KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lmd ders 6
  • Bêtirs Be

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Bêtirs Be
  • Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Îsa Mesîh Çi Kir?
  • Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?
  • Wek Îsa Mesîh Bike
  • Tê Bîra Te?
    Bernameya Civîna Yekrojî, 2018/2019 – Bi Nazirê Herêmê
  • Me Cesûr Bike
    Bi Kêfxweşî ji Yehowa re Kilaman Bibêje
  • Yehowa wê Alî Te Bike ku Tu Mêrxas Bî
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
lmd ders 6

DEST BI SOHBETÊ BIKE

Îsa Mesîh ji Zexayos re dibêje ku ew ji darê dakeve, û kesên derdora wî ecêbmayî dimînin.

Lûqa 19:1-7

DERS 6

Bêtirs Be

Prensîp: “Me ji Xwedayê xwe cesaret stand ku em … Mizgîniya Xwedê ji we re bêjin” (1. Selanîkî 2:2).

Îsa Mesîh Çi Kir?

Îsa Mesîh ji Zexayos re dibêje ku ew ji darê dakeve, û kesên derdora wî ecêbmayî dimînin.

VÎDEO: Îsa Mesîh Mizgînê Dide Zexayos

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Lûqa 19:1-7 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1. Gelo çima hin kesan ji Zexayos hez nedikir?

  2. Çima Îsa xwe dûrî wî negirt û li ser mizgînê bi wî re xeber da?

Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?

2. Ji me re wêrekî lazim e ku ferq û cudahiyê nexin di nav mirovan de û mizgînê bidin her kesî.

Wek Îsa Mesîh Bike

3. Xwe bispêre Yehowa. Yehowa ruhê pîroz da Îsa ku ew mizgînê belav bike. Û ew dikare qewetê bide me jî (Met. 10:19, 20; Lûqa 4:18). Eger em bitirsin ku mizgînê belav bikin, em dikarin ji Yehowa re dua bikin ku ew cesaretê bide me (Kar. 4:29).

4. Mizgînê bê pêşhukim belav bike. Mesela, ji ber kinc, şekil û şemala mirovan, halê wan ê madî, şeklê jiyana wan yan ji ber dîn û baweriya wan, belkî em naxwazin mizgîne bidin wan. Lê ji bîr neke:

  1. Em nizanin ku di dilê mirovan de çi heye, vê yekê tenê Yehowa û Îsa dizanin.

  2. Yehowa dikare ji her kesî re dilrehmiyê nîşan bide.

5. Biqedir be û hay ji xwe hebe (Met. 10:16). Nekeve minaqeşeyê. Eger kesek naxwaze guh bide me yan jî em xwe di talûkeyê de hîs dikin, sohbeta xwe bi nazikî xelas bikin û ji wir herin (Mtl. 17:14).

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Kar. 4:31; Ef. 6:19, 20; 2. Tîm. 1:7

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne