KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w17 Îlon r. 23-27
  • “Peyva Xwedê ... bi Bandûr e”

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • “Peyva Xwedê ... bi Bandûr e”
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • LI JIYANA ME
  • LI XIZMETÊ
  • GAVA EM GOTARAN PÊŞKÊŞ DIKIN
  • Ji Xwendina Kitêba Pîroz Bêtir Feydeyê Bistîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • “Peyvê Bînin Cih”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Kitêba Pîroz li ser Nivîskarê Xwe yê Eslî Çi Dibêje?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
w17 Îlon r. 23-27
Zilamek bi tene rûdine û vedixwe; Şahidên Yehowa tên deriyê wî û mizgînê didin wî; zilam tê civînekê

“Peyva Xwedê ... bi Bandûr e”

“Peyva Xwedê jîndar û bi bandûr e” (ÎBR. 4:12).

KILAM: 96, 94

TU ÇAWA DIKARÎ QUDRETA PEYVA XWEDÊ BIXEBITÎNÎ?

  • Li jiyana xwe?

  • Li xizmetê?

  • Gava tu gotaran pêşkêş dikî?

1. Qudreta Peyva Xwedê çawa tê dîtin? (Li resmê ewilî binêre.)

XIZMETKARÊN Yehowa li sedî sed bawer in ku “Peyva Xwedê jîndar û bi bandûr e” (Îbr. 4:12). Em rind dizanin ku Kitêba Pîroz dikare jiyana me biguherîne. Hin xwişk û birayên me berê dizî dikir, narkotîk bi kar dianî an bêexlaqî dikir. Hinek jî di vê dinyayê de serkeftî û dewlemend bûn, lê dîsa jî ne dilşad bûn (Waiz 2:3-11). Bi saya qudreta Kitêba Pîroz, gelek kesên ku di vê dinyayê de winda bûn hatine riya jiyanê. Li weşanên Şahidên Yehowa gelek serpêhatiyên wisa hene. Wekî din, te bêguman dîtiye ku piştî ku ew rastiyê qebûl dikin jî, şagirtên Îsa bi alîkariya Nivîsarên Pîroz ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçin.

2. Qudreta Peyva Xwedê li sedsala yekemîn çawa dihat dîtin?

2 Em ecêbmayî namînin ku bi saya xwendina Kitêba Pîroz, gelek kes jiyana xwe bi temamî diguherînin. Rewşa gelek xwişk û birayên me yên ku li sedsala yekemîn dijiyan û li benda jiyana li ezmên bûn jî wisa bû (1. Korîntî 6:9-11 bixwîne). Li van ayetan, Pawlos behsa kesên ku Padîşahiya Xwedê mîras nastînen dike, lê paşê wisa dibêje: “Hin ji we weha bûn.” Lê belê wan hal û hereketên xwe bi alîkariya Nivîsarên Pîroz û ruhê pîroz guherandin. Piştî ku wan rastî qebûl kir, hinekan dîsa jî ji aliyê ruhî ve li hemberî problemên mezin micadele dikirin. Mesela, Kitêba Pîroz behsa şagirtekî Îsa yên hilbijartî dike, yê ku ji civatê hat derxistin û paşê vegeriya civatê (1. Kor. 5:1-5; 2. Kor. 2:5-8). Belê, bi saya alîkariya Peyva Xwedê, gelek xwişk û birayên me serî bi problemên xwe re derxistiye. Ma ev yek cesaret nade me?

3. Li vê meqaleyê emê li ser çi şêwir bikin?

3 Madem ku Peyva Xwedê ew qas biqudret e û di destê me de heye, gerek em wê rind bixebitînin (2. Tîm. 2:15). Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin qudreta Peyva Xwedê (1) li jiyana xwe, (2) li xizmetê û (3) gava em gotaran pêşkêş dikin zêdetir bixebitînin. Ev yek wê alî me bike ku em ji Bavê xweyî ezmanî zêdetir hez bikin û jê re şikur bikin, çimkî gotinên wî bi rastî jî ji bo xêra me ne (Îşa. 48:17).

LI JIYANA ME

4. (a) Eger em dixwazin ku Peyva Xwedê li ser me tesîr bike, gerek em çi bikin? (b) Ji bo xwendina Kitêba Pîroz, tu kengê ji bo xwe wext çêdikî?

