KILAM 162
Ez Hewceyî Xwedê me
(Meta 5:3)
1. Peyva Xwedê têr dike
îhtiyaca dilê me.
Hêvî dide, dilxweş dike,
me birçî nahêle.
Hîn dike hem rastiyê
hem armanca jiyanê.
Ji ber ku me ew dîtiye,
em çi qas şa bûne.
(DÎSGOTIN)
Xwedê, tu pir comerd î,
tu rêya min ronî dikî.
Xwedê, min xwedî bike,
ez xwe dispêrim te.
Qet nabe bê te,
hewceyî te me.
2. Tiştên ku em hîn dibin
gelekî biqîmet in.
Îmana me qewî dibe
bi saya Peyva te.
Gelek kes te nas nakin,
pir dûrî rêya rast in.
Xwezî ku ew te nas bikin,
mîna me dilxweş bin.
(DÎSGOTIN)
Xwedê, tu pir comerd î,
tu rêya min ronî dikî.
Xwedê, min xwedî bike,
ez xwe dispêrim te.
Qet nabe bê te,
hewceyî te me.
Xwedê, tu pir comerd î,
tu rêya min ronî dikî.
Xwedê, min xwedî bike,
ez xwe dispêrim te.
Qet nabe bê te,
hewceyî te me.
Xwedê, tu pir comerd î,
tu rêya min ronî dikî.
Xwedê, min xwedî bike,
ez xwe dispêrim te.
Qet nabe bê te,
hewceyî te me.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 1:1, 2; 112:1; 119:97; Îşa. 40:8; Meta 5:6; 16:24; 2. Tîm. 4:4.)