KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 98 r. 228-r. 229 p. 1
  • Mirovên ji Gelek Miletan Dibin Mesîhî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Mirovên ji Gelek Miletan Dibin Mesîhî
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • “Bi Şabûnê û bi Ruhê Pîroz [ve] Tije Bûn”
    Li ser Padîşahiya Xwedê Şahidiyeke Baş Bidin
  • Wan bi Îzna Yehowa bi Dilxurtî Xeber Da
    Li ser Padîşahiya Xwedê Şahidiyeke Baş Bidin
  • Civat Xurt Dikirin
    Li ser Padîşahiya Xwedê Şahidiyeke Baş Bidin
  • Barnabas û Pawlos li Cihên Dûr Mirovan Dikin Şagirtên Îsa
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 98 r. 228-r. 229 p. 1
Pawlosê şandî û Barnabas ji waliyê Qibrisê Sergiyos Pawlos re behsa mizgîniyê dikin

DERS 98

Mirovên ji Gelek Miletan Dibin Mesîhî

Şandiyan guh da emrê Îsa û li her derê mizgînî belav kir. Di sala 47an de, birayên li Entakyayê ji Pawlos û Barnabas xwest ku ji bo belavkirina mizgîniyê herin seferê. Ev her du mizgînvanên jêhatî li Anatolyayê, yanî li cihên wek Derbe, Lîstra û Konyayê geriyan.

Wan hem ji dewlemend û feqîran re hem jî ji ciwan û kalan re behsa mizgîniyê dikir. Gelek kesan rastiya li ser Mesîh qebûl kir. Gava Pawlos û Barnabas ji waliyê Qibrisê Sergiyos Pawlos re behsa mizgîniyê dikir, sêrbazekî dixwest wan bisekinîne. Pawlos ji sêrbaz re got: “Yehowa wê te ceza bike.” Sêrbaz di cih de kor bû. Walî ev yek dît û îman bi Yehowa anî.

Pawlos û Barnabas mal bi mal, li bazaran, li ser rê û di sînagogan de jî mizgînî belav dikir. Li Lîstrayê wan zilamekî lingseqet qenc kir. Gava mirovan ev mucîze dît, ew fikirîn ku Pawlos û Barnabas îlah in û xwest ji wan re îbadetê bikin. Lê Pawlos û Barnabas gotin: ‘Em jî mirovên wek we ne. Tenê ji Xwedê re îbadetê bikin!’ Piştre hinek Cihûyên din hatin û mirov teşwîq kirin ku li dijî Pawlos rabin. Piştî ku mirovan kevir avêtin Pawlos, ew fikirîn ku Pawlos mirî ye û wan ew ji bajêr derxist û li wir hişt. Lê Pawlos hê sax bû! Bira hatin ku alî wî bikin û wan ew dîsa bir bajêr. Paşê Pawlos vegeriya Entakyayê.

Di sala 49an de, Pawlos dest bi sefereke din kir. Pêşî wî xwişk û birayên li Anatolyayê ziyaret kirin. Paşê ew ket rêya Ewropayê. Ew çû Atîna, Efes, Filîpî, Selanîkê û cihên din jî. Di vê seferê de Sîlas, Lûqa û xortekî bi navê Tîmotêyos bi Pawlos re bûn. Wan bi hev re civatên nû ava kirin û alî xwişk û birayan kir ku ew di îmanê de xurt bibin. Pawlos sal û nîvekê li Korîntê ma û dilê xwişk û birayan xurt kir. Wî mizgînî belav dikir, dielimand û ji gelek civatan re name dinivîsandin. Wekî din, wî kon çêdikirin. Piştî demekê Pawlos vegeriya Entakyayê.

Pawlosê şandî li bazarekê mizgîniyê belav dike

Di sala 52yan de, Pawlos ji bo xizmetê cara sisêyan çû seferê. Pêşî ew çû Anatolyayê. Pawlos çend salan li bajarê Efesê ma, dielimand, nexweş qenc dikirin û alî civatê dikir. Wekî din, wî her roj di mektebekê de gotar pêşkêş dikirin. Gelek kesan guh da wî û jiyana xwe guhert. Dûre Pawlos çû aliyê bakur û gihîşt Filîpiyê. Ji wir ew çû Korîntê. Di dawiyê de piştî ku Pawlos li gelek welatan mizgînî belav kir, ew çû Orşelîmê.

“Loma herin, mirovên ji hemû miletan bikin şagirtên min” (Meta 28:19).

Pirs: Gelo Pawlos di seferên xwe de çû ku derê? (Li xerîteya ji beşa 17an a broşûra Rêberiya Lêkolînê ya ji bo Peyva Xwedê (sgd-RDU) binêre)

Karên Şandiyan 13:1–23:35

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne