KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • wp20 no. 3 r. 14-15
  • Lezeta Herheyî ji Xêr û Bereketên Xwedê Bistîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Lezeta Herheyî ji Xêr û Bereketên Xwedê Bistîne
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
  • Malzemeya Eleqedar
  • Em Dikarin ji Mucîzeyên Îsa Mesîh Çi Hîn Bibin?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Xwedê Xwe bi Destê Pêxemberan bi Me Dide Naskirin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
  • Gava ku Îsa Mesîh li Dinyayê Bû, Wî Çi Dikir?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
wp20 no. 3 r. 14-15
Însanên ji kok û miletên cuda lezetê ji jiyana li ceneta li ser ruyê erdê distînin.

“Rûyê erdê berê xwe da, Xwedê, Xwedayê me, wê me pîroz bike” (ZEBÛR 67:6).

Lezeta Herheyî ji Xêr û Bereketên Xwedê Bistîne

Xwedê soz da Îbrahîm pêxember ku yekî ji zuriyeta wî wê xêr û bereketan ji “hemû neteweyên [miletên] rûyê erdê” re bîne (1. Mûsa 22:18). Gelo evê sozdayî kî bû?

Nêzikî 2.000 sal berê, Xwedê bi destê Îsa pêxember, ê ku ji zuriyeta Îbrahîm pêxember bû, mucîzeyên mezin çêkiribûn. Van mucîzeyan nîşan da ku bereketên sozdayî wê bi destê Îsa pêxember ji bo xêra hemû miletên dinyayê bên cih (Galatî 3:14).

Wekî din jî, van mucîzeyan nîşan da ku Xwedê Îsa pêxember hilbijartiye ku ew xêr û bereketên ebedî bigihîne destê hemû însanan. Gelo em ji van mucîzeyan li ser şexsiyeta Îsa pêxember çi dielimin?

Dilovanî – Îsa pêxember kesên nexweş qenc dikirin.

Carekê, zilamekî bi nexweşiya kotî ji Îsa pêxember rica kir û got: “Eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî”. Îsa pêxember destê xwe li wî da û got: “Ez dixwazim!” Îcar zilam di cih de qenc bû (Marqos 1:40-42).

Comerdî – Îsa pêxember kesên birçî têr dikirin.

Îsa pêxember nedixwest ku însan birçî bimînin. Wî çend caran bi destê mucîzeyeke mezin hin nan û masî zêde kirin û xwarin da bi hezaran însanan (Metta 14:17-21; 15:32-38). Hemûyan têr xwar û gelek xwarin ji ber wan ma.

Dilşewatî – Îsa pêxember kesên mirî radikirin.

Jinebiyek hebû ku şîna kurê xweyî bi tenê digirt, û êdî kesî wê nema bû ku debara malê bike. Gava Îsa pêxember ew dît, “dilê wî pê şewitî”, û wî kurê wê ji mirinê rakir (Lûqa 7:12-15).

XÊR Û BEREKETÊN HERHEYÎ LI SER RÛYÊ ERDÊ

Îsa pêxember îsbat kiriye ku Xwedê wê bi qeweta xwe xêr û bereketan bigihîne destê hemû însanan. Xwedê soz daye ku li wexta nêzik Îsa pêxember wê dîsa vegere, û ewê bi destê wî mucîzeyên hê mezintir li ser rûyê erdê çêbike!

Gava soza ku Xwedê dabû Îbrahîm pêxember bê cih, gelo jiyana li ser rûyê erdê wê çawa be? Kesên ku ji Xwedê hez dikin û li gor daxwaza wî dijîn wê “mîras bistînin welat, û ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet” (Zebûr 37:11). “Êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Peyxam 21:4).

Çi xêr û bereketeke mezin e ku emê heta bi hetayê di selametiyê de li ser rûyê erdê bijîn! Ji bo ku hûn baştir nas bikin ku Xwedê wê bi destê Îsa pêxember kîjan xêr û bereketan bigihîne destê me, ji kerema xwe re bikevin malpera me www.jw.org.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne