‘Xwedê Qewetê Dide Yên Betilî’
Ayeta salê ji bo 2018an: “Ên ku li benda Yehowa ne, wê qeweta xwe teze bikin” (ÎŞA. 40:31, WDN).
1. Hin derdên jiyanê çi ne, lê Yehowa çima ji xizmetkarên xwe razî ye? (Li resmê ewilî binêre.)
LI DINYAYÊ pir kul û derd hene. Gelek xwişk û birayên me jî nexweş in an jî êdî pîr û kal bûne. Bi ser de, hinek ji wan li mezinên xwe dinêrin. Ji bo ku ew hewcedariyên malbatê tedarek bikin, hinek jî pir cefayê dikişînin. Derdê gelek kesan jî ne yek e, lê belê pir û pir in! Ji bo vê, gelek zeman, qewet û pere lazim e. Eger halê te wisa be jî, tu bawer î ku Yehowa wê halê dinyayê rast bike. Yehowa bê guman ji baweriya te zehf razî ye!
2. (a) Îşaya 40:29 çawa cesaretê dide me? (b) Hinek xwe çawa dixapînin?
2 Gelo problemên te carinan li te pir zor tên? Eger wisa be, bizane ku tu ne tenê yî. Kitêba Pîroz dibêje ku di demên berê de jî, kul û derdên hin xizmetkarên Xwedê yên dilsoz pir mezin bûn (1. Qra. 19:4; Eyûb 7:7). Lê belê, ji dêvla ku ew xwe berdin, wan ji Xwedê re niyaz kir ku ew qewet bistînin. Umîda wan vala derneket, çimkî Xwedayê me “qewetê dide yên betilî” (Îşa. 40:29, WDN). Çi heyf e ku îro hin xizmetkarên Xwedê difikirin ku ji bo ku ew karibin serî bi problemên xwe re derxînin, wê baş be ku ew xwe ji xizmeta Xwedê hebekî dûr bixin. Li gor fikra wan, xizmeta Yehowa ne nîmet e, lê barekî giran e. Loma ew dev ji xwendina Kitêba Pîroz berdidin û narin xizmet û civînan – wekî ku Îblîs dixwaze!
3. (a) Ji bo ku Îblîs me zeîf neke, gerek em çi bikin? (b) Di vê meqaleyê de, emê li ser çi şêwir bikin?
3 Îblîs vêya baş dizane ku eger em bi xizmeta Xwedê pir mijûl bin, emê biqewet bin, lê ew naxwaze ku em biqewet bin. Gava tu bi hîs û bedena xwe ketibî erdê, xwe ji Yehowa dûr nexe! Her daîm xwe nêzîkî Yehowa bike, çimkî Yehowa wê te “xurt bike, hêzdar bike” (1. Ptr. 5:10; Aqûb 4:8). Di vê meqaleyê de, emê li ser du tiştan şêwir bikin, ên ku dikarin xizmeta me ji Xwedê re sist bikin. Wekî din, emê li ser vê bifikirin ku prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin alî me bikin. Lê berî her tiştî, bila em binêrin ka Yehowa çawa qewetê dide me, wekî ku di Îşaya 40:26-31 de tê gotin.
“ÊN KU LI BENDA YEHOWA NE, WÊ QEWETA XWE TEZE BIKIN”
4. Em dikarin ji Îşaya 40:26 çi dersê derxînin?
4 Îşaya 40:26 bixwîne. Kesek nikare temamê stêrkên li ezmanan bihejmêre. Li gor texmînên astronoman, tenê di galaksiya me de nêzikî 400 milyar stêrk hene. Le dîsa jî, Yehowa hemûyan yek bi yek bi nav dike. Ji vê, em çi fehm dikin? Madem ku Yehowa bi tiştên bêcan ew qas eleqedar dibe, bîne ber çavê xwe ku ew çi qas qîmetê dide kesên ku ne bi zorê, lê ji hezkirinê ji wî re xizmetê dikin! (Zeb. 19:1, 3, 14). Xwedê Bavê meyî ezmanî ye û me hûr û kûr nas dike. Wek Kitêba Pîroz dibêje: “Mûyên serê we jî hemû hejmartî ne” (Met. 10:30). Û zebûrbêj dilê me wisa rihet dike: “Xudan bi rojên gihîştiyan dizane” (Zeb. 37:18). Belê, Xwedê dizane ku halê me çi ye û çi hatiye serê me, û ew dikare sebir û qewetê bide me.
5. Em ji ku dizanin ku Yehowa dikare qewetê bide me?
5 Îşaya 40:28 bixwîne. Yehowa çavkaniya hemû enerjiyê ye. Mesela, bifikire ku Xwedê çi qas enerjî daye Rojê. Nivîskar David Bodanis wisa dibêje: “Di her saniyeyê de, madeya ku di hundirê Rojê de dibe enerjî, wekî ku [bi milyaran] bombeyên atomê ye.” Lêkolînerekî din jî hesab kir ku enerjiya ku Roj di her saniyeyê de dide derve teqabûlî hewcedariyên mirovan ji bo 200,000 salî ye! Ma ki dikare bibêje ku yê ku ew qas qewetê dide Rojê, nikare qewetê bide me?
6. Nîrê Îsa ji çi aliyî ve hêsan e? Ev yek li ser me çawa tesîr dike?
6 Îşaya 40:29 bixwîne. Bi saya vê ku em ji Yehowa re xizmetê dikin, em pir şa dibin. Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Nîrê min deynin ser stûyê xwe.” Paşê wisa berdewam kir: “Hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin. Çimkî nîrê min hêsanî û barê min sivik e” (Met. 11:28-30). Bi rastî jî wisa ye! Carinan, em xwe bêruh hîs dikin gava em diçin civîn an xizmetê. Lê belê gava em vedigerin malê, halê me çawa dibe? Em xwe teze û rihet hîs dikin, û em bêtir hazir dibin ji bo zehmetên dinyayê. Nîrê Îsa bi rastî jî hêsan e!
7. Behsa serpêhatiyekê bike, ya ku rastiya Metta 11:28-30 derdixîne meydanê.
7 Xwişkeke me bi sendroma betilîbûna kronîk, depresyon û mîgrenê micadele dikir. Ji bo vê, jê re carinan pir zor dihat ku ew here civînan. Lê belê, rojekê, piştî ku ew çûbû civînê, wê wisa nivîsand: “Gotar li ser mewzûya bêcesaretiyê bû. Melûmata gotarê wisa li gor dilê min hat pêşkêş kirin ku ez bi hêstiran ketim. Min rind fehm kir ku ez muhtacî civînan im!” Ji bo ku ew ligel zehmetan çû civînê, ew çi qas şa bû!
8, 9. Pawlosê şandî dixwest çi bibêje gava wî got: “Kengê ez lewaz [zeîf] bim, hingê ez hêzdar im”?
8 Îşaya 40:30 bixwîne. Em çi qas jêhatî bin jî, bi qeweta xwe em nikarin her tiştî bikin. Gerek em vê qebûl bikin. Pawlosê şandî her çi qas mirovekî jêhatî bû jî, wî nikaribû her tiştî li gor dilê xwe bikira, çimkî qeweta wî ne kafî bû. Gava wî ji Xwedê niyaz kir, Yehowa ji wî re wisa got: “Hêza min di bêhêziyê de temam dibe.” Pawlos mesele fehm kir. Loma wî wisa got: “Kengê ez lewaz [zeîf] bim, hingê ez hêzdar im” (2. Kor. 12:7-10). Bi vê gotinê, wî dixwest çi bibêje?
9 Pawlos eva rind fehm kir ku bê alîkariya Xwedê, ew nikare her tiştî bike. Ancax ruhê pîroz dikaribû qeweta ku Pawlos muhtac bû, bidaya wî. Bi saya ruhê Xwedê, Pawlos wê bikaribûya tiştên mezin bike – tiştên ku wî bê alîkariya Xwedê nikaribûya bike. Em jî mîna Pawlos in. Eger qeweta me ji Yehowa bê, emê bi rastî jî biqewet bin!
10. Yehowa çawa alîkariya Dawid kir ku ew li hemberî zehmetan sebir bike?
10 Dawid gelek caran qeweta ruhê pîroz ji Xwedê stend. Wî wisa strand: “Bi te ez êrîş dikim ser leşker, bi Xwedayê xwe derbas dibim dîwar û çeper” (Zeb. 18:29). Li ber me jî dîwar hene – problemên ku em bi tena qeweta xwe nikarin wan “derbas” bikin; em muhtac in ku Xwedê qewetê bide me.
11. Ruhê pîroz çawa alî me dike ku em serî bi problemên xwe re derxînin?
11 Îşaya 40:31 bixwîne. Qertel tenê bi qeweta xwe nikare hilkişe ezmanan û mesafeyên dûr bifire. Hewaya germ qertel hildide ezmanan. Bi saya vê alîkariyê, ew pir nabetile. Loma eger wezîfeya te pir zor be û çavê te bitirsîne, qertelan bîne bîra xwe. Ji Yehowa re niyaz bike ku te bi destê ruhê pîroz hilde (Yûh. 14:26). Gelek şikur ku em dikarin ruhê pîroz her daîm ji Yehowa bistînin – şev û roj. Gava em bi xwişk an birayekî re dikevin îxtilafê, em bîlhesa wê çaxê muhtacî alîkariya Yehowa dibin. Lê belê, problemên wisa çima derdikevin?
12, 13. (a) Xizmetkarên Xwedê çima carinan dikevin îxtilafê? (b) Serpêhatiya Ûsiv der heqê Yehowa de çi rêyî me dide?
12 Ji ber ku em qisûrdar in, em carinan dikevin îxtilafê. Peyv an jî kirinên yekî dikarin me aciz bikin û me têxin xeydê – an jî dibe ku em wan aciz bikin û wan bixeyidînin. Û ev dikare bibe meseleyeke mezin. Wek meseleyên din, ev jî fersendê dide me ku em dilsoziya xwe ji Yehowa re eyan bikin. Gerek em bielimin ku em çawa di yekîtiyê de tevî xwişk û birayên xwe bişixulin. Ew çi qas qisûrdar bin jî, Yehowa ji wan hez dike û gerek em jî ji wan hez bikin.
Wekî ku Yehowa Ûsiv terk nekir, ewê te jî terk neke (Li paragrafa 13an binêre)
13 Gava problem tên serê xizmetkarên Yehowa, Yehowa her daîm mudaxile nake. Mesela, em vêya ji serpêhatiya Ûsiv dizanin. Gava Ûsiv ciwan bû, ew seba dexesiyê ji aliyê birayên xwe ve hat firotin û li Misrê bû kole (1. Mû. 37:28). Yehowa her tişt dît, û bê gûman dilê wî pir diêşiya ji ber zehmet û derdên ku hatibûn serê dostê xweyî dilsoz Ûsiv. Lê belê, Yehowa mudaxile nekir. Paşê, pîreka Potîfar li ser Ûsiv îftira kir û got ku Ûsiv dest avêt namûsa wê. Dîsa jî, Yehowa mudaxile nekir! Ma Yehowa Ûsiv terk kir? Na! Kitêba Pîroz wisa dibêje: “XUDAN wî serfiraz dikir” (1. Mû. 39:21-23).
14. Eger em ‘ji hersê birevin’, emê çi feydeyên ruhî û fizîkî bibînin?
14 Niha emê li serpêhatiyeke din binêrin. Dostê Xwedê Dawid ji piraniya mirovan zêdetir tade dît. Dîsa jî, ew bi hêrs nebû. Wî wisa nivîsand: “Ji hêrsê bireve, dev ji xezebê berde. Ber nekeve, tenê ew te dibe xerabiyê” (Zeb. 37:8). Ji bo ku em Yehowa ji xwe re bikin nimûne, gerek em ‘ji hêrsê birevin’, çimkî Yehowa jî wisa dike. Belê, Xwedê “li gor sucên me bi me re nade û nastîne” (Zeb. 103:10). Feydeyên vê şîretê pir in. Hêrs dikare tansiyona me bilind bike û hilma me biçikîne. Ew dikare li ser kezeb, li ser pankreas û li ser hezma zikê me bandor bike. Gava em bi hêrs dibin, em gelek caran nikarin bi zelalî bifikirin. Carinan mirov bi xezeb bihêrs dibin û paşê jî ji bo wexteke dirêj dikevin depresyonê. Lê belê Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Dilê biaram çavkaniya jiyanê ya bedenê ye” (Mtl. 14:30). Dermanê dilê şikestî çi ye? Dermanê herî baş ev e ku em şîretên biaqil, ên ku di Kitêba Pîroz de hene, bi kar bînin.
GAVA XWIŞK Û BIRAYÊN ME DILÊ ME DIŞIKÎNIN
15, 16. Eger kesekî dilê me şikênandiye, gerek em meseleyê çawa hel bikin?
15 Efesî 4:26 bixwîne. Gava mirovên ku Yehowa nas nakin tade li me dikin, em şaş namînin. Le belê gava yek ji malbata me yan jî xwişk û brayên me bi peyv an jî hereketên xwe dilê me dişikînin, dibe ku em tar û mar bibin. Eger problem ji bîra me dernekeve, gelo emê îzin bidin ku ev hêrsbûn bi salan berdewam bike? Wê baş be ku em wisa nekin, lê şîretên biaqil yên Kitêba Pîroz bi kar bînin. Çi qas wext derbas dibe, wê ew qas zor bibe ku em bi xwişk an birayên xwe re li hev bên.
16 Ferz bike ku birayekî dilê te şikestiye, û ev yek ji bîra te dernakeve. Tu dikarî çi bikî ku tu bi wî re li hev bêyî? Serê pêşîn, ji dil ji Yehowa re dua bike. Dua bike ku Yehowa alî te bike ji bo ku tu karibî bi birayê xwe re sohbeteke baş bikî. Ji bîr neke ku birayê te dostê Yehowa ye (Zeb. 25:14, KP). Xwedê ji wî hez dike. Yehowa ji dostên xwe re baş e, û ew dixwaze ku em jî wisa baş bin (Mtl. 15:23; Met. 7:12; Kol. 4:6). Paşê, haziriyê bike ku tuyê çi bibêjî. Nefikire ku birayê te dilê te bi qesdî şikênandiye; dibe ku ew bêhemdî dilê te şikênandiye an jî te ew ne baş fehm kiriye. Belkî tu jî bûyî sebebê ku problem heta niha nehatiye hel kirin. Tu dikarî jê re wisa bibêjî: “Belkî ez pir hesas im, lê do, gava tu bi mi re peyivî, min fehm kir ku ...” Eger piştî vê sohbetê netîceyeke baş dernekeve jî, li benda fersendeke din bimîne. Û ji bo birayê xwe dua bike ku ew bereketa Xwedê bistîne. Dua bike ku Xwedê alî te bike ku tu birayê xwe ji aliyê pozîtîf bibînî. Netîce çi be jî, bawer be ku Yehowa wê ji te razî bibe, çimkî tu dixwazî birayê xwe – yê ku dostê Xwedê ye – qezenc bikî.
GAVA WIJDANÊ ME NE RIHET E
17. Eger me guneh kiribe, Yehowa çawa dikare alî me bike ku em şîfa bibînin? Gerek em çima vê tedareka ruhî bi kar bînin?
17 Hinek seba guneheke giran difikirin ku ew ne layiqî Yehowa ne. Hîsên sûcdariyê dikarin hizûr, dilşadî û qeweta me xera bikin. Dawid Padîşah jî bi hîsên sûcdariyê micadele dikir. Li ser vê, wî wisa got: “Heta ku min sûcê xwe li xwe dananî, tevahiya rojê ji nalînê, hestiyên min heliyan. Çimkî şev û roj, destê te li ser min giran bû.” Lê belê Dawid, cesareta xwe top kir û problema xwe li gor daxwaza Xwedê hel kir. Wî wisa nivîsand: “Min ji te re diyar kir gunehê xwe ... Te bexişand sûc û gunehên min” (Zeb. 32:3-5). Eger te guneheke giran kiribe, Yehowa dixwaze alî te bike ku tu şîfa bibînî. Lê ji bo vê, lazim e ku tu alîkariya ku Xwedê bi destê civatê dide, qebûl bikî (Mtl. 24:16; Aqûb 5:13-15). Dereng nekeve! Ji bo ku tu hêviya jiyana herheyî winda nekî, ev yek pir muhîm e! Lê piştî ku sûcek hatibe efû kirin, eger wijdanê te dîsa jî ne rihet be, tuyê çi bikî?
18. Eger wijdanê me ne rihet be, em çawa dikarin ji serpêhatiya Pawlos feyde bibînin?
18 Xuya ye ku Pawlosê şandî jî carinan seba şaşiyên xwe yên berê aciz dibû. Wî der heqê xwe de wisa got: “Ji Şandiyan yê herî biçûk im. Ez ne hêja me ku Şandî bêm gazîkirin; ji ber ku min tengahî da civîna bawermendan a Xwedê. Lê ez çi bim, ez bi kerema Xwedê me” (1. Kor. 15:9, 10). Belê, Pawlos berê pir şaşî kiribûn, lê Yehowa ew dîsa jî qebûl ki, û wî dixwest ku Pawlos jî vêya fehm bike. Eger tu bi rastî seba gunehên xwe yên berê tobe kiribe û heta ku lazim be îtiraf kiribe, tu dikarî emîn bî ku Yehowa wê ji te re dilovan be. Loma bawer be ku Yehowa tu efû kiriye, û efûkirina wî qebûl bike! (Îşa. 55:6, 7).
19. Ayeta salê ji bo sala 2018an çi ye, û ev ayet çima munasîb e?
19 Dawiya vê dinyayê her ku diçe nêziktir dibe, û zehmetên heyatê jî zêdetir dibin. Lê belê em dikarin bawer bin ku Yê ku “qewetê dide yên betilî û qudreta wan zêde dike” dikare alîkariya te bike ku tu serkeftî bibî (Îşa. 40:29, WDN; Zeb. 55:22; 68:19). Gerek em vê rastiya muhîm ji bîr nekin. Li sala 2018an, her ku emê herin civînan, emê vê ayeta salê bibînin: “Ên ku li benda Yehowa ne, wê qeweta xwe teze bikin” (Îşa. 40:31, WDN).