KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • wp20 no. 3 r. 13
  • Alîkariya Kesên Belengaz Bike û Bereketa Xwedê Bistîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Alîkariya Kesên Belengaz Bike û Bereketa Xwedê Bistîne
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?
  • EM ÇAWA DIKARIN ALÎKARIYA KESÊN BELENGAZ BIKIN?
  • Mesela Sameriyê Dilpak
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
wp20 no. 3 r. 13
Zilamek bi destê xerîteyê rê nîşanî yekî din dike.

Emir, kok, esl û baweriya însanan çi be jî, gelo tu dikarî alîkariya wan bikî?

Alîkariya Kesên Belengaz Bike û Bereketa Xwedê Bistîne

Li seranserê dinyayê, gelek însan bêcih û war in, û hewceyî xwarin û vexwarinê ne. Û hêviya hinekan nîne ku halê jiyanê wê baştir bibe. Gelo em çawa dikarin alî kesên belengaz bikin û bereketa Xwedê bistînin?

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?

“Yê ku heyfa wî li yê xizan [feqîr] bê, ûsa tê ku, bi deyn dabe XUDAN û bona qenciya ku wî kiriye, XUDAN xelatê dide wî” (METHELOKÊN SILÊMAN 19:17).

EM ÇAWA DIKARIN ALÎKARIYA KESÊN BELENGAZ BIKIN?

Îsa pêxember çîroka zilamekî got; rêbiran hicûmî wî kir, lê xist û hema bêje nîvkuştî dev jê berda û çûn (Lûqa 10:29-37). Îcar yekî xerîb ew dît; kok, esl û feslê wan ji hev cuda bûn. Lê dîsa jî, ew çû ba wî û birînên wî derman kirin.

Belê, vî zilamê dilşewat ne tenê alîkariya tibî û desteka madî da însanê birîndar, lê dilê wî rihet kir û teselî jî da wî.

Gelo em ji vê çîrokê çi dielimin? Îsa pêxember zelal kir ku heta ku ji destê me tê, gerek em alîkariya kesên belengaz bikin (Methelokên Silêman 14:31). Em ji Kitêba Pîroz dielimin ku Xwedê wê di demeke nêzik de kul û derdan û feqîriyê tune bike. Belkî hûn meraq dikin, ka Xwedayê meyî dilovan wê kengê û çawa van tiştan bîne cih? Meqaleya din behsa van xêr û bereketan dike.

“XWEDÊ EZ TU CARAN BI TENÊ NEHIŞTIME!”

Koçberekî ji Gambîyayê wisa dibêje:

“Gava ez gihîştim Ewropayê, tu tiştekî min tune bû; ne şixul, ne pere, ne jî mala min hebû. Kitêba Pîroz alî min kir ku ez ji halê xwe fehm bikim, bixîret bixebitim û li şûna ku ez destekê bixwazim, alîkariya kesên din bikim. Xwedê ez tu caran bi tenê nehiştime, û xêr û bereketa xwe ji ser min kêm nekiriye!”

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne