KILAM 127
Gerek Ez Bibim Yekî Çawa?
1. Ez çawa dikarim spasdariya xwe
nîşanî te bidim, ji bo qenciya te?
Eşkere dike Peyva te, ey Yehowa,
ku lazim e ku ez bibim yekî çawa.
(PIR)
Xwedê, min soz daye, min sond xwariye,
ezê guh bidim te bi hemû dilê xwe.
Tu qîmetê didî kesên wefadar,
ji wan re tu tim dibî dost û yar.
Ji kerema xwe re, alî min bike,
bila jiyana min dilê te şa bike.
Yehowa, ezê li rêya te bimeşim
û peymana xwe tu caran xera nekim.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 18:25; 116:12; Mtl. 11:20)