4 Eger em dixwazin ku Peyva Xwedê li ser me tesîr bike, gerek em wê her tim bixwînin. Belê, heta ku ji destê me tê, gerek em Kitêba Pîroz her roj bixwînin (Yêşû 1:8). Em çi qas mijûl bin jî û mesûliyetên me çi qas pir bin jî, gerek em îzin nedin ku tiştek programa me ya ji bo xwendina Kitêba Pîroz xera bike (Efesî 5:15, 16 bixwîne). Ji bo xwendina Kitêba Pîroz, gelek xizmetkarên Yehowa li saetên cuda ji xwe re wext çêdikin, mesela serê sibehê, nîvro an êvarê. Wek zebûrbêj, ew jî wisa difikirin: “Ez çiqas hez dikim ji şerîeta te! Tevahiya rojê li ser wê difikirim” (Zeb. 119:97).

5, 6. (a) Fikirîna kûr çima muhîm e? (b) Gerek em ji xwe çi bipirsin? (c) Te ji xwendina Peyva Xwedê û ji fikirîna kûr çawa feyde dîtiye?

5 Ji xeynî xwendina Kitêba Pîroz, lazim e ku em li ser wê kûr bifikirin (Zeb. 1:1-3). Eger em wisa bikin, aqilmendiya Peyva Xwedê wê li ser jiyana me tesîr bike. Gava em Kitêba Pîroz li ser kaxizê an bi formata elektronîk dixwînin, lazim e ku armanca me ev be ku gotinên wê bigihîjin dilê me.

Şahidekî Yehowa Kitêba Pîroz dixwîne

6 Em çawa dikarin kûr bifikirin û jê feyde bistînin? Mesela, piştî ku me qismekî Nivîsarên Pîroz xwendiye, em dikarin hebekî bisekinin û ji xwe wisa bipirsin: “Ev qisim der heqê Yehowa de çi dielimîne? Ez prensîpa vî qismî li jiyana xwe çawa dixebitînim? Gerek ez ji kîjan aliyê ve zêdetir bi pêş ve herim?” Eger em li ser Peyva Xwedê kûr bifikirin û dua bikin, emê bixwazin şîretên wê zêdetir bînin cih. Belê, emê qudreta wê li jiyana xwe zêdetir bixebitînin (2. Kor. 10:4, 5).

LI XIZMETÊ

7. Gava em diçin xizmetê, gerek em Peyva Xwedê çawa bişixulînin?

7 Gerek em Peyva Xwedê li xizmetê çawa bişixulînin? A yekê, gava em mizgînê didin an dielimînin, gerek em vê yekê her tim bi alîkariya Kitêba Pîroz bikin. Birayekî me wisa got: “Eger tu tevî Yehowa mal bi mal biçûyayî xizmetê, gelo teyê her tim xwe bi xwe xeber bidaya? Ma teyê îzin nedaya ku Yehowa xeber bide?” Mesele ev e: Gava em rasterast ji Peyva Xwedê dixwînin, em bi vî awayî îzin didin ku Yehowa bi xwediyê malê re bipeyive. Tesîra ayeteke munasîb ji tesira gotinên me mezintir e (1. Sel. 2:13). Ji xwe wisa bipirse: “Gava ez mizgînê didim însanan, gelo ez her tim xîret didim ku ez qismekî Kitêba Pîroz nîşanî wan bidim?”

8. Gava em mizgînê didin însanan, çima ne bes e ku em ayetan tenê bixwînin?

8 Helbet ne bes e ku em di sohbetê de ayetan tenê bixwînin. Çima? Çimkî gelek însan gotinên Kitêba Pîroz qet nizanin an jî hindik dizanin. Însanên li sedsala yekemîn wisa bûn, û îro jî piraniya însanan wisa ne (Rom. 10:2). Loma gerek em texmîn nekin ku gava em ayetekê dixwînin, xwediyê malê wê jixwe fehm bike ku em dixwazin çi bibêjin. Gerek em bala wî bikişînin li ser hin qismên ayetê û maneya wan îzah bikin. Ji bo vê, belkî lazim e ku em hin peyvan dîsa bixwînin. Bi vî awayî, em dikarin alîkariya guhdarên xwe bikin ku xebera Peyva Xwedê bigihîje hiş û dilê wan (Lûqa 24:32 bixwîne).

9. Berî ku em ayetekê bixwînin, em dikarin çi bibêjin ku xwediyê malê qîmeta Kitêba Pîroz bêtir fehm bike?

9 Wekî din, wê baş be ku berî ku em ayetekê bixwînin, em tiştekî bibêjin ku xwediyê malê qîmeta Kitêba Pîroz bêtir fehm bike. Mesela, em dikarin wisa bibêjin: “Bila em bibînin ku Xwedê li ser vê çi dibêje.” Eger xwediyê malê Kitêba Pîroz nas nake, belkî em dikarin wisa bibêjin: “Kitêba Pîroz – yanî Tewrat, Zebûr û Încîl – li ser vê mijarê wisa dibêje.” An jî, wexta ku em bi kesekî ateîst an agnostîk re dipeyivin, em dikarin wisa bibêjin: “Bi hezaran sal berê, kitêbeke kevnar wisa gotibû.” Belê, gerek em gotinên xwe her tim li gor xwediyê malê hilbijêrin (1. Kor. 9:22, 23).

Şahidên Yehowa Kitêba Pîroz di xizmetê de dixebitînin

10. (a) Behsa serpêhatiya birayekî me bike. (b) Gelo te jî li xizmeta xwe dît ku tesîra Peyva Xwedê çi qas mezin e?

10 Li xizmetê, tesîra xwendina Peyva Xwedê carinan mezin dibe. Mesela, birayekî me çû ziyareta camêrekî extiyar, ê ku çend salan kovarên me xwendibû. Lê îcar, birayê me ne tenê hijmara Birca Çavdêriyê ya herî nû pêşkêşî wî kir, lê jê re yek ji ayetên ku di vê kovarê de derbas dibin, xwend. Wî 2. Korîntî 1:3, 4 xwend: “Bavê dilovaniyê û Xwedayê hemû handanê ... di her tengahiya me de hanê dide me.” Dilê xwediyê malê ew qas tesîr girt ku wî ji birayê me xwest ku ew ayetê dîsa bixwîne. Camêr got ku ew û pîreka wî hesreta dilrihetiyê ne, û gotinên Kitêba Pîroz êdî bala wî dikişand. Bi dîtina te, gava em diçin xizmetê, ma tesîra Peyva Xwedê ne mezin e? (Kar. 19:20).

GAVA EM GOTARAN PÊŞKÊŞ DIKIN

11. Mesûliyeta gotarvanan çi ye?

11 Em hem ji civînên heftanî hem jî ji civînên mezin pir kêf distînin. Armanca me ya herî mezin ev e ku em ji Yehowa re îbadetê bikin. Wekî din, em ji melûmatên ruhî jî pir feyde dibînin. Birayên ku li civînan gotaran pêşkêş dikin dibin xwediyê îmtiyazeke mezin. Gerek ew ji bîr nekin ku ev yek mesûliyeteke mezin e (Aqûb 3:1). Lazim e ku ew tim û tim emîn bin ku gotinên wan bi Peyva Xwedê re ahengdar in. Wexta ku tu gotarekê pêşkêş dikî, tu çawa dikarî qudreta Kitêba Pîroz bixebitînî?

Gotarvanek ji Kitêba Pîroz dielimîne

12. Gotarvan çawa dikare Kitêba Pîroz bike merkeza gotara xwe?

12 Kitêba Pîroz bike merkeza gotara xwe (Yûh. 7:16). Maneya vê çi ye? A yekê, hay ji xwe hebe ku serpêhatî û mîsalên ku di gotara te de derbas dibin an jî uslûba te ji tesîra ayetên ku tu dixwînî girantir nebin. Ji xeynî vê, ji bîr neke ku eger tu çend ayetan bixwînî jî, ev bi otomatîk nayê maneya ku tu bi rastî ji Kitêba Pîroz dielimînî. Bi ser de, eger tu bi zêdeyî ayetan bixwînî, guhdarên te wê nikaribin fehm bikin ku kîjan ayet bi rastî jî muhîm in. Loma ayetên sereke rind hilbijêre, û wan bi awayekî baş bixwîne, îzah bike, mîsalan bide ku ew rind bên fehm kirin û nîşan bide ku em ji van ayetan çi dielimin (Nhy. 8:8). Eger lazim be ku gotar li gor planeke ku ji aliyê teşkîlatê ve hatiye hazir kirin bê pêşkêş kirin, planê û ayetên ku tê de hene rind bixwîne. Bala xwe bide ku gotinên planê çawa bi ayetên behskirî ve girêdayî ne. Paşê, nuqteyên planê bi alîkariya ayetên hilbijartî bielimîne (ji bo tewsiyeyên bifeyde, li beşên 21 heta 23an a kitêba Benefit From Theocratic Ministry School Education (Ji Perwerdeya Îbadeta Waîztiyê Feyde Bistîne) binêre). Ji her tiştî zêdetir, ji Yehowa re dua bike û alîkariya wî bixwaze ku tu karibî fikrên biqîmet ên Peyva wî pêşkêş bikî (Esra 7:10; Methelokên Silêman 3:13, 14 bixwîne).

13. (a) Dilê xwişkeke me ji ayeteke ku li civîneke me hat xwendin çawa tesîr girt? (b) Te ji melûmatên Kitêba Pîroz ku li civînan tên pêşkêş kirin çawa feyde dîtiye?

13 Dilê xwişkeke me ya li Awistralyayê ji ayeteke ku li civîneke me hat xwendin pir tesîr girt. Di zaroktiya wê de, tiştên pir xerab hatibûn serê wê, lê wê paşê mizgîna Kitêba Pîroz qebûl kiribû û xwe dabû Yehowa. Dîsa jî, jê re zor dihat ku ew bawer bike ku Yehowa bi rastî jê hez dike. Lê bi zeman re, wê fehm kir ku Xwedê jê hez dike. Çi alî wê kiribû ku ew vê fehm bike? Xwişka me li ser ayeteke ku li civîneke me hat xwendin kûr fikirî û ayetên girêdayî anîn bîra xwe. Bi vî awayî, ew êdî îqna bû.a Gelo dilê te jî tesîr digire gava Peyva Xwedê li civînên heftanî û civînên mezin tê xebitandin? (Nhy. 8:12).

14. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmet didin Peyva Yehowa?

14 Em ji Yehowa re ji dil şikur dikin ku wî Kitêba Pîroz daye me û ew heta niha parastiye (1. Ptr. 1:24, 25). Loma gerek em Peyva Xwedê her tim bixwînin, gotinên wê li jiyana xwe bînin cih û wê bixebitînin gava em alî kesên din dikin. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em qîmet didin vî hediyeyî û ji Nivîskarê Kitêba Pîroz Yehowa Xwedê hez dikin.

a Li çarçoveya “Fikra Min Guherî” binêre.

QUDRETA PEYVA XWEDÊ ZÊDETIR BIXEBITÎNE

Li jiyana xwe:

  • Kitêba Pîroz her tim bixwîne

  • Li ser wê kûr bifikire

  • Li gor tiştên ku tu dielimî hereket bike

Li xizmetê:

  • Nivîsarên Pîroz her tim bixebitîne

  • Bala xwediyê malê bikişîne li ser qismên muhîm an ayetan û wan îzah bike

  • Berî ku tu ayetekê bixwînî, tiştekî bibêje ku xwediyê malê qîmeta Peyva Xwedê bêtir fehm bike

Gava tu gotaran pêşkêş dikî:

  • Nivîsarên Pîroz bike merkeza gotara xwe

  • Hay ji xwe hebe ku serpêhatî û mîsalên ku di gotara te de derbas dibin an uslûba te ji tesîra Kitêba Pîroz girantir nebin

  • Ayetan rind îzah bike, mîsalan bide ku ew bên fehm kirin û nîşan bide ku em ji van ayetan çi dielimin

“Fikra Min Guherî”

Piştî ku Victoria rastiyê elimî jî, gelek salan jê re zor dihat ku ew bawer bike ku Xwedê bi rastî jê hez dike. Wê çawa fehm kir ku Xwedê jê hez dike? Victoria wisa dibêje:

“Kêm zêde 15 sal piştî ku ez hatim bin av kirin, fikra min guherî. Li civînê ... gotarvan behsa Aqûb 1:23, 24 kir. Gotinên van ayetan Peyva Xwedê dişibînin neynikekê. Di vê neynikê de, em dikarin xwe bibînin wekî ku Yehowa me dibîne. Piştî xwendina van ayetan, ez wisa fikirîm: ‘Gelo ez xwe wisa nabînim wekî ku Yehowa min dibîne?’ Serê pêşîn, min ev fikra nû qebûl nedikir. Ez hê difikirîm ku ez ne layiqî hezkirina Yehowa me.

“Çend roj dû re, min ayeteke xwend a ku jiyana min guhart. Ev ayet, Îşaya 1:18 bû. Li wê derê, Yehowa wisa dibêje: ‘Niha werin û em li doza xwe binêrin; ger sûcên we mîna qirmiz bin jî dê mîna berfê spî bibin.’ Wekî ku Yehowa ji min re wisa digot: ‘Haydê Vicky, bila em doza xwe hel bikin. Ez te nas dikim û ez sûcên te dizanim, lê ez hundirê dilê te dibînim û ez ji te hez dikim.’

“Wê şevê xew neket çavê min. Ez hê îqna nebûbûm ku ez layiqî hezkirina Yehowa me, lê min bala xwe da qurbanbûna Îsa. Ji nişka ve, min fehm kir ku Yehowa ji min re çi qas sebir dikir û bi gelek curan îsbat dikir ku ew ji min hez dike. Wekî ku min ji Yehowa re wisa digot: ‘Hezkirina te ji bo min ne bes e. Qurbanbûna Kurê te nikare min bifilitîne.’ Wekî ku min fîdye qebûl nedikir. Lê wexta ku ez li ser fîdyeyê kûr fikirîm, min êdî fehm kir ku Yehowa ji min hez dike.”

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne