DERS 103
“Bila Hukimdariya Te Bê”
Yehowa ev soz daye me: ‘Ezê hemû hêstirên we paqij bikim. Tu kes wê xemgîn nebe, êşê nekişîne, nexweş nekeve û nemire. Hemû tiştên xerab ên berê wê bên jibîrkirin.’
Yehowa dixwest ku Adem û Hewa di baxçeyê Adenê de kêfxweş bin û di aştiyê de bijîn. Lazim bû ku ew ji Bavê xwe yê ezmanî re îbadetê bikin û dinyayê bi zarokên xwe tije bikin. Adem û Hewayê guh neda Yehowa, lê armanca wî qet nehat guhertin. Di vê kitêbê de me dît ku hemû sozên Yehowa rast derketin. Wek ku Yehowa soz da Birahîm, Hukimdariya wî wê nîmetên pir xweş bîne dinyayê.
Di wexteke nêzîk de Şeytan, cinên wî û hemû mirovên xerab wê tune bibin. Her kes wê ji Yehowa re îbadetê bike. Emê nexweş nekevin û nemirin. Emê her roj bi enerjiyeke tam û bi dilekî xweş rabin ser xwe. Dinya wê bibe cenet. Her kes wê ji xwarina baş tehmê bistîne û di emniyetê de bijî. Mirov wê pir dilovan bin û zilm û zordariyê li kesî nekin. Heywanên kovî wê ji me netirsin û emê jî ji wan netirsin.
Gava Yehowa mirovan ji mirinê rake, emê pir kêfxweş bibin. Emê bixêrhatina kesên ku berê li jiyanê bûn bikin. Mesela, emê Habîl, Nûh, Birahîm, Sara, Mûsa, Rût, Ester û Dawid nas bikin. Emê bi hev re dinyayê bikin cenet. Emê her tim ji karê destê xwe kêfê bistînin.
Yehowa dixwaze ku tu jî di cenetê de bijî. Tuyê li ser Yehowa gelek tiştên nû bielimî. Her roj, yanî hem îro hem jî heta hetayê zêdetir nêzîkî Yehowa bibe!
“Ya Xudan, Xwedayê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin û bi daxwaza te ew afirîn û hene” (Peyxam 4:11, Mizgînî).