MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 24
Fikrên Dinyayê Red Bike!
“Em raman û her tiştê bilind ê ku li hember zanîna Xwedê radibe, hildiweşînin û her fikrê dikin hêsîr ku serî li ber Mesîh deyne” (2. KOR. 10:5).
KILAM 124 Timê Amin in
PÊŞGOTINa
1. Pawlosê şandî çi tembîh da şagirtên Îsa yên meshkirî?
“LI GOR vê dinyayê nekin” (Rom. 12:2). Li sedsala yekê, Pawlos ji şagirtên Îsa re wisa gotibû. Madem ku ew jixwe weqf bûbûn û bi ruhê pîroz hatibûn mesh kirin, Pawlosê şandî çima tembîheke ew qas cidî da wan? (Rom. 1:7).
2-3. (a) Îblîs kîjan metodan bi kar tîne ku me ji Yehowa dûr bixe? (b) Em çawa dikarin dev ji fikrên ku li hişê me kûr rûniştine berdin?
2 Pawlos xem dixwar ji ber ku hin şagirtên Îsa ketibûn ber bayê mantiq û felsefeyên dinyaya Îblîs (Ef. 4:17-19). Tiştekî wisa dikare bê serê me jî. Hikumdarê vê dinyayê Îblîs cure cure metodan bi kar tîne ku me ji Yehowa dûr bixe. Mesela, eger xwestekên me yên xwehez hebin, Îblîs dikare vana bixebitîne. Wekî din, ew dikare tiştên ku em li malê, li mektebê an ji derdora xwe hîn bûne bi kar bîne ku fikrên me biguherîne û bişibîne fikrên xwe.
3 Em çawa dikarin dev ji fikrên ku li hişê me kûr rûniştine berdin? (2. Kor. 10:4). Pawlos wisa dibêje: “Em raman û her tiştê bilind ê ku li hember zanîna Xwedê radibe, hildiweşînin û her fikrê dikin hêsîr ku serî li ber Mesîh deyne” (2. Kor. 10:5). Belê, bi alîkariya Yehowa, em dikarin serî bi fikir û ramanên şaş re derxînin. Çawa ku derman dikare tesîra jehrê bisekinîne, Peyva Xwedê dikare alî me bike ku em tesîrên bijehr ên dinyaya Îblîs bisekinînin.
“BI NÛBÛNA HIŞÊ XWE WERIN GUHERTIN”
4. Gava me rastiya Kitêba Pîroz hê nû qebûl kiribû, ji bo piraniya me lazim bû ku em çi guhertinan bikin?
4 Bîne bîra xwe ku te kîjan guhertin kiribûn gava tu rastiya Kitêba Pîroz hîn dibûyî û dixwest ji Yehowa re xizmet bikî. Gelek ji me dev ji hin cureyên xerabiyê berdaye (1. Kor. 6:9-11). Em ji Yehowa re çi qas şikurdar in ku wî alî me kiriye ku em van xerabiyan terk bikin!
5. Romayî 12:2 behsa kîjan du tiştên muhîm dike?
5 Gerek em tu caran nefikirin ku êdî ne lazim e ku em xwe biguherînin. Berî ku em bin av bûn, me helbet dev ji gunehên giran berdabû. Dîsa jî, pir muhîm e ku em xwe ji her tiştê ku dikare me bikişîne ber bi van gunehan, dûr bigirin. Em çawa dikarin vêya bikin? Pawlos wisa nivîsî: “Li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin” (Rom. 12:2). Li gor vê ayetê, gerek em du tiştan bikin. A yekê, gerek em “li gor vê dinyayê nekin”, yanî lazim e ku em îzin nedin ku dinya li ser fikrên me tesîr bike. A diduyan, gerek em fikrên xwe biguherînin û “werin guhertin”.
6. Metta 12:43-45 çi rêyî me dide?
6 Ne bes e ku em tenê ji derve bên guhertin; lazim e ku em bi temamî biguherin (li çarçoveya “Guhertin – ji Dil an Tenê ji Derve?” binêrin). Gerek em fikrên xwe – yanî hemû nêrîn, hîs û xwestekên xwe – biguherînin. Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez tenê ji derve guherîme, an bi rastî ji kûrahiya dilê xwe bûme şagirtekî Îsa?” Ferqa nav van du tiştan pir mezin e. Li Metta 12:43-45, Îsa nîşan da ku gerek em çi bikin (bixwîne). Ji van ayetan, em dibînin ku ne bes e ku em tenê dev ji fikrên şaş berdin. Ji xeynî vê, gerek em hişê xwe bi fikrên Xwedê ve tije bikin.
“DI RUH Û HIŞÊ XWE DE NÛ BIBIN”
7. Em çawa dikarin “di ruh û hişê xwe de nû bibin”?
7 Gelo em dikarin şexsiyeta xwe biguherînin? Peyva Xwedê wisa dibêje: “Di ruh û hişê xwe de nû bibin û mirovê nû li xwe bikin ê ku di rastdarî û pîroziya rastiyê de li gor Xwedê hatiye afirandin” (Ef. 4:23, 24). Belê, em dikarin şexsiyeta xwe biguherînin, lê ev yek helbet ne hêsan e. Ne bes e ku em xwestek û kirinên nerast tenê kontrol bikin. Gerek em “di ruh û hişê xwe de nû bibin”. Ev tê maneya ku gerek em bi dewamî xîret bikin ku em xwestek, meyl û niyetên xwe biguherînin.
8-9. Serpêhatiya birayekî me çawa nîşan dide ku gerek em “ruh û hişê xwe” biguherînin?
8 Birayekî me berê mirovekî zordar bû. Piştî ku wî dev ji vexwarin û şeroktiyê berda, ew bin av bû û li gundê xwe bû emsaleke baş. Lê belê êvarekê, tiştekî nehêvîkirî hat serê wî. Zilamekî serxweş hat mala wî û dixwest bi wî şer bikira. Di serî de, birayê me xwe girt û şer nekir. Lê gava zilam çêrî navê Yehowa kir, birayê me xwe winda kir û lê xist. Problem çi bû? Birayê me bi saya kursa Kitêba Pîroz her çi qas dev ji zordariyê berdabû jî, ew “di ruh û hişê xwe de” hê nû nebûbû, yanî wî şexsiyeta xwe bi temamî neguherandibû.
9 Dîsa jî, birayê me dev ji xîreta xwe berneda ku xwe biguherîne (Mtl. 24:16). Bi alîkariya kalên civatê, ew hêdî hêdî pêş ve çû. Bi zeman re, ew bû kalê civatê. Paşê, êvarekê, li ber Salona Îbadetê dîsa tiştek hat serê wî. Zilamekî serxweş kir ku li birayekî din bixe. Lê îcar, birayê me bi dilnizmî bi zilamê serxweş re peyivî, hêrsa vî zilamî danî û alî wî kir ku ew here malê. Belê, birayê me “ruh û hişê xwe” êdî guherandibû. Ew êdî bûbû mirovekî aştîhez û dilnizm, ê ku bi hal û hereketên xwe Yehowa birûmet dikir.
10. Ji bo ku em xwe biguherînin, gerek em çi bikin?
10 Guhertinên wisa ji nişka ve an bi otomatîk çênabin. Belkî gerek em bi salan “xîretkêşiyê bi kar bînin” (2. Ptr. 1:5). Tiştê herî muhîm ne ev e ku em çend sal “di rastiyê de” bin, lê ev e ku em bi dil û can xîret bikin ku “ruh û dilê xwe” biguherînin. Niha emê bibînin ku em çawa dikarin vêya bikin.
EM ÇAWA DIKARIN “RUH Û HIŞÊ XWE” BIGUHERÎNIN?
11. Dua çawa dikare alî me bike ku em “ruh û hişê xwe” biguherînin?
11 A yekê, dua pir muhîm e. Gerek em wek zebûrbêj dua bikin: “Ey Xwedê, tu dilekî pak bide min, nû û zexim bike, ruhê hundirê min” (Zeb. 51:10). Gerek em “ruh û hişê xwe” biguherînin û dua bikin ku Yehowa alî me bike. Gelo Yehowa wê alî me bike ku em xwe biguherînin? Helbet! Li rojên Hêzekîêl, Yehowa di heqê Îsraêliyên serhişk de wisa soz da: “Ez ê yek dilekî bidim wan û ez ê ruhekî nû bixim hundirê [wan] ... û dilekî ji goşt bidim wan [yanî dilekî ku rêberiya Xwedê qebûl dike]” (Hêz. 11:19). Yehowa hazir bû ku alî Îsraêliyan bike ku ew xwe biguherînin, û ew hazir e ku alî me jî bike.
12-13. (a) Li gor Zebûr 119:59, gerek em li ser çi kûr bifikirin? (b) Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?
12 A diduyan, fikirîna kûr jî pir muhîm e. Lazim e ku em Peyva Xwedê her roj bixwînin û kûr bifikirin ka gerek em kîjan fikir û hîsan biguherînin (Zebûr 119:59 bixwîne; Îbr. 4:12; Aqûb 1:25). Gelo felsefeyên dinyayê li me xweş tên? Eger wisa be, gerek em vê zeîfiyê bi duristî qebûl bikin û xîret bikin ku ji wê bifilitin.
13 Mesela, ji xwe bipirse: “Gelo di dilê min de piçikek dexesî an çavnebarî heye?” (1. Ptr. 2:1). “Gelo ez xwe seba kok, xwendin an mal û milkê xwe ji kesên din bilindtir dibînim?” (Mtl. 16:5). “Gelo ez kesên ku bi qasî min dewlemend nînin an ji miletekî din in, kêm dibînim?” (Aqûb 2:2-4). “Gelo tiştên ku dinyaya Îblîs pêşkêşî min dike li min xweş tên?” (1. Yûh. 2:15-17). “Gelo ez ji muzîk, fîlm û lîstikên bêexlaq û zordar kêfê distînim?” (Zeb. 97:10; 101:3; Amos 5:15). Bi alîkariya pirsên wisa, tu dikarî fehm bikî ku gerek tu li kîjan waran hê zêdetir xîret bikî. Gava tu serî bi fikrên nerast re derdixînî, yên ku li dilê te kûr rûniştine, Xwedê wê ji te razî bibe (Zeb. 19:14).
14. Çima ew qas muhîm e ku em ji xwe re hevalên baş hilbijêrin?
14 A sisêyan, gerek em ji xwe re hevalên baş hilbijêrin. Bivê nevê, hevalên te wê li ser te tesîr bikin (Mtl. 13:20). Piraniya hevalders û hevalkarên me ji fikrên Xwedê dûr in. Lê belê em dikarin li civatê ji xwe re hevalên baş bibînin. Xwişk û birayên me wê me “ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin” (Îbr. 10:24, 25).
“DI BAWERIYÊ DE QAYÎM BIBIN”
15-16. Îblîs kîjan metodê bi kar tîne ku fikrên me biguherîne?
15 Ji bîr neke ku Îblîs dixwaze fikrên me biguherîne. Ew cure cure muhakemeyan bi kar tîne ku tesîra rastiya Kitêba Pîroz sist bike.
16 Li baxçeyê Adenê, Îblîs ji Hewayê wisa pirsîbû: “Gelo Xwedê bi rastî jî gotiye ...?” (1. Mû. 3:1). Îblîs îro jî vê metodê bi kar tîne. Li dinyaya wî, gelek kes wisa dipirsin: “Gelo Xwedê bi rastî zewaca bi çend jinan qedexe kiriye? Gelo Xwedê bi rastî naxwaze ku em serê salê û rojên bûyînê pîroz bikin? Gelo Xwedê bi rastî neqla xwînê qedexe kiriye? Gelo Xwedayê dilovan bi rastî dixwaze ku em xwe ji hezkiriyên xwe, yên ku ji civatê hatine derxistin, bi temamî dûr bigirin?”
17. Eger pirsên me hebin, gerek em çi bikin? Li gor Kolosî 2:6, 7, netîce wê bibe çi?
17 Lazim e ku baweriya me xurt be. Eger di hişê me de hin pirsên bêcewab bimînin, gumanên cidî dikarin bikevin dilê me. Bi zeman re, gumanên wisa dikarin fikrên me tev li hev bikin û baweriya me tune bikin. Loma gerek em çi bikin? Peyva Xwedê tembîh dide me ku em fikrên xwe biguherînin û xwe îqna bikin ku “daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye” (Rom. 12:2). Bi lêkolîna şexsî, em dikarin xwe îqna bikin ku qanûnên Yehowa, yên ku em ji Kitêba Pîroz hîn bûne, rast in. Bi vî awayî, emê wek dareke bi kokên saxlem “di baweriyê de qayîm bibin” (Kolosî 2:6, 7 bixwîne).
18. Çi wê alî te bike ku tu xwe ji tesîra bijehr a dinyaya Îblîs biparêzî?
18 Tu kes nikare li şûna te baweriya te qayîm bike. Ji ber vê yekê, “ruh û hişê xwe” her ku diçe nû bike. Her tim dua bike ku Yehowa bi ruhê xwe alî te bike. Kûr bifikire. Fikir û niyetên xwe her tim lêkolîn bike. Ji xwe re hevalên baş hilbijêre; ewê alî te bikin ku tu fikrên xwe biguherînî. Bi vî awayî, tuyê karibî xwe ji tesîra bijehr a dinyaya Îblîs biparêzî û “raman û her tiştê bilind ê ku li hember zanîna Xwedê radibe” hilweşînî (2. Kor. 10:5).
KILAM 50 Duayê Tesmîlbûnê
a Baş an xerab, kok, kultur û xwendina me li ser fikrên me tesîr dikin. Dibe ku hin nêrînên nerast li şexsiyeta me kûr rûniştibin. Li vê meqaleyê, emê bielimin ku em çawa dikarin dev ji fikrên şaş berdin.