûs ew zilam dawet kirin ku wê şevê bibin mêvanên wî. Roja din ew bi wan zilaman re çû Qeyseriyê û çend birayên ji Yafayê bi wan re çûn.

Gava Kornêlyos Petrûs dît, wî xwe avêt ber lingên wî. Lê Petrûs got: ‘Rabe! Ez jî mirovekî wek te me.’ Piştre wî wisa dewam kir: ‘Wek hûn dizanin Cihû naçin mala mirovekî ji miletekî din, lê Xwedê ji min re got ku gerek ez werim mala te. Kerem ke bêje ku te çima gazî min kiriye.’

Kornêlyos ji Petrûs re got: ‘Berî çar rojan min ji Xwedê re dua kir û melekekî ji min re got ku gerek ez gazî te bikim. Kerem ke gotinên Yehowa ji me re bêje.’ Petrûs got: ‘Min fehm kir ku Xwedê ferqiyê naxe nava mirovan. Ew her kesê ku dixwaze ji wî re îbadetê bike qebûl dike.’ Petrûs ji wan re li ser Îsa gelek tişt gotin. Piştre Kornêlyos û kesên ku li cem wî bûn ruhê pîroz stand û ew hemû vaftîz bûn.

“Di nav her miletî de kesê ku ji wî ditirse û ya rast dike, Xwedê wî qebûl dike” (Karên Şandiyan 10:35).

Pirs: Petrûs çima nexwest goştê heywanên heram bixwe? Yehowa çima Petrûs şand mala zilamekî ku ne Cihû bû?

Karên Şandiyan 10:1-48

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne