KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w19 Tebax r. 29-31
  • Yehya Dilxweşiya Xwe Diparast

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Yehya Dilxweşiya Xwe Diparast
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • WEZÎFEYEKE XWEŞ
  • TEQDÎRA XWE WINDA NEKE
  • BALA XWE BIDE DAXWAZA YEHOWA
  • “Yê Rast wê bi Xudan Şa Be”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
w19 Tebax r. 29-31
Du şagirtên Yehya li zindanê tên ziyareta wî

Yehya Dilxweşiya Xwe Diparast

GELO tu xemgîn î ji ber ku tu nikarî wezîfeyeke teokratîk bistînî, ya ku tu pir dixwazî? Belkî kesekî din ev wezîfe stendiye. Yan jî belkî te ev wezîfe berê kiribû, lê seba extiyarî, nexweşî, tengasiyên ekonomîk yan mesûliyetên malbatê tu êdî nikarî vî îşî bikî. Seba guhertinên teşkîlatê, belkî lazim bû ku tu dev ji mesûliyeta xwe berdî. Eger tiştekî wisa hatibe serê te, tu çawa dikarî xwe ji fikrên negatîf biparêzî ku tu bi zêdeyî xemgîn nebî, nexeyidî û bihêrs nebî? Wekî din, eger tu nikarî bi qasî ku tu dixwazî ji Yehowa re xizmet bikî, tu çawa dikarî dilxweşiya xwe biparêzî?

Serpêhatiya Yehya dikare alî me bike ku em dilxweşiya xwe winda nekin. Yehya îmtiyazeke mezin stendibû, lê paşê, di jiyana wî de hin tiştên nehêvîkirî qewimîn. Mesela, bi îhtimaleke mezin wî texmîn nekiribû ku ewê bi zêdeyî ne li xizmetê, lê li zindanê wexta xwe derbas bike. Dîsa jî, Yehya dilxweşiya xwe heta mirina xwe diparast. Çi alî wî dikir ku ew dilxweş bimîne? Û çi dikare alî me bike ku em dilxweş bimînin gava hêviyên me nayên cih?

WEZÎFEYEKE XWEŞ

Li bihara sala 29an a P.M., Yehya dest bi wezîfeya xwe kir. Berî hatina Mesîh, wî ji mirovan re wisa digot: “Tobe bikin, çimkî Padîşahiya Ezmanan nêzîk e!” (Met. 3:2; Lûqa 1:12-17). Gelek kes ji cihên dûr dihatin ku guh bidin wî, û gelek ji wan tobe kir û bin av bûn. Wekî din, Yehya ji alimên dînî re digot ku eger ew dev ji şaşiyên xwe bernedin, ewê bên dîwan kirin (Met. 3:5-12). Li payîza sala 29an a P.M., wî Îsa bin av kir. Di xizmeta Yehya de, tiştê herî muhîm ev bû. Piştî vê, Yehya ji mirovan re digot ku bila ew li pey Îsa – yanî li pey Mesîhê sozdayî – herin (Yûh. 1:32-37).

Îsa di heqê şixulê Yehya de wisa got: “Di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, yekî ji Yûhennayê [Yehyayê] imadkar mezintir derneketiye” (Met. 11:11). Yehya bê guman seba bereketên ku wî stendine dilxweş bû. Wek Yehya, îro jî gelek kesan bereketên mezin stendine. Mesela, birayê me Terry û pîreka wî Sandra zêdetirî 50 salî li xizmeta tamrojî bûn. Terry wisa dibêje: “Min gelek îmtiyazên xweş stendine. Min wek pêşeng, endamê Beytelê, pêşengê xisûsî, nazirê herêmî û nazirê mintiqeyî xizmet kir, û niha ez dîsa pêşengê xisûsî me.” Em helbet şa dibin gava em îmtiyazên teokratîk distînin, lê wek serpêhatiya Yehya nîşan dide, gerek em xîret bikin ku em dilxweşiya xwe winda nekin eger şertên me biguherin.

TEQDÎRA XWE WINDA NEKE

Yek ji sebebên ku Yehya dilxweşiya xwe winda nedikir ev bû ku wî îmtiyazên xwe her tim teqdîr dikirin. Mesela, piştî binavbûna Îsa, xizmeta Yehya her ku diçû kêmtir dibû, lê xizmeta Îsa zêde dibû. Şagirtên Yehya seba vê aciz bûn û jê re wisa got: “Ew bi xwe imad [bin av] dike û hemû kes diçin ba wî” (Yûh. 3:26). Yehya wisa cewab da: “Bûk ji bo kê be zava ew e. Lê destbirayê zavê yê ku rawestayî ye û dengê zavê dibihîze, bi dengê wî gelek şa dibe. Îcar ev şabûna min niha temam bûye” (Yûh. 3:29). Yehya ji Îsa çavnebarî nedikir, û ew nedifikirî ku qîmeta îmtiyaza wî kêmtir bûye ji ber ku wezîfeya Îsa hê bilindtir e. Yehya şikurdar bû ku ew “destbirayê zavê” bû.

Wezîfeya Yehya her çi qas ne hêsan bû jî, nêrîna wî ya rast alî wî dikir ku ew dilxweşiya xwe winda neke. Mesela, Yehya ji biçûktiya xwe ve nezîr bû. Ji ber vê yekê, şerab ji wî re qedexe bû (Lûqa 1:15). Îsa wisa got: “Yehya hat, ne dixwar, ne vedixwar.” Îsa û şagirtên wî nezîr nîbûn û loma ew wek Yehya nedijiyan (Met. 11:18, 19, KP). Wekî din, Yehya qet mucîze çênedikirin, lê wî dizanibû ku şagirtên Îsa mucîze çêdikirin. Bi ser de, hin ji wan berê şagirtên Yehya bûn (Met. 10:1; Yûh. 10:41). Yehya îzin nedida ku tiştên wisa dilxweşiya wî xera bikin, lê wî wezîfeya xwe bi xîret dianî cih.

Eger em qîmetê bidin wezîfeya ku me ji Yehowa stendiye, dilxweşiya me wê xera nebe. Terry wisa dibêje: “Min pir qîmet dida her yek ji wezîfeyên ku ji min re hatibû dayîn.” Ew rojên xizmetê her tim bi kêfxweşî tîne bîra xwe, û ew tu caran poşman nebûye.

Ji bo ku em ji xizmeta Xwedê zêdetir dilxweş bibin, wê baş be ku em ji bîr nekin ku wezîfe yan mesûliyetên teokratîk çima ew qas biqîmet in. Sebeba herî mezin ev e ku em bi Xwedê re hevkariyê dikin (1. Kor. 3:9). Wekî ku em eşyayekî dibiriqînin ku ew xweşik xuya bike, gerek em li ser îmtiyaza xwe kûr bifikirin ku em xizmetkarên Xwedê ne. Eger em wisa bikin, nêrînên şaş wê dilxweşiya me xera nekin. Gerek em qurbanên xwe bi qurbanên kesên din muqayese nekin. Îmtiyazên ku ji kesên din re tên dayîn qîmeta îmtiyazên me kêm nakin (Gal. 6:4).

BALA XWE BIDE DAXWAZA YEHOWA

Yehya belkî dizanibû ku xizmeta wî wê kin be, lê wî belkî nizanibû ku xizmeta wî wê ew qas zû xelas bibe (Yûh. 3:30). Li sala 30yî ya P.M., weke şeş meh piştî ku wî Îsa bin av kiribû, Hêrodês Padîşah ew avêt zindanê. Dîsa jî, Yehya çi ji destê wî dihat dikir ku behsa mizgînê bike (Mar. 6:17-20). Çi alî wî dikir ku ew li gel tengasiyan dilxweşiya xwe winda neke? Wî her tim bala xwe dida daxwaza Xwedê.

Gava Yehya li zindanê bû, wî bihîst ku xizmeta Îsa çawa her ku diçû berfirehtir dibû (Met. 11:2; Lûqa 7:18). Yehya bawer bu ku Îsa bi rastî Mesîh e, lê wî belkî meraq dikir ku Îsa wê çawa hemû gotinên Nivîsarên Pîroz ên li ser Mesîh bîne cih. Madem ku Mesîh wê bibûya padîşah, gelo hikumdariya wî wê di demeke nêzik de dest pê bikira? Gelo Yehya wê ji zindanê azad bibûya? Ji ber ku Yehya dixwest wezîfeya Îsa zelaltir fehm bikira, wî du şagirtên xwe şandin ba Îsa ku ew ji wî pirsekê bipirsin: “Ma ewê ku wê bihata tu yî, an em li hêviya yekî din bimînin?” (Lûqa 7:19). Îsa ji wan re got ku bila ew ji Yehya re wisa bibêjin: “Kor dibînin, şil û şeht rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan re tê dayîn” (Lûqa 7:20-22).

Yehya bêguman ji vê xeberê pir teşwîq stend. Wî fehm kir ku Îsa pêxembertiyên di heqê Mesîh de bi rastî jî dianîn cih. Yehya her çi qas ji zindanê derneket jî, wî dizanibû ku xizmeta wî ne badîhewa bû. Şertên wî her çi qas ne hêsan bûn jî, wî dilxweşiya xwe winda nekir.

Jin û mêrek ku berê mizgînvanên wezîfedar bûn li vîdeoyeke ji civata wan a berê temaşe dikin

Gava em bala xwe didin xeberên xweş ên di heqê îşê belavkirina mizgînê de, ev yek dikare alî me bike ku em dilxweşiya xwe biparêzin

Eger em jî wek Yehya bala xwe bidin daxwaza Yehowa, emê karibin dilxweşî û sebra xwe biparêzin (Kol. 1:9-11). Ji bo vê, wê baş be ku em Kitêba Pîroz bixwînin û ser kûr bifikirin ku em ji bîr nekin ku keda me ne badîhewa ye (1. Kor. 15:58). Xwişka me Sandra wisa dibêje: “Ez her roj beşeke Kitêba Pîroz dixwînim. Vê yekê alî min kiriye ku ez nêziktirî Yehowa bibim û bala xwe bidim, ne ser xwe, lê ser Yehowa.” Gava em bala xwe didin xeberên di heqê îşên Padîşahiyê de, ev yek dikare alî me bike ku em bi zêdeyî ser xwe nefikirin, lê bala xwe bidin serkeftinên Yehowa. Sandra wisa dibêje: “Bernameyên ku her meh li JW Broadcasting® tên weşandin alî me dikin ku em xwe nêziktirî teşkîlatê hîs bikin û wezîfeya xwe bi dilxweşî bînin cih.”

Yehya wezîfeya xwe ya kin “bi ruh û bi hêza Êlyas pêxember” dianî cih, û wek Êlyas, ew “mirovekî wek me bû” (Lûqa 1:17; Aqûb 5:17). Eger em teqdîra wî ji xwe re bikin emsal û bala xwe bidin xizmeta Yehowa, emê kêfxweşiya xwe tu caran winda nekin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne