KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w19 Tîrmeh r. 14-19
  • Mirovan Bike Şagirtên Îsa Mesîh

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Mirovan Bike Şagirtên Îsa Mesîh
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • ÇIMA EW QAS MUHÎM E KU EM MIROVAN BIKIN ŞAGIRTÊN ÎSA?
  • JI BO KU EM MIROVAN BIKIN ŞAGIRTÊN ÎSA, GEREK EM ÇI BIKIN?
  • ÎŞEKÎ JI BO HEMÛ ŞAGIRTÊN ÎSA
  • SEBIR LAZIM E
  • Gelo Tu Dikarî Bibî Mamosteyê Kitêba Pîroz?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • ‘Herin, Mirovan Bikin Şagirt’
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Kursên Kitêba Pîroz, ên ku ber bi Binavbûnê ve Diçin – Qisim 2
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Kursên Kitêba Pîroz, ên ku ber bi Binavbûnê ve Diçin – Qisim 1
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
w19 Tîrmeh r. 14-19

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 29

Mirovan Bike Şagirtên Îsa Mesîh

“Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min” (MET. 28:19).

KILAM 60 Wê Yekêva Girêdaye Emirê Wan

PÊŞGOTINa

1-2. (a) Li gor Metta 28:18-20, wezîfeya sereke a civata şagirtên Îsa çi ye? (b) Li vê meqaleyê, emê kîjan pirsan muzakere bikin?

ŞANDIYÊN Îsa li kêleka çiyayekî li bendê disekinîn. Piştî ku Îsa ji mirinê rabû, wî ji wan re got ku bila ew herin wê derê (Met. 28:16). Cihê ku Îsa “di carekê de ji pênc sed birayî zêdetir kesî re xuya bû” belkî ev cih bû (1. Kor. 15:6). Îsa gazî şagirtên xwe kiribû ku îşekî muhîm bide wan: “Loma herin û [mirovên ji] hemû miletan bikin şagirtên min” (Metta 28:18-20 bixwîne).

2 Şagirtên ku ev gotinên Îsa bihîstin bûn pareke civata sedsala yekê. Armanca sereke a wê civatê ev bû ku mirovan bike şagirtên Îsa.b Îro li seranserê dinyayê bi hezaran civatên şagirtên Îsa hene, û wezîfeya wan a sereke dîsa eynî ye. Li vê meqaleyê, emê çar pirsan muzakere bikin: Çima ew qas muhîm e ku em mirovan bikin şagirtên Îsa? Ji bo ku em mirovan bikin şagirtên Îsa, gerek em çi bikin? Gelo lazim e ku hemû şagirtên Îsa vî îşî bikin? Di vî îşî de çima sebir lazim e?

ÇIMA EW QAS MUHÎM E KU EM MIROVAN BIKIN ŞAGIRTÊN ÎSA?

3. Li gor Yûhenna 14:6 û 17:3, çima ew qas muhîm e ku em mirovan bikin şagirtên Îsa?

3 Pir muhîm e ku em mirovan bikin şagirtên Îsa, çimkî tenê şagirtên Îsa dikarin bibin dostên Xwedê. Jiyana kesên ku pey Îsa diçin baştir dibe, û hêviya wan heye ku heta bi hetayê bijîn (Yûhenna 14:6; 17:3 bixwîne). Îsa mesûliyeteke muhîm daye me, lê em vî îşî bi tena serê xwe nakin. Pawlosê şandî got ku em tevî Xwedê hevkariyê dikin (1. Kor. 3:9). Yehowa û Îsa Mesîh îmtiyazeke çi qas mezin daye mirovên qisûrdar!

4. Serpêhatiya Ivan û Matildeyê çi rêyî me dide?

4 Em dikarin ji îşê şagirtkirinê pir kêfê bistînin. Li Kolombyayê, Ivan û pîreka wî Matildeyê mizgîn dabû xortekî bi navê Davier, ê ku wisa got: “Ez dixwazim jiyana xwe biguherînim, lê ez nikarim.” Davier boksor bû û wî narkotîk bi kar dianîn, bi zêdeyî alkol vedixwar û tevî keçikeke bi navê Erika dijiya. Ivan wisa dibêje: “Gundê wî gelek dûr bû. Ji bo ku em herin ziyareta wî, em bi bisîkletê li ser riyên biherî bi gelek saetan rê diçûn. Gava Erikayê dît ku hal û hereketên Davier baştir dibûn, wê jî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir.” Bi zeman re, Davier dev ji boksê, ji alkolê û ji narkotîkan berda. Wekî din, ew bi Erikayê zewicî. Matilde wisa dibêje: “Gava Davier û Erika li sala 2016an bin av bûn, gotinên Davier hatin bîra min: ‘Ez dixwazim xwe biguherînim, lê ez nikarim.’ Em ew qas şa bûn ku çavê me tijî hêstiran bû.” Belê, gava em alî mirovan dikin ku ew bibin şagirtên Îsa, dilê me pir şa dibe.

JI BO KU EM MIROVAN BIKIN ŞAGIRTÊN ÎSA, GEREK EM ÇI BIKIN?

5. Ji bo ku em mirovan bikin şagirtên Îsa, gerek em serê pêşîn çi bikin?

5 Serê pêşîn, gerek em li kesên dilpak bigerin (Met. 10:11). Ji bo vê, em mizgînê didin hemû mirovên ku em rastî wan tên. Ev yek îsbat dike ku em bi rastî Şahidên Yehowa û şagirtên Îsa ne.

6. Em çawa dikarin li xizmetê serkeftî bibin?

6 Hewesa hinekan heye ku rastiya Kitêba Pîroz bielimin, lê gelek kes serê pêşîn xemsar xuya dikin. Eger wisa be, gerek em meraqa wan hişyar bikin. Ji bo ku em li xizmetê serkeftî bibin, haziriyeke baş lazim e. Temayên baş hilbijêre, yên ku wê bala mirovan bikişînin. Paşê bifikire ku tu çawa dikarî van temayan pêşkêş bikî.

7. Tu çawa dikarî dest bi sohbetê bikî, û çima muhîm e ku tu guh bidî mirovan û qedrê wan bigirî?

7 Mesela, tu dikarî ji mirovan wisa bipirsî: “Îro gelek jin û mêr hev berdidin. Tu çi difikirî, malbat çawa dikarin problemên xwe safî bikin?” Paşê, tu dikarî Kolosî 3:18, 19 muzakere bikî. Yan jî, tu dikarî temayeke wisa bi kar bînî: “Bi dîtina te, gerek em zarokên xwe çawa perwerde bikin?” Paşê, tu dikarî 5. Mûsa 6:6, 7 muzakere bikî. Tema çi dibe bila bibe, hewcedariyên guhdarên xwe bike hesabê. Bifikire ku ewê ji gotinên Kitêba Pîroz çawa feyde bibînin. Gava tu bi wan re dipeyivî, guh bide wan û qedrê nêrîna wan bigire. Bi vî awayî, tuyê wan baştir fehm bikî, û ewê hê zêde guh bidin te.

8. Çima lazim e ku em bi sebat ziyaretên dubare bikin?

8 Berî ku kesek dest bi kursa Kitêba Pîroz bike, wê belkî lazim be ku em çend caran herin ba wî. Çima? Gava em dixwazin ziyareta dubare bikin, gelek kes ne li malê ne. Wekî din, dibe ku xwediyê malê kursa Kitêba Pîroz qebûl neke heta ku ew me rind nas neke. Çawa ku gerek em gelek caran avê bidin kulîlkekê ku ew mezin bibe, ji bo ku hezkirina Yehowa û Îsa Mesîh li dilê mirovan mezin bibe, gerek em Kitêba Pîroz gelek caran bi wan re muzakere bikin.

ÎŞEKÎ JI BO HEMÛ ŞAGIRTÊN ÎSA

Li balafirgehê, zilamek ji erebeya weşanan belavokekê hildide; paşê, li cihê tetîlê, ew Şahidên Yehowa dibîne, yên ku li ber erebeya weşanan disekinin; piştî ku ew vedigere malê, ew guh dide mizgînvanên ku tên mala wî

Li seranserê dinyayê, Şahidên Yehowa li mirovên dilpak digerin (Li paragrafên 9 û 10an binêre)c

9-10. Hemû xizmetkarên Xwedê çawa bi lêgerîna kesên dilpak mijûl in?

9 Hemû xizmetkarên Xwedê bi lêgerîna kesên dilpak mijûl in. Ev îş, wek lêgerîna zarokekî windabûyî ye. Çawa? Carekê, zarokekî 3 salî ji malê çûbû û winda bûbû. Weke 500 kes li wî geriyan. Paşê, nêzikî 20 saet piştî ku zarok winda bûbû, yek ji mirovên ku li zarok digeriyan ew li zeviyeke garisan dît. Lê belê, zilamê ku zarok dît pesn qebûl nekir. Wî got: “Ji bo ku em vî zarokî bibînin, bi sedan mirovan hevkarî kiriye.”

10 Gelek mirov mîna vî zarokî ne. Ew xwe windabûyî hîs dikin. Ew bê hêvî ne, û ew hewceyî hawarê ne (Ef. 2:12). Niha zêdetirî 8 milyon Şahidên Yehowa li van mirovên dilpak digerin. Xemgîn nebe eger tu nikarî ji xwe re xwendekarekî Kitêba Pîroz bibînî. Dibe ku mizgînvanên din, ên ku li warê te dixebitin, kesekî bibînin ê ku dixwaze rastiya Kitêba Pîroz hîn bibe. Gava yek ji me rastî kesekî tê, yê ku dibe şagirtekî Îsa, her kesê ku di îşê lêgerînê de xebitiye şa dibe.

11. Em çawa dikarin destek bidin îşê şagirtkirinê?

11 Eger tu niha tevî tu kesî kursa Kitêba Pîroz îdare nakî jî, tu dikarî bi awayên din destek bidî îşê şagirtkirinê. Mesela, tu dikarî silavê bidî kesên nû, yên ku tên Salona Îbadetê, û bi wan re sohbetê bikî. Gava ewê hezkirina di nav me de bibînin, ewê bawer bin ku em bi rastî şagirtên Îsa ne (Yûh. 13:34, 35). Li civînan, cewabên te – çi qas kin bin jî – dikarin cesaretê bidin kesên nû ku ew jî baweriya xwe bi awayekî jidil û hurmetkar bînin ziman. Wekî din, tu dikarî tevî mizgînvanên nû derkevî xizmetê û alî wan bikî ku ew jî bikaribin Kitêba Pîroz bi hostetî bi kar bînin. Bi vî awayî, tu dikarî hînî wan bikî ku ew pey Îsa Mesîh herin (Lûqa 10:25-28).

12. Ji bo ku em mirovan bikin şagirtên Îsa, gelo hewce ye ku em pir xwendî û xwedîhuner bin?

12 Ji bo ku em mirovan bikin şagirtên Îsa, ne hewce ye ku em pir xwendî û xwedîhuner bin. Serpêhatiya jinikeke bi navê Faustina, ya ku li Bolîvyayê dijî, vêya nîşan dide. Gava wê dest bi kursa Kitêba Pîroz kiribû, xwendin û nivîsandina wê qet tune bû. Bi zeman re, ew hebekî hînî xwendinê bû. Ew niha xwişka me ye, û ew ji xizmetê pir kêfê distîne. Faustina her hefte pênc kursên Kitêba Pîroz îdare dike. Xwişka me her çi qas nikare bi qasî piraniya xwendekarên xwe rind bixwîne, wê heta niha alî şeş kesan kiriye ku ew bên bin av kirin (Lûqa 10:21).

13. Eger em pir mijûl bin jî, em dikarin ji îşê şagirtkirinê çi nîmetan bistînin?

13 Gelek xwişk û bira pir mijûl in, û gelek mesûliyetên wan hene. Dîsa jî, ew ji bo îdarekirina kursên Kitêba Pîroz wext vediqetînin, û ew ji vî îşî pir kêfê distînin. Mesela, bala xwe bide serpêhatiya xwişka me Melanie, ya ku li Alaskayê dijî. Wê qîza xwe bi tena serê xwe mezin dikir, û li wê demê, li bajarê wê qet xwişk û birayên din tune bûn. Gava hewa pir sar dibû, Melanie’yê ji Xwedê qewet dixwest ku ew karibe derkeve xizmetê, çimkî wê pir dixwest bi kesekî re dest bi kursa Kitêba Pîroz bike. Rojekê, ew rastî jinikeke bi navê Sara hat, a ku pir şa bû gava wê bihîst ku navê Xwedê heye. Hinek wext bi şûn de, Sarayê kursa Kitêba Pîroz qebûl kir. Melanie wisa dibêje: “Rojên Înê êvarê ez pir diwestiyam, lê ez û qîza min, me ji îdarekirina vê kursa Kitêba Pîroz pir feyde didît. Me ji lêkolîna pirsên Sarayê kêf distend, û em pir şa bûn gava Sara bû dosta Yehowa.” Sarayê bi mêrxasî serî bi muxalefetê re derxist, dev ji dêrê berda û hat bin av kirin.

SEBIR LAZIM E

14. (a) Îşê şagirtkirinê çawa wek îşê masîgirtinê ye? (b) Gotinên 2. Tîmotêyos 4:1, 2 çawa li ser te tesîr dikin?

14 Eger tu difikirî ku xizmeta te pir berdar nîne, hêviya xwe winda neke ku rojekê, tuyê mirovên dilpak bibînî. Îsa gotibû ku îşê şagirtkirinê wek îşê masîgirtinê ye. Ev îş pir wext dixwe. Masîgir sibehê zû radibin û heta nîvê şevê bi îşê xwe mijûl in, û carinan lazim dibe ku ew bi gemiyê herin cihên dûr (Lûqa 5:5). Mîna vê, hin xwişk û bira bi sebir bi gelek saetan xizmetê dikin, û ew diçin cure cure cihan ji bo ku rastî zêdetir mirovan bên. Bi saya vê xîretê, ew pir caran mirovên nû nas dikin, ên ku dixwazin di heqê Kitêba Pîroz de melûmatê bistînin. Ji bo ku tu rastî zêdetir mirovan bêyî, belkî gerek tu jî saet yan cihê xizmeta xwe biguherînî (2. Tîmotêyos 4:1, 2 bixwîne).

Zilam kursa Kitêba Pîroz qebûl dike; zilam tê bin av kirin

Bi sebir alî xwendekarên xwe bike ku ew ji aliyê ruhî ve pêş ve herin (Li paragrafên 15 û 16an binêre)d

15. Ji bo îdarekirina kursên Kitêba Pîroz çima sebir lazim e?

15 Ji bo îdarekirina kursên Kitêba Pîroz çima sebir lazim e? A yekê, ne bes e ku em tenê alî xwendekaran bikin ku ew hîndariyên Kitêba Pîroz hîn bibin û ji wan hez bikin. Gerek em alî xwendekaran bikin ku ew Nivîskarê Kitêba Pîroz, yanî Yehowa jî nas bikin û ji wî hez bikin. Wekî din, gerek em hînî wan bikin ku Îsa ji şagirtên xwe çi dixwaze û ew çawa dikarin guh bidin Îsa. Gerek em bi sebir alî wan bikin ku ew prensîpên Kitêba Pîroz bixebitînin. Hinek dikarin hal û hereketên xwe di hundirê çend mehan de biguherînin, lê ji hinekan re zêdetir wext lazim e.

16. Te ji serpêhatiya Raúl çi fehm kir?

16 Li Perûyê, mizgînvanekî wezîfedar fehm kir ku sebir çi qas muhîm e. Ew wisa dibêje: “Min tevî xwendekarekî xwe yê bi navê Raúl du kitêb xelas kiribûn, lê dîsa jî gelek problemên wî hebûn. Mesela, di zewaca wî de aştî tune bû, wî her tim çêr dikirin û zarokên wî qedrê wî nedigirt. Lê belê ew dihat hemû civînan, loma min ew û malbata wî nehişt. Zêdetirî sê sal piştî ku min ew nas kiribû, ew êdî hazir bû ku bê bin av kirin.”

17. Li meqaleya din, emê çi bielimin?

17 Îsa emir da ku em herin û mirovên ji “hemû miletan bikin şagirtên” wî. Ji bo ku em vî emrî bînin cih, gerek em bi cure cure însanan re sohbetê bikin, mesela însanên ku fikrên wan ji fikrên me pir cuda ne, însanên nedîndar û însanên ku bawer nakin ku Xwedê heye. Meqaleya din wê nîşan bide ku em çawa dikarin mizgînê bidin mirovên wisa.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Çima muhîm e ku em mirovan bikin şagirtên Îsa?

  • Ji bo ku em mirovan bikin şagirtên Îsa, gerek em çi bikin?

  • Di vî îşî de çima sebir lazim e?

KILAM 68 Biçînin Toximê Padşatiyê

a Armanca sereke ya civatê ev e ku alî mirovan bike ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh. Ev meqale hin fikran dide ku em çawa dikarin vî îşî bikin.

b NOT: Ji xeynî vê ku ew gotinên Îsa Mesîh hîn dibin, şagirtên Îsa li gor van gotinan dijîn. Mexseda wan ev e ku pey gavên Îsa herin (1. Ptr. 2:21).

c RESIM: Li balafirgehê, zilamekî ku diçe tetîlê ji erebeya weşanan belavokekê hildide. Paşê, li cihê tetîlê, ew Şahidên Yehowa dibîne, yên ku li ber erebeya weşanan disekinin. Piştî ku ew vedigere malê, mizgînvan tên mala wî.

d RESIM: Zilam kursa Kitêba Pîroz qebûl dike. Bi zeman re, ew ji aliyê ruhî ve pêş ve diçe û tê bin av kirin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne