JI ARŞÎVÊN ME
“Emê Kengê Dîsa Herin Civîna Mezin?”
MEHA Mijdarê sala 1932 di bajarê Meksîkoyê de, ser riya ronayên trafîkê cara pêşin hatibûne danînê. Ew bajarekî mezin e, li wir milyonekî zêdetir mirov dijîn. Di vê mehê de dîsa tiştekî mexsûs qewimî. Li ser sekinandina trenê rojnamenivîs bi kamêra hîviya mêvanekî mexsûs bûn. Ev mêvan Joseph F. Rutherford bû, yê ku hingê serokê Komeleya Birca Çavdêriyê bû. Xwişk û bira jî wî bajarî hîviya wî bûn, ku bi dil û can Birayê Rutherford silav kin, kîjan ku ji bo civîna sêrojî hatibû.
Di kovara Sedsala Zêrîn de hatibû gotin: “Bêşik, ev civîna mezin wê di nava terîxiyê de bibe qewimandina mexsûs, kîjan ku alîkariyê bide ku li Meksîkê Mizgîn hê zehf belav be.” Li ser vê civîna mezin tenê 150 mirov hatibûn, lê gelo çima ev wisa mexsûs bû?
Berî vê civîna mezin, Mizgîn li Meksîkê ne wisa bi xîret dihat belavkirin. Ji sala 1919an, çend civînên mezin derbas bûn, lê paşê di nava çend salan de hejmara civatan hê kêm bûn. Çaxa di sala 1929an de Meksîkoyê de buro hate vekirinê, wisa dihate kifşê ku derece di aliyê baş de tê guhastinê, lê yeke dîsa jî çetinayî hebûn. Teşkîlatê rêberî da xwişk û biran yên ku belavkirên kitêban bûn (yanî pêşeng) ku ew xizmetê û tîcaretê tev li hev nekin. Lê ev yek ji birakî pêşeng re xweş nehat. Ew wisa hêrs ket, ku ji rastiyê çû û ji xwe re komek saz kir ku cude Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Hin jî wî demî nazirê buroyê guneh kir, û gerek dewsa wî kesekî din kifş kirana. Hingê Şahidên Yehowayî dilsoz li Meksîkê di aliyê ruhî de hewcê alîkariyê bûn.
Çaxa Rutherford bira teseliya wan xwişk û birayên dilsoz kir, wî wana qewî kir bi du gotarên xwe li ser civîna mezin û wisa jî bi pênc gotaran kîjan bi radîoyê hatine gotinê. Ev cara pêşin bû çaxa bi radîoyên Meksîkê di nav temamiya welat de Mizgîn hate gotinê. Piştî vê civîna mezin, nazirê bûroyî nû hate kifşkirinê, kîjan ku şixulê belavkirina mizgînê organîze kir. Evê yekê xîreta xwişk û birayên Meksîkoyê zêde kir, û ew bi qeweta nû û bi kerema Yehowa pêşda çûn.
Civîna mezin a sala 1941ê, Meksîko
Salek şûnda, di welat de êdî du civînên mezin derbas bûn, yek di bajarê Veracruzê de, ya din jî di bajarê Meksîkoyê de. Xwişk û birayên ji wan cihan di xizmetê de gelek dixebitîn û berên baş standin. Mesela, di sala 1931ê de li wêderê tenê 82 mizgînvan hebûn, lê deh sal şûnda êdî 10 caran zêde bûn! Di sala 1941ê de weke 1.000 mirov hatine li ser civîna mezin li Meksîkoyê.
“KÛÇE ZEFT KIRIN”
Sala 1943 Şahidên Yehowa di 12 bajarên Meksîkê de bi plakatan derdiketine derva û malûmat dikirin der heqê civîna mezin de. Li ser wan plakatan nivîsî bû navê wê civînê “Miletê Azad”.a Ev plakat hin li ser pişta wan bû, hin jî li ser pêsîra wan. Şahidên Yehowa ev mêtod ji sala 1936an de dest pê kirin bidine xebatê.
Resmê kovara sala 1944, di kîderê de bira bi plakatan di bajarê Meksîkoyê de civîna mezin îlan dikin
Îlankirina civîna mezin bi van plakatan gelek ket çavan. Hela hê di kovarekê de jî ya bi navê La Nación nivisî bû: “Roja pêşin ji wan re hate gotinê, ku çiqas dikarin gelek mirovan dawet kin. Roja din, di odê de êdî cî tune bû”. Lê ev yek Dêra Katolîkî xweş nehat, û loma ew miqabilî wan Şahîdan derketin. Lê evê yekê rê wan xwişk û birayên cesûr negirt û ew dîsa jî bi plakatan li kûça disekinîn. Di kovara La Nación de wisa jî hate gotinê: “Temamiya bajêr ew dîtin ... hin jin û hin jî zilamên ku ev plakat xwe ve kiribûn”. Di meqaleye vê jûrnalê de wisa jî rismê biran hebû, yên ku li ser kûçên Meksîkoyê sekinîbûn, û bin rismê de wisa nivîsar bû: “Kûçe zeft kirin”.
NIVÎNÊN KU “JI ERDÊ SÊMÊNTÊ NERM Û GERMTIR IN”
Di wan salan de, heçî zehf Şahidên Yehowa gerek gelek tişt ji xwe kêm kirana ku bêne li ser civînên mezin kîjan ku li Meksîkê derbas dibûn. Gelek xwişk û bira ji gundên gelek dûr dihatin, û cihên trenê û rê gelek dûrî wan gunda bûn. Civatekê nivîsîbû: “Qe tren tunene kîjan ku dikarin bigihîjine wî cîyî”. Loma jî xwişk û birayên wan cihan de gerek bi qantiran biçûna an jî çend rojan peya biçûna bigihîştana cihê trenê, da ku herin wî bajarî kîderê civîna mezin derbas dibû.
Gelek xwişk û bira feqîr bûn, û perê wan tenê bona çûyînê dikaribû têra wan bikira. Gelek ji wana di malên xwişk û birayên wêderê de diman, ên ku bi dil û eşq ew qebûl kirin. Yên mayîn, di Salonên Îbadetê de radizan. Carekê, weke 90 xwişk û bira ku hatibûn li ser civîna mezin, di bûro de man. Ew li erdê, ser qutiyên karton radizan. Di kitêba Yearbookê hate gotinê ku ev xwişk û bira wisa razî bûn, û gotin ku ev nivîn “ji erdê sêmêntê nerm û germtir in”.
Bona wan xwişk û bira, tevayî top bin li ser vê civîna mezin, ji hemû qurbanan qîmettir bû. Li Meksîkoyê, mizgînvan her gav zêde dibin, û îro ew weke mîlyonekî ne.b Sala 1949, hesabê bûro li Meksîkê der heqê wan xwişk û biran de dihate gotinê: “Ew dema zor xîreta wan hindava rastiyê netemirand, çimkî paşî her civîna mezin xeberdana wan heçî zehf der heqê civîna mezin de ye û timê pirseke wisa didin: ‘Emê kengê dîsa herin civîna mezin?’” Û îro jî ev pirs gelek xwişk û bira didin, çaxa civînên mezin derbas dibin (ji arşîvên me yên Amerîkaya Navîn).
a Li gor kitêba Yearbookê ya sala 1944an, ev civîna mezin “Şahidên Yehowa li Meksîkê eyan kir”.
b Li sala 2016an, li Meksîkê 2.262.646 milyon kes hatin Bîranînê.