Hevalê Baş Be Hevaltiya Xwe Winda Neke
Gianni û Maurizio êdî 50 sal e hevalên hev in. Lê carekê wisa qewimî, ku hevaltiya wan kete bin qeziyê. Maurizio wisa dibêje: “Dema çetinaya, min hin şaşiyên mezin berda, û ew bû menî ku orta me xirab bû”. Gianni zêde dike: “Çaxa ez rastiyê elimîm, hingê Maurizio Kitêba Pîroz min hîn dikir. Ew bona min şîretkarê ruhanî bû. Loma jî ez zendegirtî mam ku wî çawa ew şaşî berdan. Çaxa min fehm kir ku ez êdî ji xwe re bim, ew jî ji xwe re, tê bêjî dinya ser minda hilşiya. Min xwe gelek tenê texmîn dikir.”
HEVALÊN baş gelek biqîmet in, çimkî hevaltiya qewî nişkêva nayê. Lê eger em texmîn dikin ku hevalê xwe winda dikin, em gerek çi bikin ji bo ku hevaltiya xwe xwedî kin? Were ji Kitêba Pîroz çend serhatiyên mirova şêwir kin, û bielimin ku çawa wana hevaltiya xwe xwedî kirine û çi dersê em dikarin ji wana hildin.
ÇAXA HEVAL ŞAŞIYÊ DIKE
Dawidê şivan û padîşah, xweyê heval-hogirên baş bû. Yek ji hevalên wî Yonatan bû (1. Sam. 18:1). Lê dîsa hevalên Dawid hebûn, mesela Natanê pêxember. Di Kitêba Pîroz de nayê gotinê çawa û kengê wana destpêkir hevaltiyê bikin, lê demekî Dawid destpêkir îtbariya xwe Natan bîne çawa hevalê xwe. Mesela, çaxa Dawid dixwest ji Yehowa re paristgehê ava ke, wî mexseda dilê xwe ji Natan re vekir. Belê, Natan bona Dawid heval bû û çawa mirovekî ku ruhê Yehowayî pîroz ser bû (2. Sam. 7:2, 3).
Lê carekê tiştê wisa qewimî, ji bo çi jî hevaltiya wan kete bin qeziyê. Dawid Padîşah tevî Bet-Şebayê bênamûsî kir, û hin jî paşê mêrê wê Ûriya kuşt (2. Sam. 11:2-21). Rast e Dawid gelek salan ji Yehowa re dilsoz bû û heqî dikir, lê paşê wî sûcê giran kir! Gelo çima tevî padîşahekî wisa qenc tiştê wisa qewimî? Gelo ew haş pê tune bû ku sûcekî gelek giran kiriye? Gelo ew difikirî ku ew wê bikaribe sûcê xwe ji Xwedê veşêre?
Xêncî Natan der heqê sûcê Dawid de mirovên din jî zanibûn. Lê gelo Natan çi kir? Gelo ew hîviyê bû ku kesekî din ji padîşah re der heqê sûcê wî de bêje? Gelo çima Natan kete nav şixulê Dawid, ne wî dikaribû hevaltiya xweye qewî tevî wî winda kira? Natan zanibû ku Dawid, mirovekî neneheq Ûriya kuşt, û ew dikare wî jî bikuje hergê ew sûcê Dawid eşkere bike.
Lê Natan pêxember mirovê Xwedê bû. Wî zanibû ku hergê ew xwe ker ke, eleqa wî tevî Dawid êdî wê mîna berê nîbe, û hin jî wijdana wî wê paqij nîbe. Natan fehm dikir ku hevalê wî Dawid ji riya Yehowa derket û ji jê re alîkarî lazim e ji bo ku dîsa vegere ser riya rast. Belê, wî demî Dawid hewcê hevalê rast bû û Natan hema ew heval bû. Natan qerar kir ku dest pê xeberdana xwe bi meselekê ke, kîjan ku wê dilê Dawid bigire. Wî mesela şivan anî, çimkî Dawid berê xwexa şivan bû. Bi vî avayî, Natan gotinên Xwedê wisa derbasî Dawid kir, ku ew poşman bû. Dawid fehm kir ku wî sûcên gelek giran kiriye û ev yek alîkarî wî kir gunê xwe bîne rûyê xwe û tobe bike (2. Sam. 12:1-14).
Lê teyê çi bikira hergê hevalê te şaşîke mezin bikira, yan jî sûcê giran? Diqewime tu bifikirî ku hergê tu ji jê re şaşiya wî bêjî, tuyê wî winda kî. Yan jî dibe ku tu bifikirî ku hergê der heqê sûcê wî de ji kalan re bêjî ji bo ku di ruhanî de alîkarî wî bikin, ev tê hesabê tu ji jê re mixenetiyê dikî. Gelo di vê derecê de teyê çi bikira?
Gianni der heqê kê jî me jorê de got, tîne bîra xwe: “Min fehm kir ku tiştek qewimî, çimkî Maurizio êdî çawa berê wisa tevî min nêzîk nîbû. Ji min re gelek zor bû, lê yeke min qerar kir ku bona vê yekê tevî wî xeber dim. Min di dilê xwe de digot: ‘Îja ez çi ji jê re bêjim? Ne ew xwexa jî zane çi gerek bike. Hergê ez ji jê re xeber dim, ew dikare gelek hêrs keve!’ Lê ew hemû tişt çi ku wî min hîn dikir, di bîra min de bû, û wê yekê alîkarî min kir ku tevî wî xeber dim. Çaxa ji min re alîkarî lazim bû, wî jî tevî min xeber dida. Min nedixwest hevaltiya xwe tevî wî bibirim, lê min dixwest alîkarî wî bikim, çimkî min wî hez dikir.”
Maurizio zêde dike: “Gianni bi dilê sax nêzîkî min bû, û çi ku ji min re digot gişk rast bû. Min fehm dikir ku di axiriya kirên minî xirab de ne Gianni neheq e, ne jî Yehowa. Loma min şîretkirina kalan qebûl kir û zeman derbas bû ez dîsa di ruhanî de qenc bûm.”
ÇAXA HEVAL DI ÇETINAYÊ DE NE
Dîsa hevalên Dawid hebûn, yên ku dema çetinaya bi dilsozî kêleka wî bûn. Mesela, Kitêba Pîroz Hûşay nav dike “hevalbendê Dawid” (2. Sam. 16:16; 1. Dîr. 27:33). Diqewime ew wezîr bû, yê ku hevalê padîşahiyî nêzîk bû. Û caran Hûşay fermanên wisa dianî cih, yên ku konfîdênsiyal bûn.
Çaxa kurê Dawid Abşalom textê padîşahî zeft kir, gelek Îsraêlî aliyê wî girtin. Lê Hûşay tevî Dawid ma. Çaxa Dawid reviya da ku xwe xelas ke, Hûşay hingê jî tevî wî çû. Dilê Dawid gelek dêşiya, çimkî kurê wî tevî mirovên ku Dawid îtbariya xwe wan dianî, miqabilî wî derketibûn. Lê Hûşay ji Dawid re dilsoz ma, ew hela hê jî hazir bû bona wî jîyana xwe bike bin qeziyê. Çawa Dawid ji jê re gotibû, ew çû bal dijminan û nehîşt ku mexseda wan bê cih. Hûşay ew yek kir ne ji bo borcdariya xwe çawa wezîr, lê çimkî ew hevalê dilsoz bû (2. Sam. 15:13-17, 32-37; 16:15–17:16).
Dilê me dilgerm dibe çaxa em divînin, ku di nava xwişk-birên me de hevaltiya rast heye. Em nafikirin ku ji bo şixulên meyî di civatê de yan ji bo borcên me, em gerek tevî wan hevaltiyê bikin. Lê em bi kirên xwe ji wan re nîşan dikin ku em wana hez dikin û loma tevî wan hevaltiyê dikin.
Were binihêrin qewimandina birê me Federico. Federico bi alîkariya hevalê xwe Antonio, di çetinayên giran de teyax kiriye. Ew dibêje: “Çaxa Antonio derbasî civata me bû, zûtirekê em bûne heval. Em herdu jî berdestiyê civatê bûn, û me hez dikir tevayî hevkariyê bikin. Hin wext şûnda Antonio hate kifşkirinê çawa kal. Ew ne ku tenê hevalê min bû, lê ew wisa jî di aliyê ruhanî de bona min mînak bû.” Paşê wisa qewimî ku Federico gaveke nerast kir. Wî derbêra alîkariyê ji kala xwest, lê êdî nikaribû çawa pêşeng yan berdestiyê civatê xizmet kira. Lê gelo Antonio çi kir?
Çaxa Federico di çetinayê de bû, hevalê wî Antonio guh da wî û di ber dilê wî de hat
Federico tîne bîra xwe: “Min didît ku dilê Antonio ser min dişewitî. Wî çiqas dikaribû alîkarî min dikir ku ez berxwe nekevim. Wî tu car ez nedihîştim û gelek xem dikir ku ez di ruhanî de zû qenc bim. Wî dil dida min ku ez di ruhanî de qewî bim û sist nebim.” Antonio şirovedike: “Min gelek wede xerc dikir tev Federico, çimkî min dixwest ku ew dilê xwe ji min re veke û kula xwe ji min re bêje.” Zeman derbas bû û Federico di aliyê ruhanî de qewî bû û dîsa hate kifşkirinê çawa pêşeng û berdestiyê civatê. Antonio dibêje: “Bi rastî niha em di cûre-cûre civata de xizmet dikin, lê em ji hev re hê nêzîk in.”
HEVALÊ XWE WINDA NEKE
Teyê çawa xwe texmîn kira hergê hevalê teyî nêzîk pişta xwe bida te çaxa tu gelek hewcê wî bûyayî? Fehmdarî ye ku wê gelek dilê te biêşiya. Gelo teyê bibaxşanda wî? Teyê xwe dîsa nêzîkî wî bigirta çawa berê?
Bifikirin ku çi qewimî tevî Îsa çaxa ew ser erdê bû. Îsa gelek wext xerc dikir tevî şandiyên xweyî dilsoz, û ew ji hev re gelek nêzîk bûn. Loma wî wana nav dikir çawa dostên xwe (Yûh. 15:15). Lê çaxa Îsa girtin û wî gerek bikuştana, şandî revîn. Pêşiya wê qewimandinê Petrûs ber şandiya gote Îsa ku tu car wî nahêle, lê hema wê şeva ku Îsa wê bimira, Petrûs got ku Îsa nas nake (Met. 26:31-33, 56, 69-75).
Îsa zanibû ku wê di cêribandina xweye dawiyê de tenê bimîne. Meniya wî hebû ku dilteng be û bixeyîde jî. Lê çend roj paşî saxbûna xwe, ji xeberdana wî tevî şagirtan qe nedihate kifşê ku ew ser wana hêrs bû, xeyêdî bû, yan jî ber xwe diket ku wana çima wisa kir. Îsa şaşiyên wan neda rûyê wan û ne jî wana neheq kir ku çima çaxa ew hate girtinê, wana ew tenê hiştin.
Dewsê, Îsa ber dilê Petrûs û şandiyên dinda hat. Bona Îsa, şandî dîsa jî hevalê wî bûn û wî îtbariya xwe wan dianî. Îsa temî da wan ku şixulekî muhîm û mezin bikin ku di terîxiyê de qe neqewimîbû. Wî hezkirina wisa mezin ji wana re nîşan kir, ku gelek wext bîra wana nediçû. Ew ser xwe dixebitîn ku êdî tiştên wisa nekin. Bi rastî jî, ew şixulê ku Îsa dabû wan, wana gelek baş anî cih (Kar. 1:8; Kol. 1:23).
Xwişkek bi navê Elvira, ku carekê hevala xwe Giuliana da xeyîdandinê, tîne bîra xwe: “Çaxa Giuliana ji min re got ku min bi kirê xwe dilê wê êşandiyê, ez gelek dilteng bûm. Îzina wê hebû ser min hêrskeve jî, lê ez zendegirtî mam ku ew diha zehf bona min ber xwe diket. Ew nedixwest ku bona kirên xwe ez axiriya xirab bistînim. Ezê timê ji wê razî bim, çimkî wê bala xwe neda ser nerastiya min hindava wê, û wê nedixwest ku ez bona kirên xwe ziyanê bistînim. Ez ji Yehowa razî bûm ku wî hevaleke wisa da min, ya ku halxweşiya min ji ser ya xwe re digirt.”
Dêmek me di vê meqalê de dît ku hevalê baş wê çi bike çaxa hevaltî di bin qeziyê de ne. Ew wê mutleqe tev hevalê xwe bi nermî xeber de û çaxa lazim be wê eşkere ji jê re bêje der heqê şaşiya wî de. Ew mîna Hûşay û Natan, dema çetinaya bi dilsozî kêleka wî be û mîna Îsa hazir be bibaxşîne wî. Lê gelo tu hevalekî wisa nî?