SERPÊHATÎ
Yehowa Bereketên Mezin Dane Min
GAVA ez ciwan bûm, min ji xwe re digot: “Belê, gerek ez bibim pêşeng, lê belê xizmeta pêşengiyê bi rastî ew qas xweş e?” Ez li Almanyayê dixebitîm û min ji îşê xwe hez dikir. Min xwarin dişand gelek cihên Afrîkayê, mesela Dar es Salaam, Elisabethville û Asmarayê. Ez qet nedifikirîm ku ezê rojekê li van cihan û cihên din ên li Afrîkayê wek xizmetkarê tamrojî ji Yehowa re xizmet bikim!
Piştî ku min bi gumanên xwe mucadele kir û dest bi pêşengiyê kir, min gelek bereket stendin (Ef. 3:20). Lê dibe ku hûn bifikirin ku ev yek çawa qewimî. Ezê niha ji destpêkê ve ji we re bibêjim.
Ez li sala 1939an li Berlînê (Almanya) hatim dinyayê, çend meh piştî destpêka Şerê Cîhanî yê Duyemîn. Li sala 1945an, nêzikî dawiya vî şerî, bi teyareyan bombe avêtin ser Berlînê. Rojekê, gava bombe dibarandin ser kûçeya me, malbata me reviya cihekî emîn. Mirov direviyan wê derê ku xwe ji bombeyan biparêzin. Ji bo emniyeta xwe, em reviyan Erfurtê, memleketê diya min.
Almanya, weke 1950: Tevî dê û bavê xwe û xwişka xwe
Diya min bi dil û can li rastiyê digeriya. Wê gelek kitêbên li ser felsefeyê xwendibûn û cure cure dîn û baweriyan jî lêkolîn kiribûn, lê wan dilê wê negirt. Nêzikî sala 1948an, du Şahidên Yehowa hatin mala me. Diya min ew dawet kirin malê û ji wan re gelek pirs pirsîn. Saetek jî derbas nebû, wê ji min û xwişka mine biçûk re got: “Min rastî dît!” Paşê, ez, diya min û xwişka min, em li Erfurtê diçûn civînan.
Li sala 1950yî, em vegeriyan Berlînê. Li wê derê, em diçûn civata Berlîn-Kreuzbergê. Paşê, li Berlînê em derbasî cihekî din bûn, û êdî diçûn civata Berlîn-Tempelhofê. Hin wext bi şûn de, diya min hat bin av kirin, lê min xwe paş dixist, çimkî ez difikirîm ku ez hê hazir nînim. Çima?
SERÎ BI ŞERMOKTIYA XWE RE DERDIXIM
Ez ji aliyê ruhî ve zû pêş ve nediçûm, çimkî ez pir şermok bûm. Rast e, ez diçûm xizmetê, lê ez du sal li xizmetê bi mirovan re nedipeyivîm. Lê nêrîna min hat guhertin gava min gelek xwişk û birayên mêrxas nas kirin, ên ku dilsoziya xwe ji Yehowa re îsbat kiribû. Hinek ji wan ketibûn kampa Naziyan, hin jî li Almanyaya Rojhilat ketibûn hebsê. Ên din azadiya xwe dixist talûkeyê, çimkî wan weşanên me bi dizîka dibirin Almanyaya Rojhilat. Emsala van xwişk û birayan li ser min pir tesîr kir. Ez difikirîm ku madem ku wan ji bo Yehowa û xwişk û birayên din jiyan û azadiya xwe dixistin talûkeyê, gerek ez jî tiştekî bikim ku dev ji şermoktiya xwe berdim.
Gava ez li sala 1955an beşdarî fealiyeta xisûsî bûm, min hêdî hêdî serî bi şermoktiya xwe re derxist. Li bernameya Informanta, nameyeke ji birayê Nathan Knorr hat weşandin. Wî digot ku ev fealiyet wê di teşkîlata me de ya herî mezin bibe. Wekî din, wî digot ku eger hemû mizgînvan wê destek bidin, “ev meh wê ji aliyê belavkirina mizgînê ve meha herî baş be”. Bi rastî jî wisa bû! Piştî vê, pir wext derbas nebû ku ez ji Yehowa re weqf bûm. Li sala 1956an, ez, bavê min û xwişka min, em hatin bin av kirin. Hin wext bi şûn de, gerek min qerareke din, a ku pir muhîm bû, bidaya.
Min zanibû ku armanca baştir wê ev be ku ez dest bi pêşengiyê bikim, lê min xwe egle dikir. Min qerar da serê pêşîn li Berlînê îşê tîcareta navnetewî hîn bim. Piştî vê yekê, min dixwest ji bo wexteke kin xebatekê bibînim ku di îşê xwe de hê bitecrûbe bibim. Loma li sala 1961ê, li Hamburgê, li lîmana herî mezin a li Almanyayê, min dest bi îşekî kir. Her çi qas ez bi îşe xwe ve mijûl dibûm, armanca min ku bibim pêşeng ew qas paş diçû. Gerek min çi bikira?
Ez ji Yehowa re gelek spasdar im ku bi saya birayên delal, wî alî min kir ku ez fehm bikim ku xizmeta min pir muhîm e. Çend dostên min êdî bûne pêşeng û ji min re bûn nimûneyeke baş. Ji xeynî vê, birayê me Erich Mundt, ê ku ketibû hebsê, ez teşwîq kirim ku ez xwe bispêrim Yehowa. Wî digot ku li hebsê, birayên ku bi zêdeyî bi xwe bawer bûn, di dawiyê de sist bûn, lê yên ku bi temamî baweriya xwe bi Yehowa dianîn dilsoz man û paşê alîkariyeke mezin dan teşkîlata Yehowa.
1963: Min dest bi pêşengiyê kir
Wekî din, Martin Pötzinger, ê ku paşê bû endamê Koma Rêberiyê, her tim xwişk û bira teşwîq dikirin gava wî wisa digot: “Bila mirov mêrxas be, bila mirov pêxas be!” Ez li ser van gotinan difikirîm, û di netîceyê de min dev ji îşê xwe berda û li meha Hezîranê ya sala 1963an, min dest bi pêşengiyê kir. Di jiyana min de, ev qerareke herî baş bû! Piştî du mehan, gava îşê min hê tune bû, ez hatim tayîn kirin wek pêşengê mexsûs. Çend sal bi şûn de, Yehowa ez bi awayekî hêvînekirî xelat kirim. Ez ji bo Mekteba Gîleadê hatim dawet kirin.
MIN LI GÎLEADÊ DERSEKE MUHÎM STEND
“Tayîna xwe zû nehêlin” – ev yek ji dersên herî muhîm bû, yê ku min ji birayên Nathan Knorr û Lyman Swingle stend. Wan em teşwîq kirin ku em ligel tengasiyan tayîna xwe berdewam bikin. Birayê Knorr got: “Hûnê bala xwe bidin ser çi? Hûnê bala xwe bidin ser herî, kêzik û feqîriyê yan jî li ser dar, kulîlk û mirovên rûken? Hîn bin ku ji mirovan hez bikin!” Rojekê, gava birayê Swingle digot ku çima hin xwişk û bira tayînên xwe hiştin, çavê wî tije hêstir bû. Ew çend saniye sekinî û paşê gotara xwe berdewam kir. Vê yekê li ser min pir tesîr kir û min qerar da ku ezê tu caran dilê Îsa û dilê birayên wî yên dilsoz, neêşînim (Met. 25:40).
Lubumbashi (Kongo), 1967: Ez, Claude û Heinrich wek mizgînvanên wezîfedar
Gava tayînên me eyan bûn, hin xwişk û birayên Beytelê ji me pirsîn ka em li ku derê hatin tayîn kirin. Wan di heqê tayînên hevaldersên min de tiştên xweş digotin. Lê gava min got: “Ez li Kongoyê (Kinshasa) hatim tayîn kirin”, ew sekinîn û tenê wisa gotin: “Pey, Kongo! Bila Yehowa bi te re be!” Li wan çaxan, mirovên li Kongoyê (Kinshasa) bi hev re şer dikir û hevdu dikuşt. Lê ez li ser dersên ku min li Gîleadê stendibûn, difikirîm. Hin wext bi şûn de, gava min mekteba Gîleadê xelas kir, li meha Îlonê ya sala 1967an, ez tevî Heinrich Dehnbostel û Claude Lindsay, em derbasî Kinshasayê, serbajarê Kongoyê bûn.
DERSÊN KU EZ JI XIZMETA XWE ELIMÎM
Çaxa em hatin Kinshasayê, em sê mehan zimanê Fransî hîn dibûn. Paşê, em bi teyareyê çûn Lubumbashiyê, ku berê wek Elisabethville dihat bi nav kirin, li nêzikî sînora Zambiyayê. Em di merkeza bajêr de li mala mizgînvanên wezîfedar man.
Li Lubumbashiyê, mizgîn nehatibû belav kirin û em pir dilxweş bûn ku em kesên pêşîn bûn, ên ku ji mirovan re behsa mizgînê dikir. Me bi gelek kesan kursa Kitêba Pîroz îdare dikir. Wekî din, me ji memûrên dewletê û ji polîsê re jî behsa mizgînê dikir. Gelek ji wan qedrê Peyva Xwedê û îşê belavkirina mizgînê digirtin. Ew mirov herî zêde bi zimanê Swahîlî xeber dida, loma ez û Claude Lindsay, em vî zimanî jî hîn bûn. Hin wext bi şûn de, em hatin tayîn kirin civateke bi zimanê Swahîlî.
Rast e, gelek tiştên xweş çêbûn, lê em rastî tengasiyan jî hatin. Mesela, leşkerên serxweş hatin û polîsên bihêrs di heqê me de derew digotin. Carekê, polîs bi çekan li wexta civînê ketin mala mizgînvanên wezîfedar û wan em girtin û birin qereqolê. Wan em li erdê dan rûniştandin heta êvarê seata dehan, paşê wan em berdan.
Li sala 1969an, ez wek nazirê herêmî hatim tayîn kirin. Car caran ez ji çolê derbas dibûm, di nav giyayên bilind û herî de rê diçûm. Carekê, li gundekî li bin cihê ku ez radiketim, mirîşk bi cûcikên xwe ve hênijî bûn. Ezê tu caran ji bîr nekim ku sibehê gava hê tarî bû, wê ez bi qîrîniya xwe hişyar kirim. Ji bîra min naçe ku êvaran, em tevî birayan li derdora agir rûdiniştin û me di heqê rastiyên Kitêba Pîroz de xeber dida.
Lê yek ji tengasiyên mezin ew bû ku li nav civata me birayên sexte hebûn, ên ku bi eslê xwe ji tevgera Kitawalayê bûn.b Hinek ji wan ketibûn nav me û di civatê de îmtiyaz jî stendibûn. Gelek ji van ‘zinarên veşartî’ ji aliyê xwişk û birayên rastîn hatin xuyanî kirin (Chd. 12, WDN). Di netîceyê de, Yehowa civat paqij kir û gelek kes hatin ser riya rastiyê.
Li sala 1971ê, ez li buroya Kinshasayê hatim tayîn kirin. Ez ji bo cure cure tiştan mesûl bûm, mesela, ji bo şandin û stendina nameyan, sparîşkirina weşanan û ji bo îşên ku bi xizmetê ve girêdayî bûn. Li Beytelê, ez elimîm ku ez çawa dikarim li welatekî mezin, ê ku li wê derê xizmetên wek rê, av, elektrîk û mekteb kêm in, îşê xwe organîze bikim. Carinan, nameyên me ancax çend meh bi şûn de digihîştin civatan. Name ji teyareyê dihatin guhastin qeyikan, lê seba kulîlkên avê ku riya qeyikan digirt, qeyik bi heftiyan disekinîn. Lê belê, ligel tengasiyên wisa, şixul dihat cih û bi pêş ve diçû.
Ez ecêbmayî dimam ku birayên me çawa bi ew qas hindik pere, civînên mezin saz dikirin. Wan ji tepikên termîtan sehne çêdikir û ji giyayên mezin dîwar û kirlent çê dikirin. Wan îskeleta avahiyan, banî û mase ji bambûyê çêdikirin. Wan qalçikên daran wek mixan dişixulandin. Ez tim ecêbmayî dimam ku xwişk û birayên me çi qas baş îş dikin. Min ji van xwişk û birayên delal gelek hez kir. Çaxa ku min tayîneke nû stend, min gelek bêriya wan kir.
XIZMETA MIN A LI KENYAYÊ
Li sala 1974an, ez derbasî buroya Nairobiyê (Kenya) bûm. Li wê derê îşê me pir bû, çimkî buroya Kenyayê destek dida 10 welatên nêzik. Li hin ji van welatan, îşê me qedexe bû. Ez gelek caran diçûm ziyareta xwişk û birayan, bi xisûsî Etiyopyayê. Li wê derê, xwişk û birayên me zilm didît, û ew rastî gelek tengasiyên giran dihatin. Gelek ji wan rastî zorbetiyê dihatin, diketin hebsê û hinek jî dihatin kuştin. Lê ew dilsoz diman, çimkî dostaniya wan bi Yehowa û bi hevdû re saxlem bû.
Li sala 1980yî, ez bi Gail Matheson, xwişkeke ji Kanadayê, zewicîm. Em li mekteba Gîleadê hevaldersên hev bûn, û piştî vê me ji hev re name dinivîsîn. Gailê wek mizgînvana wezîfedar li Bolîvyayê xizmet dikir. Piştî 12 salan, em li New Yorkê rastî hev hatin. Hin wext bi şûn de, em li Kenyayê zewicîn. Ez ji Gailê re gelek spasdar im ji bo nêrîna wêye ruhî. Ew bi tiştên ku di destê wê de hebûn, razî dibû. Ew heta îro hevalkara mine biqîmet û hezkirî ye.
Li sala 1986an, ez wek nazirê herêmî hatim tayîn kirin. Wekî din, min li Heyeta Temsîlkar jî xizmet dikir. Ez diçûm gelek welatên ku di bin rêberiya buroya Kenyayê de bûn.
Asmara, 1992: Li civîna mezin gotarekê pêşkeş dikim
Rind tê bîra min, çaxa li sala 1992an di Asmarayê de (Erîtrea), me ji bo civîna mezin hazirî dikir. Hingê îşê me di vê herêmê de qedexe bû. Çi heyf e ku cihekî pak tune bû, û me tenê cihekî xerab dît, a ku hem ji derve hem jî ji hindur ve di halekî pir xerab de bû. Li roja civîna mezin, ez ecêbmayî mam, gava min dît ku birayên me ev cih çi qas xweşik kiribû û ji bo îbadetê hazir kiribû. Gelek malbatan ji xwe re qumaş anîbû ku serê hemû tiştên nebedew bigirin. Civîna me pir baş derbas bû, û 1.279 kes hazir bûn.
Ji bo îşe naziriya herêmî, em her heftiyê li cihên cure cure diman. Mesela, heftiyekê em di xaniyekî mezin de diman, ê ku ber okyanûsê bû, lê heftiya din em li avayekî bi hesin çêkirî diman, li cihê ku karker dijiyan. Li wê derê destav nêzikî 100 metre dûr bû. Ferq tune bû ku me li ku derê xizmet dikir, em gelek qîmetê didin van bîranînên xizmetê tevî pêşeng û mizgînvanên bixîret. Gava me tayîna nû stend, ji me re ne hêsan bû ku em ji hevalên delal biqetin, çimkî meyê gelek bîra wan bikirana.
NÎMETÊN LI ETIYOPYAYÊ
Li dawiya salên 1980an û li destpêka salên 1990an, di çend welatan de ku di bin rêberiya buroya Kenyayê de bûn, îşê belavkirina mizgînê hat qanûnî kirin. Bi saya vê, buro û ofîs hatin sazkirin. Li sala 1993an, em li ofîsa Addis Ababayê (Etiyopya) hatin tayîn kirin. Li Etiyopyayê, îşê me berê qedexe bû, lê niha îşê me êdî qanûnî ye.
IEtiyopya, 1996: Wek nazirê rêwî xizmet dikim
Yehowa îşê belavkirina mizgînê li Etiyopyayê gelek bibereket kir. Gelek xwişk û birayên me dest bi pêşengiyê kir. Ji sala 2012an û pê ve, her sal ji sedî 20an zêdetir mizgînvan pêşengî kir. Wekî din, kursên teokratîk hatin saz kirin, û zêdetirî 120 Salonên Îbadetê hatin ava kirin. Li sala 2004an, endamên Beytelê derbasî avahiya nû bûn. Ji xeynî vê, li wê derê Saloneke ji bo Civînên Mezin jî hat ava kirin.
Ez û Gail, me bi gelek salan li Etiyopyayê bi xwişk û birayên biqîmet re hevaltiya nêzik kir. Me ji wan gelek hez kir, çimkî ew gelek birehm û dilgerm bûn. Ji ber ku siheta me xerab bûye, em hatin tayîn kirin li buroya Ewropaya Navendî. Li wê derê, xwişk û bira bi dil û can bi me re eleqedar dibin, lê ez gelek bêriya hevalên xwe yên delal dikim, ên ku me li Etiyopyayê nas kirin.
YEHOWA ÎŞÊ XWE “MEZIN KIR”
Me dît ku Yehowa çawa îşê xwe bi pêş ve dibir û ‘mezin dikir’ (1. Kor. 3:6, 9). Mesela, gava min cara pêşîn mizgîn da karkerên ku ji Rwandayê hatibûn ku li madenên sifir yên Kongoyê bixebitin, li Rwandayê qet mizgînvan tune bûn. Lê niha, li vî welatî zêdetirî 30.000 mizgînvan hene. Li sala 1967an, li Kongoyê (Kinshasa), weke 6.000 mizgînvan hebûn. Lê îro, li wê derê nêzikî 230.000 mizgînvan hene, û li sala 2018an, zêdetirî milyonek mirov hatin Bîranînê. Li hemû welatên ku berê di bin rêberiya buroya Kenyayê de bûn, niha zêdetirî 100.000 mizgînvan hene.
Zêdetirî 50 sal berê, Yehowa bi saya cure cure birayan alî min kir ku ez dest bi xizmeta tamrojî bikim. Rast e, ez hê jî şermok im, lê ez hîn bûme ku bi temamî baweriya xwe bi Yehowa bînim. Jiyana li Afrîkayê alî min kir ku ez zêde bisebir û qenaetkar bim. Ez û Gail ecêbmayî dimînin ji wan xwişk û birayan re, yên ku mêvanheziya mezin nîşan dikin, ligel probleman sebir dikin û xwe dispêrin Yehowa. Ez ji bo qenciya Yehowa gelek şikurdar im. Belê, Yehowa bereketên mezin dane min! (Zeb. 37:4).
a Paşê, ev bername wek Our Kingdom Ministry hat bi nav kirin. Li şûna wê, niha bernameya Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike heye.
b “Kitawala” peyveke bi zimanê Swahîlî ye, ya ku tê maneya “serwerî, rêberî yan hikumdarî”. Armanca vê tevgerê bi siyasetê ve girêdayî bû. Wan dixwest ji bindestiya Belçîkayê azad bibûna. Komên Kitawalayê weşanên Şahidên Yehowa hildidan, dixwendin û belav dikirin. Wan hîndariyên Kitêba Pîroz bi siyaset, bêexlaqî û xurafeyan tev li hev dikirin.