KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • wp20 no. 3 r. 12
  • Hezkirinê ji Însanên Din re Nîşan Bide

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Hezkirinê ji Însanên Din re Nîşan Bide
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • KITÊBA PÎROZ LI SER HEZKIRINÊ ÇI DIBÊJE?
  • MANEYA HEZKIRINA ÎNSANÊN DIN ÇI YE?
  • Hezkirin Sifateke Pir Biqîmet
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Hezkirina di Nav Xwe de Germ Bihêlin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Îzin Nede Ku Hezkirina Te Sar Bibe
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
wp20 no. 3 r. 12
Sameriyê dilrehm, yê ku li mesela Îsa Mesîh derbas dibe, zeytê li birînên zilamê ku li wî hatibû xistin û avêtin ser rê, dide.

Hezkirin me teşwîq dike ku em ji xêra xwe zêdetir li xêra kesên din bigerin

Hezkirinê ji Însanên Din re Nîşan Bide

Ji ber ku em gişt zarokên Adem in, em malbatek in. Bi eslê xwe, lazim e ku ferdên malbatê ji hevdû hez bikin û qedrê hevdû bigirin. Çi heyf e ku îro hezkirineke wisa bi zehmetî tê dîtin. Ev yek ne li gor daxwaza Xwedayê meyî dilovan e.

KITÊBA PÎROZ LI SER HEZKIRINÊ ÇI DIBÊJE?

“Mîna xwe tuyê ji cîranê xwe hez bike” (3. MÛSA 19:18).

“Ji dijminên xwe hez bikin” (METTA 5:44).

MANEYA HEZKIRINA ÎNSANÊN DIN ÇI YE?

Li gor 1. Korîntî 13:4-7, Xwedê hezkirinê wisa bi me dide naskirin:

“Hezkirin sebir dike, hezkirin dilovaniyê dike.”

Ka bifikire: Eger kesên din li te sebir bikin, ji te re dilovan bin û li hember şaşiyên te bihêrs nekevin, ma ev yek wê dilê te xweş neke?

“Hezkirin çavnebariyê nake”.

Ka bifikire: Eger kesên din hesûdî û çavnebariya te bikin, ma ev yek wê dilê te neêşîne?

Hezkirin “li feyda xwe nagere”.

Ka bifikire: Eger kesên din ne tenê bi ya xwe bikin, lê qedrê fikrên te jî bigirin, ma ev yek wê dilê te xweş neke?

Hezkirin “li xerabiya kesî nagere”.

Ka bifikire: Xwedê her tim hazir e ku gunehên kesên ku tobe dikin, efû bike. “Ew hergav sûcdar nake, hêrsa wî her û her najo” (Zebûr 103:9). Gava me dilê kesekî êşandibe û ew me efû bike, emê pir şikurdar bin. Ji ber vê yekê, gerek em jî kesên din efû bikin (Zebûr 86:5).

Hezkirin “bi neheqiyê şa nabe”.

Ka bifikire: Gava tiştekî xerab bê serê me û kesên din bi vê yekê şa bibin, helbet dilê me wê biêşe. Ji ber vê yekê, gerek em bi kul û derdên kesên din, eger wan dilê me êşandibe jî, şa nebin.

Ji bo ku em bereketa Xwedê bidest bixin, gerek em vê hezkirinê ji her kesî re, ferq nake ku ew kî ne û ji ku derê ne, nîşan bidin. Mesela, em dikarin alîkariya kesên belengaz bikin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne