KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w18 Tebax r. 23-27
  • Her Roj bi Yehowa re Hevkariyê Bike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Her Roj bi Yehowa re Hevkariyê Bike
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • PIŞTGIRIYA MALBATA XWE Û XWIŞK Û BIRAYÊN DIN BIKE
  • MÊVANPERWER BE
  • DI PROJEYÊN TEŞKÎLATÊ DE BIXEBITE
  • XIZMETA XWE ZÊDE BIKE
  • Piştgiriya Jinên Bawermend Bike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Ji bo Îşê Avakirina Projeyên Teşkîlatê Miraceet Bike
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Qenciya Yehowa “Tam Bikin û Bibînin”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
w18 Tebax r. 23-27
Xwişk û bira diçin serlêdana birayekî extiyar

Her Roj bi Yehowa re Hevkariyê Bike

“Em hevalkarên Xwedê ne” (1. KOR. 3:9, WDN).

KILAM: 64, 111

LI VAN WARAN, TU ÇAWA DIKARÎ BI YEHOWA RE HEVKARIYÊ BIKÎ?

  • Li warê alîkarîkirina malbatê û xwişk û birayên din

  • Li warê mêvanperweriyê

  • Li warê xebitîna li projeyên teşkîlatê û zêdekirina xizmetê

1. Em çawa dikarin bi Yehowa re hevkariyê bikin?

XWEDÊ dixwest ku însanên bêqisûr bi wî re hevkariyê bikin. Niha, însan qisûrdar in, lê mirovên dilsoz dîsa jî dikarin bi Yehowa re hevkariyê bikin. Mesela, gava em mizgîna Padîşahiyê belav dikin û mirovan dikin şagirtên Îsa, em dibin “hevalkarên Xwedê” (1. Kor. 3:5-9, WDN). Yehowa îşekî pir muhîm daye me, û ev keremeke mezin e. Ji xeynî îşê belavkirina mizgînê û şagirtkirinê, em dikarin di warên din de jî bi Yehowa re hevkariyê bikin. Mesela, em dikarin piştgiriya malbata xwe û xwişk û birayên din bikin, mêvanperwer bin, di projeyên teşkîlatê de bixebitin û xizmeta xwe berfirehtir bikin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin vêya bikin (Kol. 3:23).

2. Di îşê Yehowa de, gerek em çima xwe bi kesên din muqayese nekin?

2 Gava em vê mijarê lêkolîn dikin, gerek em ji bîr nekin ku her kes ji hev cuda ye. Emir, sihet, qewet, derfet û hunerên me ne wek hev in. Loma xwe bi kesên din muqayese neke. Pawlosê şandî wisa got: “Bila her kes karê xwe biceribîne. Hingê mirov ne bi kirinên hinekên din, lê tenê bi kirinên xwe dikare pesnê xwe bide” (Gal. 6:4).

PIŞTGIRIYA MALBATA XWE Û XWIŞK Û BIRAYÊN DIN BIKE

3. Ên ku li malbatên xwe dinêrin çawa bi Xwedê re hevkariyê dikin?

3 Yehowa dixwaze ku em li malbata xwe binêrin. Mesela, dibe ku gerek mêr ji bo hewcedariyên malbatê bixebite. Gelek jin bi îşên malê ve mijûl in. Hin zarokên mezin li dê û bavên xwe yên extiyar dinêrin. Lazim e ku her kes mesûliyetên xwe bîne cih. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Eger yek li mirovên xwe, bi taybetî li maliyên xwe nenêre, wî bawerî înkar kiriye û ew ji bêbaweran jî xerabtir e” (1. Tîm. 5:8). Eger mesûliyetên te giran bin, dibe ku tu nikarî li gor dilê xwe di îşê Yehowa de bixebitî. Lê xemgîn nebe! Gava tu li malbata xwe dinêrî, Yehowa ji te razî dibe (1. Kor. 10:31).

4. Dê û bav çawa dikarin ji her tiştî zêdetir li menfaetên Padîşahiyê bigerin? Eger ew wisa bikin, netîce wê bibe çi?

4 Gava dê û bav alî zarokên xwe dikin ku ew xizmeta Yehowa ji xwe re bikin armanc, ew bi Yehowa re hevkariyê dikin. Gelek kes bi saya teşwîqa dê û bavê xwe dest bi xizmeta tamrojî kiriye. Hinek ji wan ji bo xizmetê çûne xerîbiyê, hinek bûne mizgînvanên wezîfedar û hinek jî li Beytelê xizmet dikin. Dibe ku dê û bav bêriya zarokên xwe bikin ji ber ku ew li cihekî dûr dimînin. Dîsa jî, dê û bavên fedakar zarokên xwe teşwîq dikin ku ew dev ji wezîfeya xwe ber nedin. Çima? Ew pir dilşad in ku zarokên wan ji her tiştî zêdetir li menfaetên Padîşahiyê digerin (3. Yûh. 4). Gelek ji van dê û bavan wek Hannayê hîs dikin, a ku gotibû ku wê Samûyêl “bi diyarî” da Yehowa. Ji bo wan, hevkariya bi Yehowa re îmtiyazeke mezin e (1. Sam. 1:28).

5. Tu çawa dikarî alî xwişk û birayan bikî? (Li resmê ewilî binêre.)

5 Eger mesûliyetên te yên malbatê ne bi zêdeyî giran bin, gelo tu dikarî alî xwişk û birayan bikî, yên ku nexweş an extiyar in an jî yên ku li kesên wisa dinêrin? Di civatê de, bala xwe bide ku kî hewceyî alîkariyê ne. Mesela, dibe ku xwişkek heye, ya ku li dê an bavê xweyî extiyar dinêre. Gelo tu dikarî çend saetan ber dê an bavê vê xwişkê bimînî heta ku ew îşê xwe xelas bike? Belkî tu dikarî kesên hewcedar bi erebeyê bibî civînan, karên wan bikî an herî serlêdana kesên ku li nexweşxaneyê ne. Bi saya alîkariya te û hevkariya te bi Yehowa re, dibe ku xwişk an birayek cewaba duaya xwe bistîne (1. Korîntî 10:24 bixwîne).

MÊVANPERWER BE

6. Em çawa dikarin mêvanperwer bin?

6 Mêvanperwerî, yek ji sifatên muhîm ên hevalkarên Xwedê ye. Li Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yewnanî, peyva ku wek “mêvanperwerî” hatiye wergerandin bi eslê xwe tê maneya “hezkirina ji xerîban” (Îbr. 13:2). Hin serpêhatiyên Kitêba Pîroz nîşan didin ku em çawa dikarin vê hezkirinê eyan bikin (1. Mû. 18:1-5). Gava fersend derdikeve, wê baş be ku em hem alî “xwişk û birayên bawermend” hem jî alî kesên din bikin (Gal. 6:10).

7. Wê çima baş be ku em mizgînvanên tamrojî li mala xwe bikin mêvan?

7 Wekî din, gava em mizgînvanên tamrojî, yên ku civata me ziyaret dikin, li mala xwe dikin mêvan, em bi vî awayî dibin hevalkarên Xwedê (3. Yûhenna 5, 8 bixwîne). Ev yek hem ji bo wan hem ji bo me bifeyde ye, çimkî em dikarin cesaretê bidin hevdû (Rom. 1:11, 12). Serpêhatiya birayekî me yê bi navê Olaf vêya nîşan dide. Gava Olaf xort bû, nazirê herêmî, yê ku azip bû, hat civata wî, lê xwişk û birayên din nikaribû wî bikin mêvan. Olaf ji dê û bavê xwe, yên ku ne Şahidên Yehowa bûn, îzin xwest ku nazirê herêmî li mala wan bimîne. Dê û bavê wî îzin da, lê wan got ku gerek Olaf li ser dîwanê razê. Olaf wisa kir, û ew seba fedakariya xwe qet poşman nebû. Ew wisa dibêje: “Ew heftî pir xweş derbas bû! Ez û nazirê herêmî, em her sibehê zû radibûn û bi hev re hem taştê dixwar, hem jî li ser gelek temayên balkêş sohbet dikir. Teşwîqa wî dilê min ew qas girt ku min xwest dest bi xizmeta tamrojî bikim.” Bi zeman re, Olaf bû mizgînvanê wezîfedar, û di hundirê 40 salî de, wî li gelek welatan xizmet kir.

8. Eger mirov dilovaniya me teqdîr nekin, gerek em çima dîsa jî dilovan bin?

8 Gava em dilovaniya xwe eyan dikin, dibe ku mirovên din xîreta me serê pêşîn teqdîr nekin. Mesela, li Spanyayê, xwişkeke me tevî Yesicayê, jineke ji Ekuadorê, kursa Kitêba Pîroz îdare dikir. Carekê, Yesica pir giriya, û xwişka me jê pirsî ku ew çima digirî. Yesicayê got ku berî ku ew ji Ekuadorê derketibû, ew pir feqîr bû. Rojekê, ji bo keçika wê xwarin tunebû, tenê av hebû. Yesicayê keçika xwe lorand û ji bo hawarê dua kir. Pir wext derbas nebû ku du Şahidên Yehowa hatin ber deriyê wê, lê Yesicayê ew qewirandin û kovara ku wan pêşkêş kir, dirand. Wê got: “Ma ev kovar dikare zikê keçika min têr bike?” Xwişkên me dixwest ew teselî bikira, lê bêfeyde. Paşê, wan li ber deriyê wê selikek xwarin hişt. Yesica digiriya, çimkî wê fehm kir ku wê cewaba duaya xwe ji nedîtî ve hatibû. Niha wê dixwest ji Yehowa re xizmet bike. Netîceyên comerdiya xwişkên me çi qas baş bûn! (Waiz 11:1, 6).

DI PROJEYÊN TEŞKÎLATÊ DE BIXEBITE

9, 10. (a) Di demên berê de, ji bo kîjan projeyan xebatkarên dilxwaz lazim bûn? (b) Îro birayên dilxwaz kîjan mesûliyetan tînin cih?

9 Di demên berê de, ji bo cure cure projeyan xebatkarên dilxwaz lazim bûn (2. Mû. 36:2; 1. Dîr. 29:5; Nhy. 11:2). Îro jî, tu dikarî wext, îmkan û hunerên xwe di îşê teşkîlatê de bi kar bînî. Eger tu wisa bikî, tuyê pir dilşad bibî, û Yehowa wê te bibereket bike.

10 Kitêba Pîroz birayan teşwîq dike ku ew bibin xizmetkarên alîkar û kalên civatê (1. Tîm. 3:1, 8, 9; 1. Ptr. 5:2, 3). Bi vî awayî, ew dikarin bi Yehowa re hevkariyê bikin û alîkariya ruhî û pratîk bidin kesên din (Kar. 6:1-4). Gelo kalên civatê ji te re teklîf kiriye ku tu li hin îşên civatê de bixebitî? Di civatê de bi rastî jî pir îş heye, mesela vekirina deriyan, nîşandayîna cihên rûniştinê, belavkirina weşanan, hazirkirina warên xizmetê û tamîrkirina salonê. Birayên ku li îşên wisa dixebitin pir kêfê distînin.

Du xwişk bi hev re li projeyeke teşkîlatê dixebitin û dibin dostên hev

Gava em di projeyên teşkîlatê de dixebitin, em dikarin dost û hevalên nû nas bikin (Li paragrafa 11an binêre)

11. Xwişkeke me ji dost û hevalên xwe, yên ku wê li projeyên teşkîlatê nas kiribûn, çawa feyde dîtiye?

11 Kesên ku di projeyên teşkîlatê de dixebitin dikarin gelek dost û hevalên nû bibînin. Mesela, êdî 18 sal e ku xwişka me Margie li projeyên avakirina Salonên Îbadetê dixebite. Li van projeyan, wê çend xwişkên ciwan perwerde kirine. Margie dibêje ku îşên wisa fersendê didin xwişk û birayan ku ew cesaretê bidin hevdû (Rom. 1:12). Di dema tengahiyan de, Margie’yê ji dost û hevalên xwe, yên ku wê li projeyên avakirinê nas kiribûn, cesaret stand. Gelo tu jî li projeyekê avakirinê xebitiyî? Ji bo vê, ne lazim e ku hunerên te yên mexsûs hebin.

12. Piştî felaketan, tu dikarî çi bikî?

12 Di dema felaketan de, xizmetkarên Xwedê dikarin alî xwişk û birayên xwe bikin û bi vî awayî tevî Xwedê bixebitin. Mesela, ew dikarin alîkariya madî bidin felaketzedeyan (Yûh. 13:34, 35; Kar. 11:27-30). Wekî din, ew dikarin di îşê paqijkirin an tamîrkirinê de bixebitin. Li Polonyayê, mala xwişka me Gabriela di sêlavê de xera bûbû. Gava xwişk û birayên ji civatên din hatin ku alîkariya wê bikin, ew pir kêfxweş bû. Gabriela wisa dibêje: “Ez naxwazim behsa van tiştan bikim, ên ku min winda kirine, çimkî ew tenê tiştên madî ne. Li şûna vê, ez dixwazim behsa van tiştan bikim, ên ku min qezenc kirine. Min rind fehm kiriye ku ev yek ku em pareke civatê ne, îmtiyazeke mezin e, ya ku me dilxweş û bextewar dike.” Gelek kesên ku piştî felaketan alîkarî standiye wek Gabrielayê difikirin. Wekî din, ên ku alîkariya xwişk û birayan dikin û bi vî awayî bi Yehowa re hevkariyê dikin pir bextewar dibin (Karên Şandiyan 20:35; 2. Korîntî 9:6, 7 bixwîne).

13. Îşên dilxwaz çawa dikarin dostiya me bi Yehowa re xurttir bikin?

13 Stephanie û çend mizgînvanên din alîkariya xwişk û birayan kiribû, yên ku seba şer reviyabûn Amerîkayê. Wan alîkariya penaberan kir ku ew ji xwe re malekê bibînin û eşya bikirin. Bi vî awayî Stephanie û hevalên wê bi Xwedê re hevkarî kir. Stephanie wisa dibêje: “Dilşadî û teqdîra ku wan seba hezkirina biratiya cîhanî eyan kir, dilê me girt. Ew difikirîn ku me alî wan kir, lê bi rastî wan zêdetir alî me kiriye. Hezkirin, yekîtî û baweriya ku me dîtiye hezkirina me ji Yehowa re xurttir kiriye, û em hemû tiştên ku em bi destê teşkîlatê distînin zêdetir teqdîr dikin.”

XIZMETA XWE ZÊDE BIKE

14, 15. (a) Îşaya dilxwaziya xwe çawa eyan kir? (b) Em çawa dikarin dilxwaziya Îşaya ji xwe re bikin nimûne?

14 Gelo tu dixwazî zêdetir bi Yehowa re hevkariyê bikî? Gelo tu hazir î ku derbasî cihekî din bibî ji bo ku xizmeta xwe zêde bikî? Ji bo ku xizmetkarên Xwedê comerd bin, helbet ne lazim e ku ew ji malên xwe dûr bikevin. Dîsa jî, hin xwişk û bira hazir in ku herin cihên dûr. Ew wek Îşaya ne. Gava Yehowa pirs kir, “Ez kê bişînim? Kî wê ji bo me here?”, Îşaya wisa cewab da: “Min bişîne!” (Îşa. 6:8, WDN). Eger hewcedarî hebe, gelo tu jî hazir î ku wek Îşaya cewab bidî? Kîjan hewcedarî hene?

15 Îsa li ser îşê belavkirina mizgînê û şagirtkirinê wisa got: “Dexil gelek e, lê pale hindik in. Loma lava ji Xudanê dexlê bikin, da ku ji bo dexla xwe paleyan bişîne” (Met. 9:37, 38). Gelo tu dikarî li cihekî ku li wê derê hewcedarî mezintir e, pêşengiyê bikî? An jî, gelo tu dikarî alî kesekî din bikî ku ew derbasî cihekî hewcedar bibe? Seba hezkirina Xwedê û hezkirina însanan, gelek xwişk û bira li warên hewcedar pêşengiyê dikin. Wekî din, gelo tu dikarî xizmeta xwe bi awayên din zêde bikî? Eger tu wisa bikî, tuyê pir bextewar bibî.

16, 17. Tu çawa dikarî xizmeta xwe zêde bikî?

16 Gelo tu dixwazî ji bo demekê an her hefte çend rojan li Beytelê an li projeyeke avakirinê bixebitî? Di teşkîlata Yehowa de, kesên ku dikarin li cihekî din xizmet bikin her tim lazim in. Dibe ku ji bo vê, gerek ew hunerên nû bielimin. Yehowa pir qîmetê dide dilxwaziya kesên wisa! (Zeb. 110:3).

17 Gelo tu dixwazî zêdetir perwerde bistînî ku tu karibî xizmeta xwe berfirehtir bikî? Belkî tu dikarî herî Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê. Li vê kursê, xwişk û birayên gihîştî, yên ku jixwe di xizmeta tamrojî de ne, tên perwerde kirin. Teşkîlat kesên ku vê kursê xelas dikin dişîne cihên hewcedar. Gelo tu dixwazî xizmeta xwe bi vî awayî zêde bikî? (1. Kor. 9:23).

18. Eger em roj bi roj bi Yehowa re hevkariyê bikin, netîce wê bibe çi?

18 Ji ber ku em xizmetkarên Yehowa ne, gerek em comerd û dilovan bin û roj bi roj xema kesên din bixwin. Gava em wisa dikin, dilxweşî, hizûr û bextewariya me zêde dibe (Gal. 5:22, 23). Şertên te çi bin jî, tu dikarî comerdiya Yehowa ji xwe re bikî nimûne û bi wî re hevkariyê bikî! (Mtl. 3:9, 10).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne